NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye di şerê li dijî Efrînê de 15 xalên peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê kirin. Tirkiye xala mudaxaleya dervê sînor, bikaranîna çekên qedexe, talankirina warên dîrokî, kuştina sivîlan û xalên din binpê kir.
Tirkiyê, bi TSK'ê û komên girêdayî wê OSO di 20’ê çileyê de êrîşî kantona Efrînê kirin. Tirkiye di êrîşê de bi piştgiriya NATO û Rûsya hemû çûreyên çekên giran, tang, top, balafir û cureyên fuze û bombeyan bikar anîn. Şerê li ser Efrînê di roja 80'yî de berdewam dike. Ji ber tang û topan zêdeyî hezar welatiyên sivîl hatin kuştin. Bi sed hezaran welatî ji ber bombebarana balafirên şer axa xwe terk kirin û koç bûn. Tirkiye di şer û dagirkeriya li dijî axa Efrînê de 15 xalên peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê kirin.
Tirkiye di êrîşa li ser Efrînê 15 qanûnên hevpeymaniya Netewên Yekbûyî bin pêkir. Biryar û qanûnên ku hatin binpêkirin wiha ne:
1- Tirkiyê qanûna 2131 ya Berfenbara 1965’an de, qanûnên 9, 39 û 103’ê yê Berfenbara 1981’an ya hevpeymaniya NY binpêkir ya ku dibêje "Çênabe tu dewlet tevlî karûbarên dewletek dîtir bibe û serxwebûn û serweriya wê xerab bike." Lê Tirkiyê bi êrîşa li ser Efrînê serweriya axa Sûriyê binpêkir.
2- Tirkiyê qanûna 2625 ya Cotmeha 1970’ê ya hevpeymaniya NY ya ku dibêje "Divê ku qanûnên parastina têkliyên xweş di navbera dewletan de bê kirin." Lê Tirkiyê bêy ku raya dewleta Sûriyê bixwaxe derbasî Efrînê bû. Her wiha ji aliyê desthilatda Sûriyê ji dewleta Tirkiyê xwest ku hêzên xwe ji Efrînê vekişîne, lê Tirkiyê bê deng ma li hember vê yekê.
3- Tirkiyê qanûna 2734 ya Berfenbara 1970’ê hevpeymaniya NY binpêkir ya ku dibêje "Divê ku her dewlet li gorî hevpeymaniyê tev bigerin ji bo çerserkirina pisgirêkên nav xwe de da ku aramiya dewleta nexe xeteriyê de."
4- Tirkiyê qanûna hevpeymaniya NY ya hejmara 3314 ya sala 1974’an binpêkir ya ku dibêje "Bikaranîna çekê li hember dewletek dîtir dibe dagirkerî’’
5- Qanûna 2347 ji hevpeymaniya NY ji aliyê Tirkiyê hate binpêkirin ya ku dibêje "Xereabkirina cihên dîrokî dibe Sûcên Şer" Artêşa Tirkiyê di 27’ê çileyê de gundê cihê Dîrokî Eyn Dara ya girêdayî navçeya Şêrewa topbarankir. Di encam de ziyayên mezin gihiştê.
6- Tirkiyê rêkeftina sala 1954’an binpêkir ya ku dibêje "Di dema şer de divê ku cihên dîroka çandî bê parastin. Mal û milkên sivîla bê parastin"
7- Dewleta Tirkiyê di bin sîwana qanaûna 51 ji hevpeymaniya NY ya parastina rewa ji ber ku hêzên li Efrînê xeteriyekê li ser Tikiyê dike. Lê tu rastiya vê yekê tune bû ji ber ku hêzên li Efrînê YPG/QSD ev 7 salê wê ku li Efrînê bi cih dibe tu carî êrîşî sînorê Tirkiyê nekirine.
8- Qanûna 17’mîn ya Brukselê ya sala 1874’an. Madeya 16’mîn ji protokola duyemîn ya sala 1977’an ji meclisa Ewlekarî ya ku dibêje "Di topbarana bajarekî an di parastina wî de divê ku Cihên Îbadetê, huner û Zanizt bên parastin." Artêşa Tirkiyê di 29’ê çileyê de Mizgefta Selahedîn Eyubî ya navçeya Cindirêsê topbaran kir. Di 7’ê Sibatê de Dibistana Şehîd Celal ya bajarê Meydankê topbaran kir.
9- Dewleta Tirkiyê Protokola sala 1977’an binpêkir ya ku dibêje ‘’ Di şer de divê ku zarok bên Parastin û rêzdayin li hember wan bê dayin di şer de’’. Lê dîmenên ku li ser çapemeniyê rojane di şerê Efrînê belavdibû ku zarok rojane dihatin qetilkirin ji ber topbarana deleta Tirkiyê û komên girêdayî wê. Her wiha li gorî daxuyaniya hevseoka meclisa Tendirustî ya Herêma Efrînê ku ji 20’ê çileyê de ta 17’ê Adarê de li gorî ku hatiye belgekirin 32 zarok hatin qetilkirin û 87 jî birîndar ketin. Lê ev hejmar ne hatiye tesbîtkirin ji ber ku hîn sivîl di bin avahiyên hilweşandiî hene.
10- Madeya 3, 4 ji pirotokola duyemîn ya sala 1977’an ya Meclisa Ewlekarî ya ku dibêje "Di şer de de dvê ku alîkariyên mirovî û Lênêrîn ji zarokan re bê pêşkêşkiein." Lê Tirkiyê di êrîşa xwe ya li ser Efrînê nehişt ku alîkariyên mirovî yen ku Heyva Sor şandibû Efrînê Tirkiyê nehişt ku bigihêje sivîla. Xaça Sor ya Navnetewî û Heyva Sor ya Sûriyê di 1’ê Adarê de karawanek alîkariyên mirovî şandin Efrînê lê li gundê Mêremîn ya navçeya Şêra rastî topbara artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê hatin.
11- Qanûna navdewleta ya sala 1989’an ku dibêje "Komên çekdar çênabe zarokên kêmî 18’e salî bên biçek kirin." Hêjayî gotinê ye ku li ser torên civakî wêneyên bi çek kirina zarokên kêmî 18’e salî belavbû. Her wiha ev yek li ser zimanê serkêşê Artêşa Azad Ziyad Hec Ibêd hate tekezkirin di dema axaftina wî li ser Rûdaw got ku zarokên 15’e salî perwerdeyan distînin.
12 - Madeya 53 ji Protokola sala yekemîn ya sala 1977 ya Meclisa Ewlekarî ya ku tê de cihên qedexekirina topbarana wan eşkerkiriye:
a- Topbarankirina cihên dîrokî, Hunerî û cihê Îbadetê ku têne hesab çanda ciavkê. Lê dewleta Trikiyê ev qanûna binpêkir. Ji ber ku Mizgeft û dibistan topbarankir.
b- Bi kar anîna van ciha ji po piştgiriya operasyonên leşkerî.
c- Bi kar anîna van ciha ji bo êrîşa.
13 - Dewleta Tirkiyê madeya 15’mîn ji pirotokola duyemîn ya zêde ko rêkeftinên Cinêf ya sala 1949’an ya ku dibêje "Cihên Endizyarî tevî avahiyên Elektronik yên xeter ( bendavên avê, Pir û Mehetatê Nûklerî ya damezrandina Elektrîkê, qedexeye ku bêne topbarankirin tevî ku ihtîmale ku ev cihana leşkerî be’’. Artêşa Tirkiyê ev biryar binpêkir. Artêşa Trikiyê di 21’ê çileyê de cênatorê mazotê yê bendava Meydankê topbarankir. Di encam de ziyayên mezin gihişt bendavê û ihtîmala hilweşandina wê lidare. Her wiha di 7 û 10’ê Sibatê de artêşa Trikiyê û komên girêdayê wê Meheta zelalkirina avê ya navçeya Şêra topbarankir. Hêjayî bîranînê ye ku artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê di 12’ê Sibatê de Meheta Kefer Sefrê ya avê navçeya Cindirêsê topbarankir.
14- Di 24’ê Sibatê de Meclisa Ewlekarî biryarek bi hejmara 2401 ji bo agirbestekê bi dirêjkirina Mehekê li tevhaî Sûriyê de hate girtin. Lê Tirkiyê biryara agirbestê binpêkir û êrîşên xwe yên li ser Efrînê nerawestand.
15- Tirkiyê di êrîşa xwe ya li ser Efrînê de çekên navnetewî de qedexekirî ne li dijî sivîlan bi kar anî. Di 26’ê Sibatê de artêşa Tirk li gundê Ernedê ya navçeya Şiyê çekên Kîmyasal bi kar anî ev yek bû sedem ku 6 sivîl jiyana xwe ji dest bidin û gelek birîndar çêbibin.
BÊDENGIYA DEWLETÊN NAVNETEWEYÎ DIDOME
Binpêkirina Tirkiyê ji biryarên NY li ser Efrînê, şermezarkirina gelê kurd li Ewrupa û bakurê Sûriyê ji êrîşa dewleta Tirk û komên girêdayî wê li ser Efrînê. Her wiha ne qebûl nekirin Efrîniyan ku bilî şîneyên wê derbasî axa Efrînê bibin. Hêjayî bîranînê ye ku şîneyên Efrînê 58 roja li ber xwe dan û qebûl nekirin ku axa xwe valabikin. Her wiha Efrîniyan operasyona li dijî herêma xwe wek dagirkerî bi nav kirin, ne wek ku Tirkiyê navê rizgarkiriyê lêkiriye. Tevî barxwedana gelê Efrînê û binpêkirina Tirkiyê ji biryarên NY, bêdengiya NY didiome. Ji destpêka êrîşa li ser Efrînê dewletên navnetewî li hember êrîşên li ser Efrînê bêdengiyekê jiyandikin. Ev yek dide xuyakirin ku êrîş û guhertina demografiya Efrînê bi erêkirina dewletên navnetewî ye.
MA / Erdogan Altan