Rojeva sereke ya DEKÛP'ê azadî û demokrasî ye

  • rojane
  • 09:05 3 Kanûn 2024
  • |
img

STENBOL- Hevserokê DBP'ê yê Herêma Marmarayê Mevlût Aykoç der barê xebatên DEKUP'ê de agahî dan û diyar kir ku têkoşîna wan a ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkoşîna wan a li dijî tiryak, fuhûş, texrîbkirina ekolojiyê û qeyûman wê bidome.

Koordînasyona Saziyên Demokratîk (DEKUP) ku gelek saziyên sivîl û partiyên siyasî yên wekî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) û Komeleya Alîkariya bi Girtî û Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) di nav de cih digirin, xebatên xwe didomîne.
 
Hevberdevkê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Herêma Marmarayê Mewlût Aykoç, li ser xebatên Koordînasyona Saziyên Demokratîk ku di gelek waran de yên wekî azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê çalakiyan li dar dixe, nirxandin kir.  Aykoç diyar kir ku rojeva sereke ya DEKUP'ê têkoşîna li dijî tecrîdê û amûrên şerê taybet ên weke fuhûş û tiryakê ye.
 
TIRYAK Û FUHÛŞ
 
Aykoç bal kişand ku tiryak û fuhûş li welatên pêşkeftî wekî rêbaza xirakirina civakê tê bikaranîn û got ku tiryak mîna ku li ser firoşgehê tê firotin bi awayekî azad tê firotin û got: "Bi taybetî li taxên ku têkoşîn lê zêde ye, ev tiryak tê pêşxistin ji bo dejenekirina jin û ciwanan. Çeteyên narkotîkê bi piranî li taxên ku xelkê wan feqîr in vê dikin."
 
Aykoç diyar kir ku ew di têkoşîna li dijî tiryak û fuhuşê de zelal in û diyar kir ku dewlet li pişt belavbûna fuhûş û tiryakê ye. Aykoç got: “Em li dijî vê yekê têkoşîneke xurt didin. Di van demên dawî de li Kurdistanê hewl tê dayîn ku tiryak û fuhûş bê pêşxistin. Bi taybetî jinên ciwan, xwendekarên zanîngehê bibandor dibin. Di vî warî de hêj jinên ciwan ên ku cenazeyên wan nehatine dîtin hene. Girîng e di vî warî de têkoşîneke xurt bê meşandin. Ji ber vê yekê em ê têkoşîna xwe li ser bingehên demokratîk ên li vî welatî bimeşînin û li ber xwe bidin." 
 
TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TECRÎDÊ Û QEYÛMAN
 
Aykoç destnîşan kir ku Koordînasyona Saziyên Demokratîk têkoşîna li dijî tecrîd û qeyûman didomîne. Aykoç bi bîr xist ku di çarçoveya kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgiorêka kurd re çareseriya demokratîk" civîn, agahdarî, panel û mîtîngên li ser mijarê li dar xistine û got: "Partî, komele û rêxistinên me yên bi vî rengî têkoşîna demokrasiyê didin û li qadan têkoşîna xwe berdewam dikin. Di serî de zextên li ser raya giştî ya vî welatî, girtin û tecrîda li ser esasê van hemûyan, di serî de daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Abdullah Ocalan, li gelek qadan çalakî hatin lidarxistin.  Em ê di vê heyamê de jî xebatên bi vî rengî bidomînin. Bi taybetî di çarçoveya agahdarkirina gel, parvekirina pêvajoyan bi raya giştî re, ronîkirina raya giştî ya di vê mijarê de û xwegihandina gel têkoşînek tê meşandin."
 
Aykoç anî ziman ku tecrîd ne tenê pirsgirêka gelê kurd e û bal kişand ser têkoşîna li qada neteweyî û navneteweyî ya li dijî tecrîdê. 
 
Aykoç diyar kir ku ew ê li dijî qeyûmên hatine tayinkirin bitêkoşin û got: “Ew şaredarî şaredariyên gelê me ne. Wê têkoşîna me ya li dijî wan a li ser esasên rêyên demokratîk bidome.