Çavûşoglû: Dê S-400 bên Tirkiyeyê
- polîtîka
- 13:53 13/6/2019
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû derbarê nameya Amerîkayê ya têkildarî S-400'an axivî û ev tişt got: "Dê S-400 bên Tirkiyeyê. Tirkiye ji biyara ku girtiye paşde gav navêje."
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglû derbarê nameya Amerîkayê ya têkildarî S-400'an axivî û ev tişt got: "Dê S-400 bên Tirkiyeyê. Tirkiye ji biyara ku girtiye paşde gav navêje."
Cîgirê Serokatiya Giştî ya CHP'ê Onûrsal Adiguzel, der barê xebatên ji bo hilbijartina Stenbolê de agaî dan û got: "Di hilbijartina 31'ê Adarê de çawa em ketin pêyî dengekê jî û me nehişt encam biguhere, em ê ji bo 23'yê Hezîranê jî heman xebatê bi rê ve bibin."
Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê di civîna xwe ya 10'ê Hezîranê de der barê hilbijartina Stenbolê de biryarên girîng girtin. Wê HDP, ji bo li Stenbolê dengek jî berhewa neçe wê tev bigere.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Adullah Ocalan Prz. Mahmut Şakar, diyar kir ku pêwist di çareseriya pirsgirêka kurd de rêbazên tundiyê ji holê rakin û wiha got: "Divê Tirkiye ji nûve xwe saz bike. Divê her kes bibe aliyê pêvajoya ku aştiyê dixe navenda xwe. Divê daxwaza aştiyê bilind bikin û ji bo aştiyê zextan li îktidarê bikin."
Partiyên Kurd ên Sûriyê diyar kirin ku ew tu pêşniyarên der barê darizandina DAIŞ`ê ya li derveyî sînorên Sûriyê napejirînin. Partiyan xwest ku DAIŞ`î li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêne darizandin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Sêrtê axivî û got: “Niha jî dem dema çareseriya demokratîk e. Divê ku her kes dikaribe bi Ocalan re biaxive û fikrê xwe bîne ziman.”
Hevberdevka HDK'ê û parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît, bal kişand ser armanca gotina Namzetê AKP-MHP'ê yê Şaredariya Stenbolê Binalî Yildirim ya "Memûsê Kurdistanê" û wiha got: “Gelê Kurd rastiya AKP’ê ji Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Sîlopiya nas dike. Her çend bixwazin bi 2 gotinên kurdî xwe şêrîn bikin jî êdi nikarin dilê gelê kurd û dengê gelê kurd qezenç bikin."
Parlamenter û Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, bal kişand ser gotina Bînalî Yildirim a “Kurdistan û Dersim” û wiha got: "Ev gotina Yildirim gotimek pêkenok e. Hemû kolan pê dikenin. Hemû pêşniyarnameyên me yên peyve Kurdistan di navde hene, tev bi hinceta 'Qibe, dişkîne, birîn dike' tên dîtin û red dikin. Bînalî Beg dema Serokê meclîsê bû red dikir, niha jî bi xwe dibêje Kurdistan."
Parlamenterê CHP’ê Kanî Beko peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Ya esil ew e li ser vê axê aştiyek mayînde pêk were. Heta ev yek pêk neyê dê gellek êş bên qewimandin.”
Wekîlê berê yê ANAP’ê Abdulbakî Erdogmuş anî ziman ku hevdîtina dewletê ya ji nûve li gel Ocalan pêşketinên li Sûriyeyê bi bandor in û got: “Tirkiye îro ji aştiya navxweyî bêtir, pêşketinên li Sûriyeyê girîng dibîne. Di serdema nû de dê hevsengî ber bi Sûriyeyê ve biçe.”
Parlamenterê HDP’ê da zanîn ku bi hevdîtinên yên li gel Ocalan re “ji şaşîtiyê vegeriyan” û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd deklarasyona di 2013’an de hat eşkerekirin hêj derbas dar e û got: “Divê deklarasyona 2013’an carek din bikeve meriyetê.”
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, di çarçoveya cejna Remezanê de li Îdirê hîtabî gel kir û got: “Em ê di hilbijartina 23'ê Hezîranê ya Stenbolê de carek din bi ser bikevin. Divê her kes biçin ser sindoqan. Her kes ji xizmên xwe û nasê xwe re bêjin bila dengê xwe bidin. Ev hilbijartina serkeftina hêza demokrasiyê ye."
Mizgefta Dergeh ya li Gola masiyan a Rihayê ku Namzetê AKP’ê yê Stenbolê Binali Yildirim nimêja Înê lê kir, polîsan mizgeft dorpêç kir. Welatiyên xwestin têkevin mizgeftê Dergah di lêgerîna polîsan re derbas bûn.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî axaftina Bînalî Yildirim a Amedê "nejidil" nirxand û wiha got: "Samîmî nînin. Li aliyekî dibêjin Kurdistan, li aliyekî jî li Bedlîs û Tetwanê tabeleyan kurdî radikin. Bi gotina Kurdistanê kes deng nade we."
Di ser hilbijartina 7'ê Heziranê ya ku rê li pêş destpêka hilweşîna AKP’ê vekir re 4 sal derbas bûn. Lê her çend hilbijartina 7'ê Hezîranê hat betalkirin û bi hilbijartina 1'ê mijdarê li dijî siyaseta demokratîk darbe pêk hat jî HDP hêj li qadê û partiya herî mezin a muxalif e. Berdevkê HDP'ê Gunay Kubilay bandora 7'ê Hezîranê û polîtîkayên piştî wê nirxand û got: "Ger ku li ruhê 7'ê Hezîranê xwedî hatiba derketin wê îro hilbijartina Stenbolê nehatibûya betalkirin. Nivîskar Veysi Sarisozen jî anî ziman ku wê di hilbijartina 23'ê Hezîranê darbeyek li AKP’ê bikeve.