Temellî ji Mêrsînê bang kir: Silav ji bo Ocalan

img
MÊRSÎN – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di mîtînga partiya xwe ya li dijî tecrîdê li Mêrsînê hat lidarxistin de got: "Ferzkirina polîtîkayên şer û zilmê didomin. Li dijî van polîtîkayan fîkreke me heye. Li dijî tecrîdê, li dijî şer, li welatê me yê hevpar fîkreke me ya Komara Demokratîk heye. Silav li vê fikrê, silav ji bo Îmraliyê, silav ji bo Ocalan." 
 
Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê, ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê hatin destpêkirin mîtîngek li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di mîtîngê de bi bîr xist ku polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan xizmeta şer dike û ji ber fîkra wî ya jiyana bi hev re ya gelan, Ocalan silav kir. 
 
‘LEYLA GUVEN BANG LI ÎKTÎDARÊ DIKE' 
 
Temellî got: "Em bi hev re silavekê ji Leyla Guven re bişînin ku ji bo rêya li ber me vebike bedena xwe daye ber birçîbûnê. Em bi dengê xwe bibin dengê wê. Em hêzê li hêza wê zêde bikin. Leyla Guven, tam 94 roj in bang li vê îktîdara ku nesîb ji edalet, aştî û demokrasiye negirtiye dike. Ji bo di warê hiqûq, edaletê de gavina bavêjin bang li wan dike. Dizane, ji bo demokrasî, aştî û edalet were vî welatî divê tecrîd bi dawî bibe. Loma dibêje, werin divêtiya hiqûqê, edaletê pêk bînin û dawî li tecrîdê bînin. Ev tecrîd, li tevahiya welat belav bûye û ev welat di bêedaletiyê de hatiye asêkirin. Em jî wekî hevrêyên xwe yên 54 roj in li girtîgehê li dijî tecrîdê, li Strasboûrgê 54 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û wekî Sebahat Tûncel û Selma Irmak ku li Kandirayê i greva birçîbûnê de ne dengê xwe bilind bikin û têkoşînê xurt bikin. 
 
EM JI BO DEMOKRASIYÊ MIL DIDIN MILÊ HEVDU 
 
Hevalino, hevrêno; ger li welatekî tecrîd hebe, edalet tune ye. A rast 20 sal in li vî welatî tecrîd heye. Loma em jî dibêjin an tecrîd an jî dewleta hiqûqê? Em dixwazin divêtiyên dewleta hiqûqê pêk bên. Di sê sal û nîvên dawî de li vî welatî tecrîdeke giran heye. Sê sal û nîv in li vî welatî ne edalet, ne jî aştî heye. Welat bi awayekî lez û bez ji demokrasiyê hat dûrxistin. Em HDP, ji bo xwedîderketina li demokrasî û edaletê li cem hvedu ne, mil didin milê hevdu. Em bang li tevahiya Tirkiyeyê dikin ku di warê çalakiya Leyla Guvenê de bi hesasiyet û bi berpirsiyarî tev bigere. Em ji bo vê bang li hemû ehlên hiqûq û edaletê dikin. Werin em bi hevdu re vê yekê rawestînin.
 
HETA PIRSGIRÊKA KURD NEYÊ ÇARESERKIRIN WÊ TU TIŞT NEYÊ ÇARESERKIRIN 
 
Eger li vî welatî hûn dixwazin pirsgirêkekê çareser bikin, heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin wê tu pirsgirêk çareser nebin. Çareserkirina pirsgirêka kurd, çareserkirina meseleya demokrasiyê ye. Dijderketina kedxwariyê, talankirina xwezayê ye. Çareserkirina pirsgirêka kurd e. Çimkî di xaçerêya hemû pirsgirêkan de meseleya kurd heye. Îktîdara niha ji bo pirsgirka kurd neyê çareserkirin, di polîtîkaya şer de israr dike û ji ber vê tecrîdê li Tirkiyeyê ferz dike. Polîtîkayên şer û zilmê ferz dike. Ferezkirina polîtîkayên şer û zilmê didomin. Li dijî van polîtîkayan fîkreke me heye. Li dijî tecrîdê, li dijî şer, li welatê me yê hevpar fîkreke me ya Komara Demokratîk heye. Silav li vê fikrê, silav ji bo Îmraliyê, silav ji bo Ocalan.
 
Çareserkirina pirsgirêka kurd, bi polîtîkayên aştiyane û demokratîk û bi muxatabên wê re pêkan e. Tirkiye, di navbera salên 2013-2015'an de bi hêviya aştiyeke demokratîk hişyar bû. Me got, ger hûn xwediyê vê hewldanê tecrîd bikin û hûn wî bêdeng bikin, wê Tirkiye ber bi felaketekê ve biçe. Ev yek kirin. Me got, em HDP ji bo aştî û demokrasiyê çi hewce be em ê bikin û em dikin jî. Heval û hevrêyên me yên bedêla vê didin hene. Niha hevserokên me girtî ne. Silav li Selahattîn, li Fîgen, li Îdrîs û hemû hevrêyên me. Ew ne ji ber sûcdar in girtî ne; ew evîndarê aştî û demokrasiyê ne. Loma girtî ne. Heta ev tecrîd neşikê, wê têkoşîna me dewam bike. Heta hevrêyên me hemû azad nebin em ê bitêkoşin. Em ê qet dev ji vê têkoşînê bernedin. 
 
HÛN Ê BÊN DARIZANDIN 
 
Niha em ber bi hilbijartinên herêmî ve ber bi rojên bilindkirina têkoşîne ve diçin. Teqez wê rojekê bi saya vê têkoşînê edalet bê vî welatî. Wê ev welat rojekê bibe welatê dewleta hiqûqê, welatê daraza serbixwe. Du gotinên me ji bo kesên ku niha şer diafirînin heye; Hûn ê li hizûra wê daraza bêalî û serbixwe bên darizandin. 
 
Hevalên hêja, wekî hûn jî dizanin DMME'yê der barê Cizîrê de biryarek da. Got, hîn rêyên hiqûqa hundurîn nexitîmîne. Ji vir, bang li DMME, Meclîsa Parlementer a Ewropayê, bang li hemû cîhanê dikim; ma li vir hiqûq heye ku rê hebe. We ev yek di biryara Demîrtaş de teyît kir. Lê ji ber mijar Cizîr e, we ji bo berjewendiyên xwe hiqûq bin pê kir. Pêdiviya me hemûyan bi hiqûqê heye. Ger li deverek cîhanê bêhiqûqîtî û bêedaletî hebe, baş zanibin wê rojekê were li deriyê we jî bixe. Loma, bang li vê helwesta durû ya Ewropayê dikim ku xwedî li hiqûq û edaletê derkeve. Di mijara krîza penaberan de jî, penaber kiribûn mijara bazarê û rê li ber bêhiqûqîtiya Erdogan vekiribûn. Niha jî bi biryarên cuda bêhiqûqîtiyê xwedî dikin. Halbû em baş dizanin bê li Cizîrê çi qewimî. Em baş dizanin ev zilm çawa bajarên me rûxand û şewitand. Wê roj bê em ê hesabên evana bipirsin. 
 
NE GULE, DOZA KAR DIKIN 
 
Bêedaletî her derê Tirkiyeyê dorpêç kiriye. Li her deverên wê zilm heye. Me gotibû, ev yek têkildarî çareserkirina demokratîk a pirgirêka kurd e. Lê belê, ew jî ketine etra kûrkirina vê neçareserkirinê. Di mîtîngê de gel diazirîne. Çimkî tenê bi şer xwe xwedî dikin. Behsa guleyan dike. Kes doza guleyan nake, kes doza tang û topan nake. Doza kar dike. Îtîfaqa Cumhûr ku vî welatî bi polîtîkayên şer bi rê ve dibe, her diçe aboriya welat, siyaseta li welat dirûxîne." 
 
'ÇAV BERDAN ZEYTÛNÊN EFRÎNÊ JÎ'
 
Temellî di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê ew nehêlin ev welat ber bi felaketê ve biçe. Temellî, bilêv kir ku partiya wan cihêkariyê nake, partiya hemû gelan e û got: "Tenê ne li hemberî gelên Tirkiyeyê, li Sûriyeyê jî zilmê li gelan dikin. Hîn jî di şerê li Sûriyeyê de israr dikin. Neçareserkirin ferz dikin. Ketin Efrînê. Hizûr û aramiya Efrînê, feraseta demokratîk a li Efrînê tune kirin. Çav berdan zeytûnên Efrînê jî. Yanî ev qa bêîtibar in. Niha jî îşaret bi Minbic û Rojavayê dikin. Derdê wan ne ewlehî ye. Jixwe wexta behsa ewlehiyê dikin, em dizanin wê felaketeke din jî bê serê me. Tişta ew ji ewlehiyê fêm dikin ew e ku zilmê li kurdan bikin. Lê belê wê gelê kurd bersiveke wisa bide wan ku em ê di demeke nêz de bibînin. 
 
LI DIJÎ ÎTIFAQA FAŞÎST EM MIL BIDIN MILÊ HEVDU 
 
Niha em ber bi hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê ve diçin. Wê HDP, di vê hilbijartinê de jî li her derê Tirkiyeyê alaya xwe ya têkoşînê bilind bike. Wê alaya têkoşîna ji bo aştî, demokrasî û edaletê bilind bike. Em bawer dikin ku wê bi vê têkoşînê tecrîd bê şikandin, şer bi dawî bibe û li herêmên xwe em ê bibin îktîdar. Em ê di 31'ê Adarê de ewilî van qeyûman bi hev re paqij bikin. Em ê di rêveberiyên herêmî de demokrasiyê ava bikin." 
 
Temellî, bal kişand ser namzetên partiyan jî û got: "Namzetên ji bo şaredariyan hatin aşkerekirin. Wexta em li hejmara namzetên jin dinerin, em dibînin ku bê bê feraseta zilam û serdestiyê çî ye. Hem li wan binerin hem jî li HDP'ê. HDP, partiya jina ye. HDP, bi saya jinan ev têkoşîn ava kir." Temellî, anî ziman ku ew ê di rêveberiyên herêmî de keda civakiyî ava bikin û ew ê bi polîtîkayeke biedalet, bi feraeta kooperatîvbûyînê, ewlehiya zexîre û polîtîkayeke mirovane bajarên xwe bi rê ve bibin. Temellî got: "Em ê dawî li vê bêedaletiyê bînin. Em bawer dikin ku, ger em bi vê yekê li bajarên xwe bi ser biekvin, em ê di demeke kut de ji vê rejîmê xelas bibin. Em ê hewl bidin ku qanûneke bingehîn a li ser asasên hevwelatibûnê çêbikin. Em ê bi hev re komareke demokratîk, laîk û piralî ava bikin. Ev yek jî bi hilbijartina 31'ê Adarê pêkan e, bi xwedîderketina li sindoqan, li vîna xwe û pêşeroja xwe pêkan e. Em ê bi hev re vê yekê ava bikin." 
 
 Temellî di dawiya axaftina xwe de got: "Loma em dibêjin Mêrsîn, Edene, Çûkûrovay, Tirkiye  Ya Me Ye. Kî ji rêya xwe vedigere bila vegere, lê em venagerin. Serkeftin hevalno..."