Lijneya Şêwrê ya HDP’ê civiya
- polîtîka
- 15:04 08/10/2022
Lijneya Şêwirmendiyê ya HDP’ê bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan civiya.
Lijneya Şêwirmendiyê ya HDP’ê bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan civiya.
Hevberdevkên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan û Serhat Eren, 7 TÎP’iyên di Komkujiya Bahçelîevlerê de jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr anîn û diyar kirin ku wan ne kujer û ne jî kesên kujer parastin ji bîr nekirine.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku partiya wan ji bo nîqaşên makeqanûnê vekiriye û wiha got: “Desthilatdar li pey rojevên cuda ketiye. Tifaqa Ked û Demokrasiyê dê makeqanûneke demokratîk bîne vî welatî.”
Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, êrişeke li dijî daxwaza azadiyê ya gelê kurd e û wiha got: “Dixwazin encamekî bi dest bixin lê gelê kurd û hêzên demokrasiyê li dijî van êrişan berxwedaneke mezin raber dikin.”
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar li Qersê axivî. Sancar diyar kir ku komara ku ber bi sedsala duduyan ve diçe dê bi rêya sêyemîn demokratîk bibe û got ku divê tifaqa HDP'ê jî mezin bibe.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar diyar kir ku zîhniyeta Jîna Amînî qetilkirî û ya Nagihan Akarsel qetil kirî heman zîhniyetin û wiha got: “Ji têkoşîna jinan ditirsin lê belê dê ev tirs nekare pêşî li dawiya wan bigire.”
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan ji bo azadiya girtiyên nexweş pêşniyara avakirina komîsyonê kir û wiha got: “Bêguman di navenda vê tecrîda de ku tevahiya welêt dorpêç kiriye, pergala tecrîdê heye. Welêt, civak, edalet, hiqûq û azadî bi temamî di tecrîdê de ne.”
Parlamenterên HDP’ê bi mebesta rakirina tecrîdê, ber bi Wezareta Dadê ve meşiyan. Di çalakiyê de Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş wiha got: “Li Tirkiyeyê tecrîd û îşkence heye. Sûcê li dijî mirovahiyê tê kirin.”
Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr diyar kir ku heke Tifaqa Ked û Azadiyê dakeve qadan, dê li Tirkiyeyê pêşî li ber guherînê veke û wiha got: “Dê hevsengiyên siyasî yên Tirkiyeyê bihejîne. Heke tifaq berfirehtir bibe, dê di hilbijartinê de bi rehetî ji sedî 20’ê dengan bigire.”
Zanîsta Siyasetê Eren Aksoyoglû diyar kir ku heke Tifaqa Ked û Azadiyê biaqil tevbigere dikare di jinûve avakirina Enqereyê de rolê bigire û da zanîn ku sedemê bertekên rastgirên tirk ji ber “avakirina alternatîfa înşayê ya hêzeke derveyî pergalê ye.”
Sala Qanûndanînê ya 6’emîn a Serdema 27’emîn a Meclisê bi rûniştina taybet a li Desteya Giştî dest pê kir.
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz diyar kir ku di deklerasyona Tifaqa Ked û Azadiyê de gelek tiştên ji hilweşandina AKP'ê wêdetir dîtine û wiha got: "Tifaq xwedî roleke ku pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike."
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran êrişên pergala Îranê yên li dijî xwepêşandanan şermezar kir û wiha got: "Di serî de jinan, gelê Rojhilat û Îranê ku ji bo demokrasî, azadî û guhertinê li Îranê têdikoşin û bi rojan e li kolanan e silav dikim."
Berdevka Demê ya SMF’ê Dilşat Canbaz diyar kir ku dê Tifaqa Ked û Azadiyê pêşengtiyê ji dînamîkên civakî re bike û wiha got: “Di demekî nêz de Tifaqa Ked û Azadiyê dê berfirehtir bibe.”
Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay êrişên rejîma Îranê yên li dijî gel şermezar kir û wiha got: “Îran çi dike bila bike, dê nekare bi êrişên xwe rê li ber gelekî bi daxwaza azadiyê rabûye ser pêyan bigire. Dilê me bi kesên li dijî dîktatoriyê li ber xwe didin re ye.”