Herêm ji navendê zelaltir e: Madem hûn dibêjin 'aştî', bila Ocalan were li Meclisê biaxive
- rojane
- 09:06 19/9
Li Çewligê kesên di CHP, DEVA û Partiya Saadetê de siyasetê dikin, di serî de mafê zimanê zikmakî, dixwazin hemû maf bên mîsogerkirin. Her wiha ji bo pêvajo bi erênî bi encam bibe destnîşan dikin ku divê hevdîtin bi Abdullah Ocalan re bê kirin.
