Hevserokê PYD’ê: Piştî mijara bêçekbûnê ji holê rabûyî hevdîtin zêde bûn

  • rojane
  • 10:24 3 Mijdar 2025
  • |
img

RIHA - Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso, diyar kir ku nîqaşa li ser çekberdana HSD’ê zextekî derve ye û got: “Ji ber vê zextê jî hevdîtin disekinin û dema ev mijar ji holê radibe jî hevdîtin zêde dibin.”  

Hevserokê Yekitiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso, têkildarî geşedanên siyasî û leşkerî yên li herêmê, Peymana 10’ê Adarê ya di navbera HSD û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, bandora Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser herêmê, mudaxileyên Tirkiyeyê yên li dijî karên navxweyî yên Sûriyeyê û entegrasyona demokratîk a bi Sûriyeyê re nirxand. Xerîb Hiso, diyar kir ku guherîna rejîma Esat, guhertinên mezin bi xwe re ne aniye û got: “Pevçûn, piştî HTŞ’ê jî domiyan. Çareserî, bi komkujî, alozî û pevçûnan çareser nabe. Peymana 10’ê Adarê ji bo çareseriyê hêviyeke mezin da. Gel, li benda çareseriyeke siyasî û leşkerî bûn. Bi ser peymanê re 8 meh derbas bûn lê hêj tu pêşketinên cidî nînin. Hinek hevdîtin tên kirin, liv û tevgerek heye, lêbelê hinek derdor naxwazin peyman bikeve meriyetê. Ji ber ku ev peyman dê pirsgirêkên hemû gelên Sûriyeyê çareser bike û ev jî ne li gorî berjewendiyên hin hêza ye.” 
 
'HSD, HÊZA XWEPARASTINÊ YA GELAN E’   
 
Bi domdarî Hiso destnîşan kir ku di hevdîtinên meheke didomin de pêşketinên erênî hene û wiha pê de çû: “Mijara bêçekkirina HSD’ê, bi zextên derve bû rojev. Bêçekbûn, bêîradebûn e. Ev pirsgirêkan çareser nake, dê mezin bike. Di Peymana 10’ê Adarê de jî mijara bêçekbûnê nîne. Hevdîtinên ji ber vê zextê rawestiyabûn, piştî ev mijar rojevê derketî dîsa bi lev û tevger bû. HSD, weke hêzeke leşkerî bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re hevdîtinan dike. Heke di mijara leşkerî de pêşketin çênebin, dê agirbesteke li seranserî Sûriyeyê jî ne pêkan be. Pirsgirêkên leşkerî yên li Sûriyeyê, niha ketine pêşiya pirsgirêkên aborî û civakî. Îro li Sûriyeyê her mijarek, girêdayî parastinê ye. Pevçûnên li Sûriyeyê didomin. Hêj jî herêmên dagirkirî hene. DAIŞ hêj bi dawî nebûye. Heke di mijara leşkerî de lihevkirinek çênebe dê DAIŞ jî xelas nebe, pirsgirêk jî çareser nebin. Gavên di qada leşkerî de niha tên avêtin erênî ne. Em piştgiriyê didin van gavan. HSD, hêza xweparastinê ya gelan e. Heke entegrasyon çêbibe, divê li ser esasên entegrasyonê ye.” 
 
'YÊN ÇARESERIYÊ NAXWAZIN HENE’
 
Xerîb Hiso, got ku derdorên naxwazin li Sûriyeyê çareseriyeke mayinde çêbibe hene û ev tişt anî ziman: “Hêzên paramîlîter ên li herêmên dagirkirî, çareseriyê naxwazin. Ew ne aliyên avakirinê, yên wêraniyê ne. Ew berjewendiyên xwe yên şexsî difikirin. Ji bo gelan daxwazeke wan nîne. Ew jî dizanin ku cihê wan di Sûriyeyeke demokratîk de nîne lewma hewl didin pêvajoya heyî têk bibin. Her roj li ser medyaya dijîtal li dijî HSD’ê parvekirinên nefretê dikin. Çareseriyê naxwazin lewma nûçeyên xelet parve dikin. Ji ber vê êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Şaneyên DAIŞ’ê yên li herêmê ji bo vê êriş dikin. Dixwazin rêyên çareseriyê bigirin. Jinûavakirina Sûriyeyê ji her alî ve dê bandorê bike. Yên pêşiya vê digirin jî sûc dikin. Koalîsyon û DYA di vê pêvajoyê de bi roleke pêşeng radibe. Aliyan tîne gel hev. Tevî hemû astengkirinan jî dê di Peymana 10’ê Adarê de pêşketin çêbibin.” 
 
'DIVE TIRKIYE SIYASETA XWE YA LI SÛRIYEYÊ BIGUHERÎNE’ 
 
Bi domdarî Xerîb Hiso bal kişand ser mudaxileyên Tirkiyeyê yên karên navxweyî yên Sûriyeyê û got: “Tirkiye ne tenê cîranê Sûriyeyê ye. Bi Peymana Edeneyê re ev 23 sal in ji hêla leşkerî û siyasî ve di hundirê Sûriyeyê de ye. Bi hilweşîna rejîma Esed re welatên weke Rûsya û Îranê polîtîkayên xwe yên li Sûriyeyê guherandin. Divê Tirkiye jî biguherîne. Sûriye, welatekî serbixwe ye. Tirkiye nikare siyaseta xwe ya berê bimeşîne. Nikare bibêje ‘ez cihên nû dagir bikim, axa xwe berfireh bikim.’ Divê Tirkiye piştgiriyê bide entegrasyonê û pêşiya gavên demokratîk veke. Heke Peymana 10’ê Adarê pêk were, dê li Sûriyeyê vejînek çêbibe. Divê Tirkiye piştgiriyê bide vê vejînê. Bi piştgirîdayîna çeteyan re zirarê dide pêvajoyê û ev dê zirarê bide wê jî.” 
 
PÊVAJOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK 
 
Xerîb Hiso, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi pêşengtiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi bîr xist û got ku Tirkiyeyê heta niha tu gavên şênber neavêtiye. Hiso, got: “Tiştekî xelet e ku Tirkiye xwe li benda geşedanên li Sûriyeyê digire. Ev, xeletiyeke siyasî ye. Ev xeletî, hem gelên Tirkiyeyê hem jî yên Sûriyeyê dixitimîne. Divê yên li Tirkiyeyê aştiyê dixwazin, piştgiriyê bidin aştiya Sûriyeyê jî. Gavên şênber ên Tirkiye naavêje, li Sûriyeyê aloziyê xweyî dike. Çete ji vê hêz digirin û gefan li Kurdan dixwin. Ev kom di bin kontrola Tirkiyeyê de ne. Tirkiye dikare bi roleke erênîtir rabe lê nizanim xwe li benda çi digire. Ne diyar e dê sibe li Sûriyeyê çi bibe. Divê Tirkiye inyeta xwe li gorî pêvajoya heyî aşkera bike. Şandeyên me diçin Şamê û jê re dibêjin herin Tirkiyeyê qaneh bikin. Ji şandeyên me re dibêjin, heke hûn Tirkiyeyê qaneh bikin, ji xwe em jî cuda nafikirin. Lê ev gotin tenê bi devkî ne, nivîskî tiştek nîne. Tirkiye jî bi devkî her tiştekî qebûl dike lê dixwaze dem qezenc bike. Divê Tirkiye tavilê bi Rêveberiya Xweser re li ser maseya diyalogê rûnê. Mafê Rêveberiya Xweser heye ku bi her kesî re hevdîtinan bike.” 
 
REWŞA GIRÊ SPÎ, SERÊKANIYÊ Û EFRÎNÊ
 
Xerîb Hiso, da zanîn ku bi entegrasyona demokratîk re dê têkiliyên di navbera gelên Sûriyeyê de jî xurtir bibin û axaftinaq xwe wiha qedand: “Tu hêz dê nekarin pêşiya vê bigirin. Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Veguhêz îdia kir ku HSD êrişî noqteyeke leşkerî ya li nêzî Bendava Tişrînê kiriye. Bi zanebûn van nûçeyên xelet parve dikin. Gel di ferqa bêîstîqrariya tê xwestin were avakirin de ye. Di serî de bajarên Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê, gelek bajar dagirkirî ne. Nêzî salek e rejîm guheriye lê hikûmeta veguhêz hêj jî têkildarî van bajaran biryarek nedaye. Nikarin biryara wê bidin. Divê gel vegerin bajarên xwe lê komên girêdayî Tirkiyeyê li van bajaran mafên mirovan binpê dikin. Gel neçar kirine ku di konan de bijîn. Kesên niha li Efrînê dijîn, ji bajarên cuda anîne wir. Ev kes dikarin vegerin bajarên xwe. Lê di malên Kurdan de dimînin û vîdeoyên ku gefan li Kurdan dixwin parve dikin. Divê ev çeteye ji Efrînê bên derxistin. Nahêlin gel vegerin malên xwe. Ji bo gel vegere malên xwe xebat hene. Heke gel vegere malên xwe wê demê dê pêşiya îstîqrarê jî vebe. Rejîm guherî, wê demê çima gel hêj nikarin vegerin mala xwe? Pêşîlêgirtina vê, pêşîlêgirtina çareseriyê ye. Pirsgirêk, bi diyalogê dikarin çareser bibin.” 
 
MA / Emrullah Acar