Ji bo navên darbekaran ji qadên cemaweriyê bên rakirin pêşniyarqanûn da meclisê
- polîtîka
- 14:05 16/11/2023
Parlamenterê HEDEP’ê Cengîz Çîçek ji bo navên darbekaran ên li cade, kolan, bulwar û hwd. hatine kirin bên jêbirin, pêşniyarqanûn da Meclisê.
Parlamenterê HEDEP’ê Cengîz Çîçek ji bo navên darbekaran ên li cade, kolan, bulwar û hwd. hatine kirin bên jêbirin, pêşniyarqanûn da Meclisê.
Koma Meclisê ya HEDEP’ê bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê da û got: “Divê komîsyon tavilê biçe serdana Girava Îmraliyê.”
Hevserokê Giştî yê HEDEP’e Tûncer Bakirhan bal kişand hêzên paramîlîter ên li Tirkiyeyê û bang kir ku herkes li dijî van hêzan têbikoşe û xwe bi rêxistin bike.
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan ji Sêrtê bang li desthilatdariya AKP’ê kir û got: “Hûn nikarin bi hişê Bahçelî pirsgirêka kurd çareser bikin.” Bakirhan ji bo navnîşana çareseriyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan da.
Hevserokê HEDEP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî destnîşan kir ku Rêberê PKK’ê di çareseriya pirsgirêka kurd de muxatab e û anî ziman ku divê şert û mercên fizîkî yên Ocalan bên avakirin.
Hevseroka Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan têkildarî krîza darazê û “Destûra bingehîn a nû” bang li Meclisê kir û got: “Em di şûna destûra bingehîn a darbeyê de ji bo destûrek bingehîn a nû ya demokratîk amade ne.”
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan çû serdana rêxistinên elewî û got ku dê li gel muxalefeta civakî xetekê ava bikin.
Berdevka HEDEP’ê Ayşegul Dogan îdiaya ku HEDEP bi AKP’ê re li pişt deriyan dîplomasiyê dike derewand.
HEDEP'ê encamnameya Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk eşkere kir û diyar kir ku ew têkildarî polîtîka qeyûman xwe rexne dikin û wiha hat gotin: "Em ê qeyûmên ku îradeya gelê kurd tune dihesibînin bişînin. Bi bidestxistina gelek şaredariyên nû tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ji Kurdistanê biqedînin."
Di kongreya HEDEP’ê ya Stenbolê de Mûrat Kalmaz û Gonca Yangoz weke hevserokên nû yên bajar hatin hilbijartin.
Hevseroka Giştî ya HEDEP’ê Tulay Hatîmogûllari di kongreya partiya xwe ya Stenbolê de axivî. Hatîmogûllari, diyar kir ku divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û wiha got: “Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan divê em dengê xwe bilindtir bikin.”
Di civîna gel a Panosê de ji bo “Meşa Azadiyê” ku dê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were lidarxistin, banga tevlibûnê hate kirin.
Di hilbijartina 6’emîn Kongreya Awarte ya DBP’ê de Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir weke Hevserokên Giştî yên DBP’ê hatin hilbijartin.
Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan diyar kir ku dê bi namzetên xwe bikevin hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên li bajarên bakurê Kurdistanê û wiha got: “Li rojavayê welêt jî deriyên me ji bo tifaqan vekirî ne. Dê tu xebat û biryar bêyî agahiya gel neyên dayîn.”
Hevberdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê Halîde Turkoglû ya di konferansa Desteya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk de axivî, diyar kir ku rêveberiyên herêmî qada avakirinê ya sêyemîn in û wiha got: "Tiştên di hilbijartina herêmî de ji me hatin dizîn em ê paşve bistînin."