Temellî: Di felaketa aşûtê de xemsarî, xeta û sûc heye
- polîtîka
- 15:46 08/2/2020
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî yê ji bo felaketa aşûtê çû Wanê û serdanan pêk tîne got: “Di felaketa aşûtê de xemsarî, xeta û sûcek mezin heye.”
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî yê ji bo felaketa aşûtê çû Wanê û serdanan pêk tîne got: “Di felaketa aşûtê de xemsarî, xeta û sûcek mezin heye.”
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di kongreya MED TUHAD-FED’ê de axivî û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Yasa ji bo girtiyên din çi be ji bo birêz Ocalan jî ew e.”
Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay polîtîkaya îqtîdarê ya Idlibê rexne kir û got: “Bêşert û merc divê Tirkiyê ji axa Sûriyê derkeve. Divê pêşiya pêvajoyek siyasî veke û ji mafê diyarkirina mafê xwe ya gelên Sûriyê re hurmet nîşan bide.”
HDP’ê, şandeya Komîsyona Venedikê li Meclîsê qebûl kir. Komîsyon di hevdîtinê de, têkildarî tayînkirina qeyûman, girtin û binçavkirinên li dijî partiyê hatin agahdarkirin.
HDP bi boneya 39 kesên di felaketa aşûtê ya li Miksê de jiyana xwe ji dest dan dê beşdarî Desteya Giştî ya Meclîsê nebe.
Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç, destnîşan kir ku armanca pêşnûmaya AKP'ê, qeyûm tayînî rojavayê welat bike û got: "Di serî de Stenbol û bi giştî gelek şaredarî di hedefê de ne."
Platforma Zimanê Kurdî, li Meclisê, HDP'ê ziyaret kir û daxwazên xwe yên fermîbûna zimanê kurdî û kurdîbûna zimanê siyasetê pêşkêşî HDP'ê kir.
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî polîtîkaya derve ya Tirkiyê rexne kir û got: “Derdek îqtîdarê tenê heye ew jî dixwazin destkeftiyên kurdan tune bikin.” Temellî astengî û qedexekirina zimanê kurdî jî rexne kir û got: “100 sal in li dijminahiya zimanê kurdî dikin. Li her deverê kurdî qedexe ye û xizmeta bi kurdî nayê dayîn.”
arlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari, nameyên kurdî yên ku ji girtiyan re tên şandin piştî ku bi pereyan werdigerînin tirkî didine girtiyan, ji Wezîrê Dadê pirsî.
Hevserokê Giştî yê HDP Sezaî Temellî, di Kongreya Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê de diyar kir ku gelê Kurd sedsalek din nikare bê statu bijî û wiha got: "Ger ku hûn li vî welatî dixwazin pirsgirêkan çareser bikin divê berî her tiştî hûn meseleya Kurdan çareser bikin."
HDP'ê, li Stenbolê kongreyên xw eyên gelek navçeyan temam kirin. Hevserokê HDP'a Stenbolê Erdal Avci, destnîşan kir ku ligel hemû zext û zoriyan jî gel xwedî ki partiyê derdikeve û got: "Kongreyên me hêza me xurtir dikin".
Di MYK'a HDP'ê de biryar hat dayîn ku amadekariyên kongreyê lez û bez bên kirin, dê Komîsyona Mûtabakatê ku hat avakirin jî ji bo qadroyên dema nû xebatên xwe lez û beztir bike.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ku ber bi kongreyê ve diçe, dê stratejiya wê ya dema nû “Tifaqa Demokratîk a Bihêz” be. Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, bal kişand ser vê biryarê û got: “Em dema li pêş xwe, weke dema guhertina demokrasiyê pênase dikin.”
Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn, ragihand ku gava sirgûnê Girtîgeha Osmaniyeyê hatiye kirin, bi awayekî kelemçekirî wê birine û rêya 10 saetî 24 saetan dewam kiriye û wê xistine hucreyeke qirêjî.
HDP'ê xwest ku Meletî û Xarpêt weke herêma bobelatê bên îlankirin û tekildarî mijarê pêşniyarqanûn da Serokatiya Meclisê.