AMED - DFG’ê rapora xwe ya binpêkirinên mafên rojnamegeran a meha Cotmehê aşkera kir. DFG’ê, cih da gelek ceza, sansur û rojnamegerên girtî û got: “İsrara me ya di rojnamegeriya aştiyê de dê bidome.”
	Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), “Rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Cotmehê” aşkere kir. DFG’ê di rapora xwe de destnîşan kir ku êrişên li dijî çapemeniyê roj bi roj zêde dibin û diyar kir ku tabloya li Tirkiyeyê heye her ku diçe tarî dibe. DFG’ê diyar kir ku daneyên ku di meha Cotmehê de derketin holê; di azadiya îfade, raman û çapemeniyê ya li Tirkiyeyê de weke lekeyeke reş derbasî dîrokî bûn.
	HAKAN TOSUN 
	DFG’ê bi domdarî wiha got: “Rojnameger Hakan Tosûn dema diçû cem malbata xwe ya li navçeya Esenyûrtê ji ber di rê de hate derbkirin xwîn çû ser mejiyê wî û di 14’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Rojnamegerek di nava kolanê de hate qetilkirin lê tu rayedarên dewletê tu daxuyanî nedan û ji bo cînayet neyê ronîkirin ketin nava hewldanê. Ev yek nayê qebûlkirin. Cînayeta Tosûn hej jî nehatiye ronîkirin û fikarên raya giştî ji holê nehatin rakirin. Em ê pirsîna pirsa ‘Çi bi serê Hakan Tosûn hat?’ bidomînin. Di meha Cotmehê de êrişên li dijî rojnamegeran bi tenê Hakan Tosûn bisînor neman. Di meha Cotmehê de êrişî 5 rojnamegeran hate kirin. Mûameleya nebaş li 7 rojnamegeran hate kirin û şopandina nûçeyan a 15 rojnamegeran hate astengkirin.”
	‘POLÎTÎKAYÊN QEYÛM VEGUHERÎN REJÎMÊ’  
	DFG’ê destnîşan kir ku desthilata AKP’ê polîtîkayên xwe yên qeyûm veguherandine rejîmê û wiha domand: “Piştî ku rojnameger Merdan Yanardag di meha Cotmehê de bi ‘Operasyona Sîxurtiyê’ hate binçavkirin, qeyim tayînî TELE1ê hate kirin. Di dema weşanê de qeyim tayînî TELE1ê hate kirin û hesaba wê ya Youtubeyê hate girtin. Ev yek ji bo demokrasiya Tirkiyeyê lekeyeke reş e. Piştî vê yekê gelek kedkarên TELE1ê yên ku qeyim qebûl nekirin îstîfa kirin.”
	SANSUR  
	DFG’ê, destnîşan kir ku yek ji mijarên girîng ên meha Cotmehê jî sansur bû û ev agahî parve kir: “Parvekirinên nûçe û nivîsên medyaya dijîtal yên der barê mirina Rojîn Kabaîş de ku bûye wijdanê civakî hatin astengkirin. 2’yemîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Wanê 86 hesabên ku têkildarî Rojîn Kabaîşê de nûçe û nivîs parve kirin girtin û naveroka 540 nûçeyên di medyaya dijîtal de asteng kir. Her wiha dozgeriyê; der barê Midûra Nûçeyan a JİNNEWSê Oznûr Deger a îdiayên têkildarî Rojîn Kabaîşê de kirin nûçe û edîtora JİNNEWS’ê Dîlan Babat a nûçeya têkildar parve kir lêpirsîn da destpêkirin.
	Rêveberiya Tevgera Azadî ya Kurd ragihand ku bi erêkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi vekişîna hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê kirine. Ev banga dîrokî bi taybetî di çapemeniya Kurdistanê û Tirkiyeyê de di çapemeniya cîhanê de cihekî girîng girt. JİNNEWS, Ajansa Welat, Rojnameya Yenî Yaşamê û Ajansa Mezopotamyayê ku ji kevneşopiya Çapemeniya Azad in, ji ber ku ev kêliyên dîrokî bi xwînerên xwe re parve kirin, rastî sansurê hatin. Hesaba İnstagramê ya fermî ya Ajansa Mezopotamyayê û hesaba Tîktokê ya JİNNEWSê hatin girtin. Her wiha naverokên li ser hesabên İnstagramê yên JİNNEWS û Rojnameya Yenî Yaşamê, hesabê Tîktokê ya Ajansa Welat û hesabê YouTube ya JİNNEWS’ê hatin parvekirin jî bi hinceta ‘qeydên komê binpê kiriye’ hatin jêbirin.”
	QEYÛM Lİ TELE1’Ê HAT TAYÎNKİRİN  
	DFG’ê diyar kir ku yek ji mijarên girîng ên meha Cotmehê ew e ku hem fatûreya krîza aboriyê hem jî ya feraseta qeyûm ji rojnamegeran re hate birîn û got: “Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê diyar kir ku piştî Fona Sîgorteyê ya Mewdueta Teserûfê (TMSF) Flash Haber Tv, Ekoturk Tv, Haberturk Tv, Show Tv, HT Spor, Bloomber HT di nav de dest danî ser saziyên medyayê û qeyûm tayînî wan hate kirin 150 xebatkarên Flash Tvyê ji kar hatin derxistin. Xebatkarên TELE 1’ê jî ji bo qeyim şermezar bikin bi komî îstîfa kirin. Di meha Cotmehê de 156 karker ji kar hatin derxistin.”
	DANEYÊN TÊKİLDARÎ BİNPÊKİRİNÊN Lİ DİJÎ ROJNAMEGERAN   
	DFG’ê di berdewama rapora xwe de ev dane parve kir: “Daneyên din ên girîng ên meha Cotmehê ev in; 8 rojnameger hatin binçavkirin û 2 rojnameger jî hatin girtin. Rojnameger Fûrkan Karabay di hucreya yek kesî de tê ragirtin. 28 rojnameger hêj jî dîl girtîne. Di meha Cotmehê de ji ber nûçeyên ku Midûra Nûçeyan a JİNNEWSê Oznûr Deger a der barê wê de du lêpirsîn hatin destpêkirin çêkirine, 3 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hepsê lê hatin birîn. Li 10 rojnamegeran 12 sal û 2 meh û 20 roj cezayê hepsê û 78 hezar û 722 lîre cezayê pereyan hate birîn. Derbarê 7 rojnamegeran de lêpirsîn hate destpêkirin û lêpirsîna 2 rojnamegeran veguherî dozê.
	ERÊKİRİNA CEZAYÊ ROJNAMEGERAN 
	Di meha Cotmehê de danişîna gelek rojnamegeran hate lidarxistin. 22yemîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edlî ya Herêmê ya Enqereyê (Dadgeha Îstînafê) 6 sal û 3 meh cezayê hepsê ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ li Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, Midûra Nûçeyan a JİNNEWSê Oznûr Deger, Şefê Buroya MA’yê ya Enqereyê Selman Guzelyuz, nûçegihanên MA’yê Emrullah Acar û Zemo Aggoz Yîgîtsoy û rojnameger Hakan Yalçin û Denîz Nazlim hatibû birîbûn erê kir. Zimanê nûçeyan û zimanê rêxistinê ji hev digire weke hincet hate nîşandan. Qebûlkirina vê yekê li dijî hiqûqê ye û nirxandineke subjektîf e. Em van cezayên bêhiqûqî qebûl nakin, em ê têkoşîna hiqûqî ya hempîşeyên xwe veguhêzin dadgeha jortir.”
	DFG’ê di dawiya raporê de anî ziman ku êrişên li ser çapemeniyê roj bi roj zêde dibin û ew ê li hemberî zextan serî netewînin, dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin. 
	ROJNAMEGERÊN GİRTΠ
	Di raporê de navên 28 rojnamegerên girtî jî hate parvekirin. 
	Navên wan wiha ne: 
	“* Ahmet Uzan - Midûrê Nûçeyan a Rojnameya Sabah Egeliyê 
	* Alî Bariş Kurt - Rojnameger
	* Alî Unal - Nivîskarê Rojnameya Zamanê 
	* Can Taşkin - Midûrê Karên Nivîsan ê Berpirsyar ê CT Haberê û GYY’ê CT Haber TV’yê
	* Devrîm Ayik - Xebatkarê Kovara Ozgur Halkê 
	* Dogan Pehlevan - Karîkatûrîstê Kovara LeManê
	* Elîf Ersoy - Berpirsyara Nivîsan a Kovara Yuruyuşê 
	* Emîn Aydin - Gerînendeyê Giştî yê Malpera Nûçeyan a Aydin Dengeyê 
	* Erdal Susem - Edîtorê Kovara Eylulê
	* Erol Zavar - Xwedî û Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Odakê 
	 * Fatih Altayli - Rojnameger
	* Furkan Karabay - Rojnameger
	* Gultekîn Avci - Nivîskarê Rojnameya Bugunê
	* Hamdullah Bayram - Belavkarê rojnameyê
	* Hatîce Duman - Xwedî û Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Atilimê 
	* Kadir Koç - Xwediyê Îmtiyazê yê Huryolê 
	*  Mehmet Baransu - Nivîskarê Rojnameya Tarafê
	* Merdan Yanardag -  Rojnameger
	* Mîktat Algul - Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Mezîtlî FM’ê 
	* Mûrat Çapan - Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Noktayê 
	* Mûstafa Gok - Nûnerê Enqereyê yê Kovara Ekmek ve Adaletê 
	* Osman Çalik - Gerînendeyê Weşanê yê Samanyolu Haber Radyoyê 
	* Ozden Kinik - Xebatkarê TRT’ê
	* Perîhan Erkilinç - Nûçegihanê Ozgur Gelecekê
	* Recaî Morkoç - Edîtorê Buroya Herêmê ya Antalyayê yê Ajansa Nûçeyan a Cîhanê 
	* Samî Tunca - Midûrê Karên Nivîsan ê Kovara Mucadele Bîrligiyê 
	* Semih Elîtaş - Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat 
	* Ziya Ataman - Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA).”   
