STENBOL - Rojnameger û nivîskar Koray Duzgoren, bal kişand ser dagirkeriya Tirkiye ya Efrîne û rola hêzên kurevî û herêmî ya li ser dagirkeriyê û wiha got: "Piştî dagirkeriyê dê bi awayekî dembarî bandora neyînî li ser gel çê bibe. Lê dê sinorê rewabûna kurdan firehtir bibe. Kurd dê li Sûriye û Rojhilata Navîn bibin hêza mifteya çareseriyê.
Şerê li ser axa Sûriye ku ji ber nakokiyên hêzên kurevî dest pê kir, 8 salin didome. Şerê ku 8 salin li ser vê axê di navbea hêzên kurevî yên cuda de dest diguhere, di esasê xwe de bo parvekirina berjewendiyên hegemonîk e. Di nava şerê hêzên hegomonîk de Federasyona Sûriyeya Bakur hewl dide li ser esasê demokratîk-azadîparêz jiyanê ava bike. Di vê pêvajoyê de Tirkiye bi hevkariya OSO di 20'ê Çile de li dijî Kantona Efrinê ji hewayî û bejayî şerekî dijwar da destêkirin. Her çend di vî yerî de Tirkiye li qada şer xuya bû jî destê Rûsya, Almana, NATO û gelek welatên din jî di nava şer de cihê xwe girt. Ev yek di ziyaretên Serokomar, Wezîrên Karên Derve yên Tirkiye bi dewletên derve re pêk anî xwe da der.
Der barê geşedanen li ser axa Sûriye û Federasyona Sûriye Bakur pêş dikevin, Rûsya-DYA û dagirkeriya Tirkiye, Rojnameger û nivîskar Koray Duzgoren nirxand. Duzgoren, diyar kir ku Tirkiye di 24'e Mijdara 2015’an de balafira Rûsya ya şer xist û wiha got: "Tirkiye bi ve yekê di mijara sûriye de li derve ma. Rusya têkçuna Esad rawestand. Wekî hêzekê li herêmê parast. Heta ku Esad li herêmê wekî hêz raweste, tu derfetên ku Tirkiye li herêmê tev bigere tune ye."
‘AKP DIXWAZE RÊVEBERIYEK WEKÎ PÊLÎSTOKA XWE AVA BIKE'
Koray Duzgoren, da zanîn ku ev rewş nişan dide ku êdî li Sûriye cih ji Tirkiye re tune û wiha got: "Armanca AKP’ê ewe ku li Sûriye bi lez rejîma Esal hilweşîne. Dixwaze li şûna wê îktidara sunni-selefî ava bike. Bi vî awayî dixwaze rêveberiyek wekî pêlîstoka xwe ava bike. Dixwaze bi vê rêveberiya pêpîstok tevî rêveberiya Sûriye bi tevahî Rojhilata Navîn têxe bin kontrola xwe. DAIŞ û hêzen din ên selefî yên ku AKP li ber çavê hemû cîhanê piştgirî da wan, di demek nêzîk de nekarîbû rêveberiya Esad hilweşîne. Pişti şer dest pê kir kurdan û rêxistinên din ên li gel kurdan li vir xwe bi rêxistin kir. Piştî kurdan û komên girêdayî kurdan li dijî DAIŞ û selefiyan şer kir rejîma Şamê li ser piyan ma. Pişti koalisyona DYA û mudaxaleya Rûsya rewşa şer guherî.
'ERDOGAN KET FERMANA PUTÎN'
Duzgoren, anî ziman ku pişti rewşa şer guherî Erdogan û dewleta wî xwest komên selefî û eşîrên ereban li şûna kurdan bi cih bike û wiha berdewam kir: "AKP di xurtbûna kurdan û avakirina Sûriyeya nû de, pêşeroj ji bo xwe talûke dît. Piştî kriza balafira şer xwestin Erdogan lêborîn ji Pûtîn bixwazin. Bi lez ev yek pêk anîn. Putîn jî lêborîna Erdogan qebûl kir û bêtir Erdogan bi xwe ve girê da. Hemu hêza Erdogan û dewleta wî bi xwe ve girê da. Bi xêra Rûsya Tirkiye dîsa vegeriya ser hemdê xwe û Pêkanina Rusan û Putin a ewil li ser Erdogan Halepa Rojhilat bû. Gelek rêxistinên selefî yên raste rast di kontrola Erdogan de li ser peymana ku Rûsya bi Tirkiye re çêkir, bi daxwaza Erdogan Helep terk kirin. Bi vî şiklî Hezên rejîmê Heleba Rojhilat dîsa xistin destê xwe. Li aliyê din Şehba ya di destê DAIŞ'ê de ikramî Erdogan kirin. Ev herêma di navbera Kobanî û Erfînê de cih digire ji Cerabulus-Azez-Babe pêk tê. Tirkiye bi destûra Rûsya ev herêm ji destê DAIŞ'ê girt. Bi vê yekê destûr neda ku kantona Efrîn û Kobane bibe yek."
'RUSYA Û TIRKIYE, LI SER GUTA Û EFRÎNÊ LI HEV KIRIN'
Duzgoren, anî ziman ku piştî Şehbayê Tirkiye çavê xwe berda axa Efrinê û wiha lê zêde kir: "Tirkiye li Efrînê hebûna QSD û YPG kir hincet. Tirkiye di civina Astana û Soçî ya bi Rusya û Îranê re pêk anî de xwest Guta û Îdlibê bi dest bixe. Li van herdu herêman komên selefî yên girêdayî Tirkiye bi cih bûbûn. Rûsya li vir Efrîn ji Tirkiye re hişt û li hemberî wê Guta ji destê komên selefî derxist û teslimî rejîmê kir. Pûtîn destûr da Tirkiye ku têkeve Efrînê.
‘LI EFRÎNÊ ROLA SEREKE RUSYA YE'
Duzgoren, birîrxist ku di ketina Tirkiye ya Erfînê de her kes dizane ku rola sereke Rûsya ye û piştî Rusya destûr û piştgirî da Tirkiye û wiha got: "Bi van polîtikayên şer Erdogan bêtir hewl da îktidara xwe saxlem bike. Erdogan hemu hêzên şer dixwazin û meraqiyên militarizmê tevî hunermendan cilên leşkeri li wan kir û tev li xwepêşandanên li ser sînorê Sûriye bûn. Dema tevgera dagirkeriyê dest pê kir di serî de Neteweyên Yekbûyî û gelek hêzên din jî piştirî dan. Her kes dizane ku Tirkiye hiquqa navneteweyî îhal kiriye. Le her kes dizane ku di dagirkeriya Tirkiye ya Efrînê de rola sereke Rûsya ye. Ji ber ku Putîn destûr da ku Tirkiye têkeve Efrînê."
'ERDOGAN DAGIRKERÎ AŞKERE ÎLAN KIR'
Duzgören, bibîr xist ku koalisyona AKP-MHP dagirkeriya Efrînê wekî serkeftina leşkerî îlan kirin û wiha got: "Lê ji ber şervanên kurd xwe paşve kişandin Tirkiye ket Efrînê. Ger ku şervanen kurd xwe paşve nekişandina nikaribûn bê şer têketina Efrînê. Piştî ku ketin bajarê vala û li komên selefî yên di bin kontola TSK'ê de li talanê gel xistin Medya Tirkiye û medya cihanê ev hewldan û hewaya serekftinê ya Tirkiye pûç kir. Dîsa di pêvajoya operasyonê de kuştina sivîlan serkeftina Tirkiye pûç dike. Di agahiyên dawî de tê gotin ku TSK û OSO dest bi komkujiya nijadî kiriye. Malbatên komên OSO yên ku ji Idlib û Guta anîn û li vir bi cih dikin vê hewldanê piştrast dike. Di milê leşkerî de jî kes ve yekê wekî serkeftin nişan nade."
WINDAHIYÊN TSK Û OSO GELEK ZÊDE YE
Duzgoren, bal kişand ser dagirkeriyê û wiha got: "Her çend şervanên kurd xwe paşve kişandin jî gelek leşkerên TSK û OSO hatin kuştin. Windahiyên wan gelek zêdê bûn. Dîsa dagirkeriya Efrînê di hiqûqa qada navneteweqî de jî wekî îhlal tê pênasekirin. Her çend Tirkiye wekî parastina rewa pênase bike jî ji ber ku çû ku û ala xwe li ser axa Efrinê çikıland ev yek raste rast dagirkerî tê pênasekirin. Pişti vê daxuyaniyên fermî jî gotin 'Me vir dagir kiri' Herî dawî Erdogan, got 'Em dê Walî tayîni Efrînê bikin' û aşkere dagirkerî ilan kir.
Duzgoren, da zanîn ku Tirkiye her dem plan dike ku têve Minbiçê û heta têkeve Rojhilatê Firatê û Şengalê jî û wiha bi dawî kir: "Dixwaze bêtir bi rojhilat de biçe û heta Qandîlê dagir bike. Lê dibe pêşketinên balkêş pêk bên. Serokê DYA Trump got em ji Sûriye paşve dikişin. Bi vê yekê aloziyek pêş ket. Lê piştre şewirmenden wi û yên li qadê diyar kirin ku agahiya wan bi vê yekê tune ye. Bi vêyekê pirsa 'Dê li Suriye çi bibe? pêş ket. Lê hat fam kirin ku heta DAIŞ li Sûriye hebe DYA ji dê li Sûriye be. Niha dîsa çav çûne ser Minbicê. Niha li Minbiçê hêza DYA û QSD'ê heye. Li milê din hêza OSO û TSK heye. Hêzên DYA hêza leşkerî xurt dike û qala operasyonekê dikin. Ji ber vê yekê di demên pêş de dibe ku li Bakûrê Sûriye geşedanên girîng rû bidin. Piştî dagirkeriyê dê bi awayekî dembarî bandora neyînî li ser gel çê bibe. Lê dê sinorê rewabûna kurdan firehtir bibe. Kurd dê li Sûriye û Rojhilata Navîn bibin hêza mifteya çareseriyê. Di rojên borî de Rûsay û Îran li Tirkiye kom bûn. Tevî ku di civînê de 3 aliyan li hev kir jî Erdogan dîsa got 'Em dê di rêya xwe de berdewam bikin. Rûsya diyar kirku gelê kurd xwedî maf e ku di her qadê de di nava biryaran de cih bigirin û xwedî biryar bin.
MA / Bilal Seçkin