Tehliyeya Ay bi hinceta 'pêvajo şîrove nekir' ji bo 3 mehan hat taloqkirin
- rojane
- 09:52 28/8
Tehliyeya girtî Halîl Ay bi hinceta ku têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk şîrove nekir, ji bo 3 mehan hate taloqkirin.
Tehliyeya girtî Halîl Ay bi hinceta ku têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk şîrove nekir, ji bo 3 mehan hate taloqkirin.
Ji Dayikên Aştiyê Sûltan Bozkurt ku komîsyonê axaftina wan ya bi Kurdî asteng kir, got: "Astengkirina axaftina bi Kurdî li cihekî ku pirsgirêka Kurd lê tê nîqaşkirin, li dijî felsefeya bingehîn a lêgerîna aştiyê ye. Zimanê me yê dayikê xeta me ya sor e; kes nikare wê asteng bike."
Welatiyên li Amed û Wanê dijîn ji komîsyona Meclisê li bendê ne demildest sererastkirineke qanûnî bên çêkirin. Di nav daxwazên welatiyan de ya sereke azadiya Abdullah Ocalan û perwerdehiya bi zimanê dayikê ye.
Li Mêrdînê di heşt mehên dawî de 23 jin bi awayekî biguman mirin û 3 jin jî hatin qetilkirin. Parêzer Seher Acayê diyar kir ku ew bi rewşeke tirsnak re rû bi rû ne û got: "Niha em dibînin ku li holê tu sûcdar tune ne."
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Berat Nazlican ê ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dabû, li Çawligê bi girseyî hat veşartin.
Hevberdevka HDK'ê Meral Daniş Beştaş ku di civîna Komîsyona Meclise de axivî bertek nîşanî astengkirina axaftina kurdî ya Dayikên Aştiyê da û got: “Bi rastî, di mesela zimanê dayikê de siyek li ser xebatên meclisê heye û em dikarin bi gavên erênî vê siyê rakin.”
Serokên Baroyên bajaran ku di civîna Komîsyona Meclisê de axivîn destnîşan kirin ku divê Tirkiye modela xwe pêş bixe û gotin ku ji bo hemwelatiyeke wekhev divê mafê kurdan, ziman û nasname di destura bingehîn de bê misogerkirin.
Cenazeyê endamê HPG’ê Berat Nazlican, piştî 6 salan li Meletiyê hate wergirtin û ji bo definkirinê birin Çewligê.
Serokê TBB’ê Erînç Sagkan di civîna komîsyonê de axivî û got: “Em dixwazin girtinên bi keyfî bi dawî bibin, azadiya çapemenî û xweîfadekirinê were cîbicîkirin, bi biryarên darazê were kirin û sepana qeyûm bi dawî bibe.”
Şîna Fermandarê Eyaleta Rojavayê Zapê yê HPG’ê Bulut Kîşîn ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dabû, di roja sêyemîn de didome.
Hevserokên Giştî yên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ji bo beşdarî Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat bibin, çûn Herêma Federe ya Kurdistanê.
ÎHD û OHD’ê rapora xwe ya têkildarî merasîma çekberdanê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk aşkera kir û ji bo pêşketina pêvajoyê pêşniyarên xwe pêşkeş kirin.
DEM Partiyê, bertek nîşanî qutkirina avê ya li Colemêrgê da û diyar kir ku rexmê çavkaniyên avê yên bajêr zêde ne bi qeyrana avê re rû bi rû ne.
Hêzên Ked Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê ji bo mitînga 1’ê Îlonê ku dê di 31’ê Tebaxê de were lidarxistin, banga tevlibûnê kir.