RIHA – Li Rihayê ciwanên HDP’î û koma Dîrenîş Rihayê êrişa ku li Bûrsayê li dijî Amedsporê pêk hatibû, bi meşekê protesto kirin. Di protestoyê de 8 ciwan hatin binçavkirin.
Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê û Koma Dîrenîş a Rihayê, êrişên nîjadperest ên di maça Bûrsaspsor û Amedsporê de ku li dijî Amedsporê pêk hatibûn li taxa Bahçelievlerê ya navçeya Halîliyeyê bi meşekê protesto kirin.
Ciwanan bi dirûşmeya, "Riha, Amed mil bi mil’ meşiyan. Polîsan xwest çalakiya ciwanan asteng bike, lê ciwanan tevî hemû astengiyan jî dirûşmeyên xwe berz kirin. Polîsan êrişî ciwanan kir. Di êrişê de ciwanên bi navê Mahmût Çoban, Senem Erîş, Muhsîn Aydogdû, Sadûllah Bîrcan, Mûrat Arslan, Huseyîn Arslan, Mahmût, Bayar û Îbrahîm Damdam hatin binçavkirin.
Polîsan ciwanên binçavkirî birin şaxa ewlehiyê ya midûriyeta polîsan.