ENQERE - Rêveberê Komeleya Hemwelatiyên Helsînkî û endamê Însiyatîfa li Dijî OHAL'ê Bulent Atamer, diyar kir ku cihê OHAL'ê têrê nekir, polîtîkaya şer xistine dewrê. Atamer aşkera kir ku di mijara kurdan de gelek partî nijadperestiyê dikin.
Şerê li dijî Efrînê careke din di rojeva sereke de cih girt. Gelek geşedanên ku êrîşên li dijî Efrînê digire nava xwe, li Tirkiyeyê di nava hev de ye. Ji hêlekê ve êrîşên li dijî Efrînê dewam dike, ji hêla din ve bi hevkariya hilbijartinê re rojev tê afirandin. Gelek kes êrîşên li dijî Efrînê wekî razemeniya hilbijartinê şîrove dike. Rêveberê Komeleya Hemwelatiyên Helsînkî û endamê Însiyatîfa li Dijî OHAL'ê Bulent Atamer, geşedanên di vê der barê de ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand.
HESAB DIKIN KU DI HILBIJARTINÊ DE TEQES BI SER KEVIN
Atamer, da zanîn ku AKP dixwaze di hilbijartinê de teqes bi ser keve û wiha axivî: "Dixwaze vê hilbijartinê teqes bi dest bixe. Hemû razemeniyê xwe ji bo vê dike. Bi taybetî qesir û serokê wê, kesên li dora wî civiya ne tansiyon bilind dikin û dixwazin bi vê rêyê hilbijartinê bi dest bixin. Ji bo wê her dem nefret û hêrsê derdixin pêş."
PARTIYA STÛ TEWANDINÊ!
Atamer da zanîn ku li holê AKP nema ye û "her tişt li dora qesrê vedigere" û wiha got: "Wezîrên ku hatine tayîn kirin jî wekî memûran dixebitin û mekanîzmayeke wiha heye. Qesrê rêvebirin xistiye destê xwe. Bernameyên rojane yên wezîran û polîtîkaya wan raste rast qesir diyar dike. Ez qala kabîneyeke din a qesrê dikim. Ev avahiyeke formmel nîne, ez qala qesreke serokatiyê ya ku bi sedan û heta bi hezaran mirov têde dixebitin dikim. Dîsa bi dehan mirovên ku ji bo piştgiriyê derdikevin televîzyonan û diaxivin hene. Ev ekîb wekî mekanîzmayekê dixebite. AKP xwe wekî sazîbûnekê nabîne. Bûye partiyeke wisa ku tenê serok û ekîba heyî dikare hukmê siyasetê bike. Beyî serok AKP nikare hebûna xwe dewam bike. AKP bi stû tewandinê hebûna xwe dewam dike."
‘HEVKARIYA BI MHP'Ê RE NE NÛYE’
Atamer bal kişand ser hevkariya bi MHP'ê re hatiye kirin jî da zanîn ku ev hevkarî ne nûye. Atamer, destnîşan kir ku siyaseta netewperest li Tirkiyeyê gelek kûr e û ev tişt got: "Ya rast li Tirkiyeyê tu partî ji netewperestiyê xwe paqij nekiriye. Birdoziya netewperestiyê di nava MHPê de jî gelek bi hêz e. Di Partiya Niştiman (Vatan Partisi) de jî heye. AKP raste rast ji vir bingeh û kadroyan dewşirme nake. Lê di navbera wê û MHP'ê de têkiliyên membran hene. Dibe ku deng ji CHP biçin MHP'ê û ji wir jî biçin AKP'ê. Hebûna MHP'ê kar hêsantir dike. Wekî formel hevkariya bi MHP'ê re hatiye kirin, partiyên ji derveyên xwe jî bi şeklekî bi xwe ve girêdidin.
CHP PARTIYA DEWLETÊ YE
CHP, partiyeke rengîn e, berî her tiştî partiya eslî ya xwedî dewletê ye. Partiya dewletê ye. Di nava wê de rehên muxalîf hene. Aliyên wê yên tiştên pragmatîk ên birdoziya olî jî dide xebatê hene. CHP'ê her dem hişmendiya olî ya di kontrola dewletê de parast. Her çend netewperestiyeke ser hişk nebe jî lê dema behsa kurdan dibe CHP ji cihê xwe vediciniqe. Ji ber wê li dijî pêvajoya çareseriyê derket. Tiştên ji derveyê berjewendiyên eslî yên dewletê be, serê xwe wer hilnade û naçe. Ev di têkiliyên Yekitiya Ewropayê (YE), pirsgirêka kurd, pirsgirêka elewiyan, mijara azadiyan de jî tiştek wiha ye. Rêveberiya awarte cara ewil di sala 1925'an di serdema CHP'ê de îlan kirin. Di navbera sala 1925'an û rêveberiya awarte ya di sala 1987'an de anîn, 27 sal heye. Heta qanûna OHAL'ê derdikeve, 27 sal bi rêveberiya awarte derbas dibe. Her dem dema pêwîst kiriye dengê xwe li ser gel kêm dike, mekanîzmayeke ku wê firên dike hebûye. Ev helwesta dewletê ye. Li vî welatî dewlet xwediyê hemû avahiyên antî-demokratîk e. Serwerî dest diguhere, lê naqede. Di destê kî de be ew kêfxweş e, lê civak di bin zextan de ye."
‘JI BER KU OHAL'Ê TÊR NEKIR, EFRÎN XISTIN DEWRÊ’
Atamer, derbirî ku di şertên OHAL'ê de hilbijartin û hewldanek nikare bê kirin, tengijandina wê li her derê belav bûye û wiha got: "We li Sûrê mal bi serê mirovan de hilweşandiye, li Cizîrê nehiştiye miriyên xwe defin bikin, mirovan zarokên xwe di sarincan de veşartiye. Cihê ku OHAL'ê têrê nekir, polîtîkaya şer xistin dewrê. Efrîn an jî ewlehiya sînor, tişta ku jêre dibêjin ewlehî têgihana dewletê ye. Li welatê xwe, bi hemwelatiyê xwe re bi ser neketiye, dewleteke ku pirsgirêka xwe ya kurd çareser nekiriye, her kurdê di nava sînorê xwe de wekî gefekê dibîne. Li ku kurdek hebe, hema ewlehî tê hişê wan û dikeve nav pevçûnekê. Tişta li Efrînê diqewime, li bakurê Sûriyeyê diqewime fikara vê ye. Ji ber ku OHAL têrê nake, tabloya Efrînê derxist pêş."
MA / Kenan Kirkaya