Girtiyê ku jê re gotin ‘baş bûye’ û şandin li girtîgehê rewşa wî giran bû

  • rojane
  • 12:04 3 Mijdar 2025
  • |
img
STENBOL - Mehmet Edîp Taşar ku ji ber nexweşiya xwe rakirin nexweşxaneyê, jê re gotin “baş bûye” û şandin girtîgehê. Taşar ku 18 caran anjiyo bûye û 8 stend pêve hatine kirin, li girtîgehê rweşa wî giran bû û rakirin revîrê. 
 
Mehmet Edîp Taşar (68) ku li Girtîgeha Hejmar 5 a Tîpa L a Marmarayê (Sîlîvrî) tê ragirtin û di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de cih digire, heta niha 18 caran anjiyo bûye û 8 stent xistine dilê wî. Taşar, ku ji ber nexweşiya xwe rakirin nexweşxaneyê, jê re gotin “baş bûyî” û dîsa şandin girtîgehê. Taşar, li nexweşxaneyê aloz bû û rakirin revîrê. Dilê Taşar zeîf e lewma rewşa wî giran bû. Di 20’ê Cotmehê de sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sing Dil û Demarê ya Mehmet Akîf Ersoy a li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê. Li vir demekî kin hate tedawîkirin û piştre jê re gotin “rewşa te baş bûye” û şandin girtîgehê. Agahî bi malbat û parêzerê Taşar re nehatin parvekirin. Parêzer, dema çûyî serdana li girtîgehê hay ji rewşê bû. Malbata ku pêr li nexweşxaneyê Taşar ziyaret kiribû, duh dîsa çû serdanê. Lêbelê jê re gtin ku Taşar baş bûye û şandine girtîgehê. Taşar ê şandin girtîgehê, di heman saetan de dîsa aloz bû û rakirin revîrê. 
 
ŞANDIN GIRTÎGEHÊ Û ÎCAR RAKIRIN REVÎRÊ 
 
Malbata Taşar têkildarî mijarê agahî dan û got ku Taşar duh ji girtîgehê li wan geriyaye û ji wan re gotiye “rewşa min gelek nebaş e, ez nexweş im.” Piştî agahdarkirina malbatê, parêzerê Taşar dora saet 14.00’ê çû girtîgehê û got ku Taşar dîsa rakirine revîrê û nekariye were hevdîtinê. Parêzerê Taşar got ku tedawiya miwekîlê wî li revîrê didome. Parêzer, got ku rewşa Taşar giran e û divê tavilê were berdan. 
 
MEHMET EDÎP TAŞAR KÎ YE?
 
Mehmet Edîp Taşar ê 68 salî ku di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de cih digire, ji ber şert û mercên girtîgehê gelek pirsgirêkên tenduristiyê dijî. Nexweşiya wî ya dil heye û heta niha 18 caran anjiyo bûye. Ji ber nexweşiya dil, 8 stent xistine dilê wî. Her wiha nexweşiya wî ya kronîk a şekirê heye. Ev rewş di raporên wî yên tenduristiyê de jî cih digire. Taşar ku nikare pêdiviyên xwe yên şexsî cîbicî bike, bi alîkariya girtiyên din dijî. Ji ber nexweşiyên xwe yên giran û kronîk, heta niha 3 caran sewqî ATK’ê hatiye kirin lê daxwaza berdana wî hatiye redkirin. 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû