Parlamenterê HDP’î Aslan: Îktîdar dixwaze meclîsa pir dengî ji holê rake
- polîtîka
- 09:07 30/4/2018
Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ali Aslan, armanca Hilbijartina Zordest a di 24'e Hezîranê de pêk bê û polîtîkayên AKP'ê yên li dijî hilbijartinê nirxand. Aslan, anî ziman ku îktîdara AKP'ê dixwaze bi vê hilbijartinê ser krîza aborî veşêre û rê li pêş meclîsa pir dengî û pir rengi bigire.