Gelo fermana operasyonên li dijî HDP'ê walî dide?
- polîtîka
- 11:31 15/11/2017
Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de HDP'ê li Erdexanê sedî 30 deng girt û bû partiya yekemîn, ji wê rojê ve zextên li dijî HDP û DBP'ê di asta herî jor de ne. Ji wê rojê heta niha li navçe û navenda bajêr zextên li dijî rêveberên partiyan dewam dikin. Heta niha 214 kes hatin binçavkirin, hat gotin ku girtin û binçavkirin bi fermana walî pêk tên.