* Wê li ser Çemê Hêzilê ku di navçeya Qilebanê re derbas dibe, HES'eke bi hêza 33,247 MW e bê çêkirin. Maliyeta HES'ê 810 milyon lîre ye. Beriya niha li ser Çemê Hêzilê 2 HES'ên din jî hatibûn çêkirin.
* Di îdianameyên ku der barê her 3 rojnamevanên ku li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin amadekirin de, xebatên rojnamevaniyê sûc hatine hesibandin. Ji bo nûçeyên ekolojiyê yên rojnamevan Tolga Guney hatiye gotin ku li gor daxuyaniyên "Komîsyona Ekolojiyê ya KCK'ê" hatine çêkirin.
* Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku piştî 43 mehan hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nayê wateya ku tecrîd bi dawî bûye û got: "Vekirina rêyên diyalogê girîng e, lê divê aktor li vir rola xwe bilîzin. Tecrîd astengiyek pir cidî ye ji bo lîstina vê pozîsyonê."
* Nûnerê Komeleya Hawîrdorê ya Mûnzûrê yê Dêrsimê Yûsûf Topçû, bertek nîşanî derxistina Avzêmên Mûnzûrê ya ji Qada Sîtê ya dereceya 1’emîn da û anî ziman ku Avzêmên Mûnzûrê di bin gefa şîrketên madenê de ye.
* Danişîna doza têkildarî komkujiya mitînga 5’ê Hezîranê ya Amedê, dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (10.00)
* Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê Nobeta Aştiyê bigire. (14.00)
* Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dê li gelek bajaran daxuyanî bên dayîn. Dê li navçeya Pirsûs a Rihayê meş bê lidarxistin. (13.00-17.00) ZINDÎ
* Li Riha, Îzmîr û Eskîşehîrê dê girtina Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm a şûna wî bê protestokirin. (18.00)