Xelkê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê seferber bû

  • rojane
  • 13:27 2 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku di hedefa êrişên komên paramîlîter de ne, li dijî êrişan seferber bûn. 

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li hemberî êrişên muxtemel ên komên paramîlîter ên girêdayî dewleta tirk ên li ser taxan, seferber bûn. Hin ciwan û mezinên taxê cihê xwe di nava Hêza Parastina Şêxmeqsûdê de digirin, hinek ji bo rewşên birîndarbûnê yên muxtemel xwînê li navendên tenduristiyê kom dikin. Her wiha komeke jin û dayikan xwarinan ji bo şervanên li eniyên berxwedanê amade dikin. 
 
Berxwedan û hevgirtina gel a li her du taxan, berxedana 2016'an a li hemberî êrişên komên paramîlîter ên dewleta tirk bi bîr dixe. Dayikên ku xwarinê amade dikin, diyar kirin ku amade ne rojane ji şervanan re xwarinê amade bikin.
 
Dayika Xada Ehmed ku beşdarî çêkirina xwarina ji bo Hêza Parastina Şêxmeqsûdê bûye, diyar kir ku ew bi vî karî piştgiriyê didin şervanan û got: "Ev kar tişta herî hêsan e ku em dikin." Fatima Mistefa jî anî ziman ku şervanên Hêza Parastina Şêxmeqsûdê hêza xwe ji piştevaniya gel digirin û wiha domand: "Çêkirina xwarinê ji bo wan erkek e ku em ê bi rêk û pêk bikin."