Hikûmetê ji Îmraliyê xwest HDP serbixwe têkeve hilbijartina 7'ê Hezîranê

img

ENQERE - Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, têkildarî hevdîtina herî dawî ya di 5'ê Nîsanê de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk anî axivî û wiha got: "Heyeta dewletê ji Ocalan re got ‘Em girîngiyê didin ku HDP di meclîsê de cih bigire. Ji ber vê yekê bila serbixwe têkeve hilbijartinê' Lê piştî Ocalan piştgirî da biryara ku HDP wekî partî têkeve hilbijartinê ruyê heyeta dewletê guherî." 

Li Tirkiye di 5 salên dawî de du pêvajoyên li dijî hev hene. Di bingeha van pêvajoyên li dijî hev de hevdîtinên Îmraliyê û pêvajoya çareseriyê heye. Ev pêvajo bi awayekî fermî di 5'ê Nîsana 2015’an de bi hevdîtina dawî ya bi Ocalan re bi dawî bû. Têkildarî hevdîtina herî dawî ya 5'ê Nîsanê û pêvajoya piştî wê Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder,  fikrên xwe anîn ziman. Onder anî ziman ku di hevdîtina dawî de herî zêde li ser hilbijartinê rawestiyan û wiha got: "Ji bilî rojevên din ên rûtîn rojeva hilbijartinê hebû. Birêz Ocalan siyaseta demokratîk pêşniyar dikir. Dîsa hilbijartin wekî rojevek taybet girt dest. Li ser tifaq û namzetan rawestiya. Li ser rê û rêbazên xebatê rawestiyan." 
 
LI DIJÎ HELWESTA HIKÛMETÊ YA NE CÎDDÎ HELWEST NÎŞAN DIDA'
 
Onder, da zanîn ku Ocalan li ser gavên ku hikûmet bavêje, siyaseta demokratîk û mutabakatên li Îmraliye rawestiya û wiha got: "Birêz Ocalan herî zêde li ser helwesta hikûmetê ya ne cîddî radiwestiya. Dîsa ji mudaxaleya siyaseta demokratîk a sivîl hêrs dibû û digot 'Ev karana bêtir ciddiyetê dixwaze' û hikûmet bi ‘li dervê cîddiyetê' binav dikir. Dîsa digot li ser navê çareseriyê ne demokratikbûnê, qada hegamonîk ava dike." 
 
QADA JI SEDÎ 9
 
Onder, da zanîn ku Ocalan helwesta hikûmetê wekî ehmeqiyê pênase dikir û wiha axivî: "Birêz Ocalan bewer dikir ku siyaseta demokratîk dê rê li serkeftin û pêşketinên mezin veke. Dixwezt em û hikûmet vê yekê baş fam bikin. Dîsa digot hikûmet nikare vê yekê rake. We demê wekil û berdevkên hikûmetê her dem digotin pirsgirêka HDP’ê ya bendê heye. Dixwestin HDP serbixwe têkeve hilbijartinê. Her kesî digot HDP derneketiye ser benda ji sedî 9'an. 
 
HEYETA DEWLETÊ: "GIRÎNG E KU HDP TÊKEVE MECLİSÊ
 
Me dît ku heyeta dewletê ji birêz Ocalan xwest ku HDP têkeve meclîsê, lê wekî serbixwe têkeve meclîsê. Endamên heyeta dewletê ji Ocalan re gotin: "Li gorî lêkolînên me HDP li dora ji sedî 9'an e. HDP girîng e. Divê di meclîsê de cihê xwe bigire. Divê qumarek wisa nelîse û wekî partiyê nekeve hilbijartinê. Lê Birêz Ocalan welat dişopnad. ji televîzyona 12 kanalî Tirkiye dişopand. Dîsa nerînên ku me bi wîre parve dikir ji li ber çavan digirt. Her dem niqaş pêş dixist û zelal dikir. Birêz Ocalan piştgirî da biryara me ya ku em wekî partî têkevin hilbijartinê. Hikûmet û televîzyonan digot bendavê derbas bike jî dê bi zor û zahmet derbas bike. Lê min got ji ber ku hikûmet qadê ji xebatên me re venake ev rêje bilind xuya nabe. Ev rêje di rastiyê de bêtir li jor e. Me pratîk û encama hilbijartina rêveberiyên herêmî parve kir. Piştî niqaşan me biryar da ku em wekî partiyê têkevin hilbijartinê. Birêz Ocalan jî got 'Biryara we hûn wekî partî têkevin hilbijartinê. Ez jî piştgiriyê didim biryara we. Ger hûn bêtir bi biryar û bi coş bixebitin ev rêje dibe ku bigêje ji sedî 20.' Dema birêz Ocalan ev yek got ruyê heyeta dewletê hat guhertin. Ji ber ku wan jî ev rastî zanibûn û nedixwestin ev rastî bê zanîn. Di anketan de jî xuya dibû ku em di nava 13-15'an de bistînin." 
 
OCALAN: EZ CAWA BAWERIYA XWE BI CIDDÎYETA WE BÎNIM
 
Onder, anî ziman ku ev biryara wan girt li ser hevdîtinê bandorek çêkir û wiha got: "Lê sedem ne tenê ev e. Hikûmetê bi taybetî zor li Ocalan dikir ku partiyê bê çek bike û dîroka kongreyê diyar bike. Dixwest di vî milê de bang li partiyê bike. Di hevdîtinên ku me di nava xwe de dikir jî mijara sereke bû. Birêz Ocalan jî ji mere digot 'Ez dê bang li partiyê bikim.' Kongreyê di gulanê de dipa. Ev yek bi hevalên xwe û heyetê re parve kir. Nirxandinên  PKK’ê girt. Nerînek wan ya cuda tune bû. Ji ber vê yeke kongreya PKK'ê ya bêçekkirinê li benda bangek Ocalan bû. Piştî dewletê pir zor li Ocalan kir, Ocalan ji dewletê re got '3 sal di ser vê pêvajoyê re derbas bû, lê we hêj girtiyekî nexweş bernedaye. Mirov li girtîgehê jiyana xwe ji dest didin. Gelê me dixwaze ji cîddiyeta min û we bawer bike. Divê em vê bêcîddiyetiyê ji ser xwe bavêjin. Ji bo hikûmet girêdayî vê cîddiyetê be divê çavê sêyemîn ava bike.' Ocalan di çavê sêyemîn heyeta sêyemîn de israr dikir. 
 
OCALAN AMEDE BÛ
 
Got ku ‘Ezê bang bikim, lê anonsa vê yekê gava şandeya şopandinê hat vê derê ezê bikim.’ Dûre got ‘Dema min ev kir, tiştên hûnê bikin em ê bixin bin qeydan û çavê 3’yemîn jî dê şahidiya vê bike û girtekê vê yekê jî dê hebin. Ezê deklarasyonê weke eşkerekirina  niyetê binivîsim.’ Ka binîn bîra xwe gava Erdogan tiştên dixwestin di vir de neditin, wê demê gava pirsên rojnamegeran bersiv da, bi gotina ‘Em li benda tiştekê zêdetirbûn’ xwest balê bikişîne ser deklarasyona Dolmabahçe. Destpêkê nêzîkatiyek neyênî tunebû. Tişta me û Ocalan dît, hikûmet ji bo berjewendiyên xwe nêz dibe û armaca dike ku pêvajoya hilbijartinan derbas bike.
 
DOLMABAHÇE DENGÊN ME BILIND KIRIN
 
Piştî daxuyaniya  deklarayonê hat eşkerekirin dengên me bilind bûn. Aliyên dûrî HDP’ê jî rastiya Dolmanbahçe dîtin. Di dîroka siyasî ya nêz de, haya niha bi dewletê re li ser heman maseyê rûniştin û encamên têkoşînê di asta manîfestoyekê de pêşkêş kirin, wisan bi civakê re nehatibûn parve kirin. Hikûmet ji van hemûyan aciz bûbû û çavê 3’yemîn ango Birêz Ocalan pêvajo anî astek wisan ku hikûmet êdî nekara derewan bike. Birêz Ocalan bi eşkereyî got ‘Dibe ku ev hevdîtina me ya dawîn be. Ger ji were bêjin min banî we kiriye jî, heya şandeyeke şopandinê bi were neyê, hûn jî neyên vê derê.”
 
HILWEŞANDINA HERÎ MEZIN JIYANA HEVPAR JI HOLÊ RAKIRIN
 
Onder, bi dawî anîna pêvajoya çareseriyê jî wiha nirxand: “Hikûmet di nêzîkatiya ‘Em rojê xelas bikin, Xwedê mezin’ de bû. Her ku me dest bi bernameyek siyasî dikir, hikûmetê digot ‘Ka bila ev pevçûn jî bi dawî bibe, ev tiştên rehetin, dê derbas bibin.’ Tiştên digotin rehetin, civakî, polîtîk û dîrokî bûn û her ku diçû ev mezintir dibûn. Nêzîkatiya hikûmetê ya ji mijarê rev û rojan e, weke Birêz Ocalan jî gotî, cîdî nêz ne dibûn. Ev rastiya wan derketibû holê.”
 
ZAROKÊN PKK’IYAN TUNEYE!
 
Onder, dest nîşan kir ku qedandina pêvajoya çareseriyê, herî zêde bandora xwe li ser jiyana hevpar kir  û wiha domand: “Canên winda bûn û çûn…Li şûna wan dagirtin nemimkûn. Du hişt hene ew jî jiyana mirov û wexte. Mirov ne dikare wextê paşde bîne û ne jî dikare canê mirî ji nû de zindî bike. Tenê jiyana mirovan pir ezîze û ji gelek têgînên cîhanê bi qîmetire. Qada çapemeniyê bêdeng kirin û Meclîs jî bê bandor hiştin. Mûxalefetî dê çawan bê kirin, ferzî mûxalefetê kirin û ev yek bi wan dan qebûl kirin. Ji ber kîn û nefretala li dijî gelê kurd ev hemû hatin kirin. Digotin ‘em PKK û kurdan ji hev cûda dikin.' Ez tenê mînakekê bidim. Çi gotin, gotin 3-5 zarokên van hene. Em ewqas çûn û hatin me tu zarokên PKK’iyan nedîtin. Bi awayekê kategorîk û cûdakarî nêzî gelê kurd dibin.”
 
Onder, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Rexneya şandeyê ya herî mezin ew ku me gotina mekanîk a darbeyê baş ji gelan re nekarî vebêjin. Ger me karibûya vê bikin, dibe ku îro hemû tişt pir cûda bûya.”
 
MA / Kenan Kirkaya