STENBOL – Hatîp Dîcle, bal kişand ser "Darbeya 2'yê Adara 1994'an" û got: "Heman feraset niha jî di meriyetê de ye. Niha Çîller li gel hikûmetê ye. Di navbera AKP û MHP'ê de îtifaqeke kûr heye. Feraseta Mehmet agaran di meriyetê de ye. feraseta dewletê neguherî, lê ji bo kurdan gelek tişt guherîn."
Di 2'yê Adara 1994'an de, parlementerên Partiya Demokrasiyê (DEP) bi darê zorê ji meclîsê hatin derxistin û hatin girtin û di dîroka Tirkiyeyê de ev bûyer wekî "Darbeya 2'yê Adara 1994'an" hat bilêvkirin. Yek ji parlemnterên DEP'ê Hatîp Dîcle, destnîşan kir ku ji wê rojê heta niha ji bo dewletê tu tişt neguheriye.
Dîcle, bilêv kir ku ji sala 1994'an heta niha dewlet û feraseta dewletê neguheriye û konsepta tunekirinê ya di sala 1993'yan de li dijî kurdan ket dewrê bi bîr xist. Dîcle, diyar kir ku serekên vê konseptê jî Tansû Çîller, Dogan Gureş û Mehmet Agar bûn û got: "Wê çaxê destnedayîna me hat betalkirin û em hatin girtin. Di dema girtinê de li Meclîsên tiştên ecêb qewimîn. Mesela wê çaxê DYP îktîdar bû. Çend parlementerên Partiya Refahê li dijî van pêkanînan derketin, lê partiyên din ev yek pesend kir. Jixwe MHP, hevkarê nepen ê herkesî bû. Wê çaxê Serokê Meclîsê gotibû 'Ji bîr nekin, li Tirkiyeyê kesên ne tirk bin û xwe wek tirkan hîs nekin, tenê mafekî wan heye, ew jî bêdengî ye.' Ev gotin, gotina salên 1930'yî 'Ên ne tirkibin mafekî wan heye ew jî koletiya ji bo tirkan e' bi bîr dixist. Yanî ev tê wateya ku di 60 salan de em ji mafê koletiyê derbasî mafê bêdengiyê bûne. Rewşeke wisa êşbar hebû."
'FERASETA DEWLETÊ NEGUHERÎ LÊ KURD GUHERÎN'
Dîcle, destnîşan kir ku li dijî van pêkanînan wan li ber xwe daye û tu carî tawîz nedane û got: "Dema em li serdema niha dinerin, di warê dewletê de feraset heman feraset e, neguheriye. Feraseta wê demê niha jî di meriyetê de ye. Mesela, niha Çîller li cem hikûmetê ye. Di navbera AKP û MHP'ê de îtifaqeke kûr heye. Yanî feraseta Mehmet Agaran di meriyetê de ye. Feraseta dewletê neguherî, lê ji bo kurdan gelek tişt guherî. Em xurtir in. Li gor wê serdemê em xurtir in. Niha bi navê parlementoyê tiştek nemaye, lê hevalên me li ber xwe didin. Gelê me jî zîndetir e û gelekî têkoşer e. Niha bi pêşengiya Leyla Guvenê berxwedaneke mezin heye. Li çar perçeyên Kurdistanê û li Rojhilata Navîn kurd xwedî gotin in, em ji wan pêşdetir in."
'GELÊN TIRKIYEYÊ HATINE JEHRÎKIRIN'
Dîcle, destnîşan kir ku di vin navê dîktatoriya faşîst de zext û zoriyên dijwar li ser gelê kurd û siyasetê kurd hene û got: "Tu ferqa faşîzma niha û ya di salên 1930'yî de li Almanyayê rû da ji hev tune ye. Feraseta qirkirinê ya li dijî kurdan didome. Loma divê em kurd tev bigerin. Pêşengên me hene ku Birêz Ocalan bi pêşbniyên xwe yên stratejîk wek sermamosteyekî vî gelî, gelê kurd pêş ve xitiye. Niha, em em li bendê ne ew e ku ev faşîzm bê rûxandin û ev jî bi pêngavên çalak pêkan e. Mixabin, civaka Tirkiyeyê hîn jî hay ji van geşedanan tune ye. Eynê wekî civaka salên 1930'yî ya Almanyayê ye, di xew de ye. Di asteke ku bi faşîzmê hatiye jehrîkirin."
'DI VÊ PÊVAJOYÊ DE BAR DIKEVE SER MILÊ ME HEMÛYAN'
Dîcle, destnîşan kir ku êrîşên li ser DEP'ê dest pê kirin niha li ser HDP'ê didomin. Dîcle, serdema DEP'ê û ya niha dan ber hev û got: "Wê çaxê jî arîfeya hilbijartinê bû. Me dixwest ji bo şaredariyan li 400 deverî namzetan nîşan bidin. Me diyar kirin, lê li hemberî partiya me êrîşeke wisa dan destpêkirin ku ji bombekirina navenda partiyê bigire heta birîndarkirina sekreterê me Mûrat Bozlak gelek tişt qewimînin. Yanî em bi êrîşeke ew qasî mezin re rû bi rû bûn. A rast niha heman êrîş li ser HDP'ê jî hene. Mesela xeta DEP'ê jî wek a HDP'ê bû. Koalîsyoneke pir mezin bû. Ji nûnerên fraksiyonên kurd û hêzên şoreşger ên Tirkiyeyê 5-6 hêzê di nav DEP'ê de bûn. Ev ji bo wê çaxê tiştekî pir girîng bû. Em wek tevger pir mezin bûn. Hejmara li parlementoyê pir ne girîng e. Êdî parlemento tune ye. Li gor niha danberheviyek bê kirin, di asteke pir xirab de ye. Em di warê wesfî de pir mezin bûn û veguherîn tevgereke xurt. Em ew qasî emzin bûn ku niha li Rjhilata Navîn çavê cîhanê li ser kurda ye. Lê mixabin niha hîn jî em nikarin serketinê îlan bikin. Rêberê me Birêz Ocalan girtiye. Ji bo vê hevalên di nav berxwedaneke mezin de ne. Heta Birêz Ocalan azad nebe, divê em gotinên wek serketinê bilêv nekin. Loma di vê pêvajoyê de bar dikeve ser milê me hemûyan. Hêvîdar im wê gelê me peywir û mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bîne. Divê tecrîd bê şikandin û em bibin dengê berxwedêran."
MA / Necla Demir