Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestoyên komployê
- rojane
- 11:59 09/10
Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestoyên li dijî komploya 9’ê cotmehê ya li dijî Abdullah Ocalan dest pê kirin.
Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestoyên li dijî komploya 9’ê cotmehê ya li dijî Abdullah Ocalan dest pê kirin.
Parlamenterên DEM Partiyê diyar kirin ku ew ê di 13’ê cotmehê li Amedê rêya çareseriyê pêşkeşî îktîdarê bikin û li dijî komploya navneteweyî her kes vexwendin mitînga ku dê li Qada Stasyonê bê lidarxistin.
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir destnîşankir ku fikra Netewa Demokratîk a Abdullah Ocalan wê ji bo krîzên li Rojhilata Navîn bibe çareserî û got: “Jiyana azad ku em lê digerin ne mucîze ye, li Rojava mîna stêrkan dibiriqe. Ji ber vê yekê divê Rojhilata Navîn bibe Rojava.”
Parêzer Mûharrem Şahîn diyar kir ku dema salekê ya ji bo “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn demekî dirêj e û got: “Divê saniyekê jî neyê sekinandin. Ev mafekî ku divê were bi cih anîne.”
Ahmet Faruk Unsal ku di Şandeya Mirovên Aqilmend cih digirt, diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û axaftina li ser aştiya navxweyî divê tecrîda li Îmraliyê were rakirin û Abdullah Ocalan muxatab were girtin.
DBP’ê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Em bang li tevî sazî û rêxistinên demokratîk û azadîxwaz, gelên Kurdistan û Tirkiyê dikin ku, xwedî li îradeya çareseriyê ya birêz Ocalan derbikevin.”
Hevşaredara Misircê Sadiye Aktîn, hevserokên DEM Partiyê û DBP’ê yên Misircê jî di nav de 5 jin hatin binçavkirin.
Antropolog-civaknas Felîx Padel diyar kir ku sedema komploya navneteweyî fikirên Abdullah Ocalan û pergala ku wî afirandiye ye û got: "Ocalan ew sembol e ku ji bo pevçûnên xitimandî rê dibîne."
Hevşaredarê Komelgeha Zorava ya Şengalê Nemir Puko, diyar kir ku armanca peymana Şengalê tasfiyekirina fikrê netewa demokratîk bû û anî ziman ku tu hêz dê nekaribin vîna civaka êzidî bişikînin.
Hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso, dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ya beriya 5 salan wekî berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan nirxand û got: "Bidawîkirina dagirkeriyê tê wateya bidawîkirina komploya navneteweyî."
Mehmet Ocalan diyar kir ku derhiqûqtiya li Îmraliyê bi erêkirina hêzên di komploya li dijî Abdullah Ocalan de cih girtin didome û wiha got: “Em nizanin ka Serok li ku ye. Divê her kes di 13’ê cotmehê de li Amedê vê pirsê bike.”
Ji bo girtiyê nexweş Abdurrahman Gemîcîoglû yê 67 salî ku piştî cezayê lê hat birîn hat erêkirin, bi hinceta "xetereya jiyanê" hat girtin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hat dayîn.
Tehliyeya girtiyê bi navê Serdar Şitilay ê ku gotibû "Eger ez azad bibim ez ê ji bo azadiya gelê xwe siyasetê bikim" careke din hat taloqkirin.
Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser platforma X'ê kampanyaya hashtagê hat destpêkirin.