ROJEVA 21’Ê ÎLONA 2025’AN
- rojane
- 09:00 21/9
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo torena 32’yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad payemek şand û got: “Di pêkanîna berpirsyarî û ked dayînê de endamên hêja yên çapemeniyê, xwedî berpirsiyariyeke dîrokî ne.”
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê ku bertek nîşanî biryara têkildarî "mafê hêviyê" ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan, gotin ku divê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê.
Malbatên şehîdên çapemeniya azad ku beriya merasîma Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter serdana Yenî Yaşamê kirin, peyama "Bila her kes zanibe ku em ê bi ser bikevin" dan.
Şîna ku li Îzmîrê ji bo Guney Dînar ê di sala 2019'an de li Garê jiyana xwe ji dest da hat danîn, bi girseyî hat ziyartekirin.
Parêzvanên mafên mirovan xwestin girtiyên nexweş Cemîl Îvrendi, Sureyya Bûlût û Atakan Fahrettînoglû demildest bên berdan.
Siyasetmedar Îbrahîm Ayhan di salvegera mirina xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Di bîranînê de soza domandina têkoşîna wî hat dayîn.
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de ji bo Îbrahîm û Edip Çelîk ku ji aliyê Hizbullahê ve hatin windakirin, daxwaza edaletê kirin. Di çalakiyê de îşaret bi bivênevêbûna avakirina komîsyonên heqîqetê hat kirin.
Di çalakiyên ku ji aliyê xizmên windayan û ÎHD'ê ve li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin lidarxistin de, ji bo Îbrahim Gundem, Abdûllah Tarim û Saît Akin ên ku di binçavan de hatin windakirin û qetilkirin, edalet hat xwestin.
DBP û DEM Partiyê, têkildarî 33'yemîn salvegera qetilkirin Mûsa Anter de daxuyanî dan û gotin ku dê mîrateya têkoşînê ya Mûsa Anter bidome.
Mûsa Anter, li Amedê li kuçeya lê hat qetilkirin hat bibîranîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê têkoşîna Çapemeniya Azad her bidome.
Komîsyona Wezîran têkildarî "mafê hêviyê" îşaret bi komisyona ku li meclisê hatibû avakirin kiribû. Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş ku vê yekê nirxand, got: "Komîsyon divê bi rêya qanûnên demkî tavilê 'mafê hêviyê' daxilî rojeva xwe bike."
Texsîvan Alî Sancarê ku li Beyoglûyê êrişî wî hat kirin û hat xespkirin, jiyana xwe ji dest da.
Bavê Rojin Kabaîşê Nizamettin Kabaîş, serî li Wezareta Dadê da û xwest ku agahiyên kêm ên di dosyeya dozê de bên çareserkirin. Kabaîş got: "Divê agahiyên kêm bên çareserkirin û kujer bên dîtin."
Xelatên 32’yemîn yên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad, bi merasîmekê hatin dayin. Di axaftinên torenê de banga “Dev ji zimanê jehrî berdin, em aştiyê ava bikin” hate kirin.