Li Amedê meşa 9'ê Cotmehê: Heya azadiya Abdullah Ocalan pêk bê, em ê bitêkoşin
- rojane
- 17:29 09/10
Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Amedê meşê li dar dixe.
Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li Amedê meşê li dar dixe.
Sadiq Hesen ê li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Tekîrdagê dihat ragirtin, piştî 30 sal û 9 mehan hate berdan. Hesen ku ji Dêrik a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ji bo dersînorkirinê birin Midûriyeta Îdareya Koçê ya Tekîrdagê.
Şandeyeke ji Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku endamên komîsyonê û kesên ji Dîwana Serokatiya Meclisê jî tê de cih digirin, dê di çarçoveya plansaziya pêvajoyê de were Amedê.
Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê li gelek bajaran hate protestokirin û beşdaran diyar kirin ku divê her kes li dijî komployan dengê azadiyê bilind bikin û gotin: “Azadiya Abdullah Ocalan dê ji bo aştiya gelanû siberojê gava herî şênber be.”
Di danişîna doza rojnameger Rahîme Karvarê de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, mutalaa hate pêşkeşkirin û dozger daxwaza cezayê hefsê kir.
Di danişîna doza rojnamevan Reyhan Hacioglû de ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, biryara berdewamiya kontrola edlî hate dayin. Ji bo rojnameger Welat Ekîn jî biryara anîna bi darê zorê hat dayin.
HSD’ê êrişa hêzên Hikûmeta Demkî ya li gundewarên Bendava Tişrînê têk bir. Di dema bersivdayînê de êrişkarek hate kuştin.
Komîsyona Parêzeran a Doza Komkujiya Garê ya 10’ê Cotmehê û Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê, bi boneya salvegera 10’emîn a komkujiyê rapora xwe aşkera kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan, bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş a 78 salî Besê Ecer û got: “Ger neynûka wê zirar bibîbe berpirsiyarên wê Wezareta Dadê, serokê dadgehê û îdareya girtîgehê ne.”
Mehmet Salih Erden ku piştî 30 salan hate berdan, li bajarê xwe navçeya Hezexê ya Şirnexê bi girseyî hate ziyaretkirin.
Danişîna doza Xwediyê Weşanxaneya Aramê Hakki Boltan û Delîl Zengeralp ku ji ber 2 pirtûkan bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" tên darizandin, hat lidarxistin.
TJA û DBP’ê diyar kirin ku Manîfestoya Civaka Demokratîk, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vala derxistiye.
Li ser îfadeya şahidê nepen “K8Ç4B3L1T5”, der heqê rojnameger Abdurrahman Gok de îdianameyeke nû hate amadekirin. Şahidê nepen der heqê Gok de dibêje "Wêneyê bêbandorkirina Kemal Kurkut a ji hêla hêzên ewlehiyê ve, Abdurrahman Gok kişandî ye” û îdianame li ser vê îfadeyê hatiye vekirin.
Lamîa Asu ku piştî 31 salan ji Girtîgeha Jinan a Şakranê hate berdan, birin Navenda Paşveşandinê ya Harmandaliyê. Lamîa Asu, li bendê ye ku vegere Efrînê.
Parêzerê OHD’î Mehmet Şîrîn Şahîn, diyar kir ku di sala 2016’an de ji bo girtiyên ku di dosyaya wan de “bombe/teqemenî” cih digire, pergaleke cuda ya cezakirinê di meriyetê de ye.