Karkerên ku saleke heqdesta xwe nagirin serî hildan
- aborî-ked
- 14:56 12/1/2021
Karkerên Înşaata Kayiyê ku saleke heqdesta xwe nagirin û daxwaza wê dikin, diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya girtina heqdestê mezin bikin.
Karkerên Înşaata Kayiyê ku saleke heqdesta xwe nagirin û daxwaza wê dikin, diyar kirin ku wê têkoşîna xwe ya girtina heqdestê mezin bikin.
Derket holê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm bi rê ve dibe, bi hezaran karkeran re peymana kar nû nekiriye û 12 roj in bê qeyd wan dide xebitandin.
Karkerên Cargîllê ku hezar roj in bi daxwaza vegera kar li ber xwe didin, duh bi hinceta sobe danîne li pêş Şaxa Sendîkaya Tek Gida İş’ê hatibûn binçavkirin û pişt re serbest hatin berdan. Yek ji van Karkeran Faîk Kûtlû diyar kir ku ne li bendê ne ku kes bêje "mafê we eve bigirin" û got: “Maf nayê dayîn, maf tê stendin.”
Li gorî rapora ku Barometreya Stenbolê amade kiriye, ji sedî 56’ê welatiyan nikarin debara xwe bikin û di bin deynan de ne.
SES’ê diyar kir ku wan bi dirûşma “Maske diaxivin” ji bo çar hefteyan çalakî û şahî dane destpêkirin û ji bo ew dengê wan were bihîstin dê bixebitin.
Serokê DESOB'ê Alîcan Ebedînoglû diyar kir ku di sala dawî de li Amedê 835 esnafan derbaeyên xwe danîne û ji ber pandemiyê 35 hezar kes jî betal mane.
Li bajaroka Bêspînê yê girêdahî navçeya Sîlopî ya Şirnexê, kana komirê hilweşiya û karkerek di bin de asê ma û karkerek bi giranî birîndar bû.
Hejmara xebatkarên tenduristiyê yên ji ber şewba vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan derket 339'an û di 9 rojên ewil ên salê de, 19 xebatkarên tenduristiya jiyana xwe ji dest da.
Platforma Şaxên KESK’ê ya Dersimê, bertek nîşanî tayînkirina rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê da û got: “Em li zanîngehên xwe qeyûman naxwazin.”
Endamên Emeklî-Sen’ê bertek nîşanî rêjeya zamê ya hikumetê diyarkir da.
Endam û rêvberên BTS'ê li dijî sirgûnan daxuyanî dan û diyar kirin ku bi sirgûnan dixwazin wan bêdeng bikin, lê dê nikaribin bi sirgûnan wan têk bibin.b
Mamosteyên teqawît ên meaşê wan ji sedî 8,6 zem bû, bal kişandin ser qeyrana aborî û diyar kirin ku di salekê de zexîre ji sedî 50 zem bû. Ji mamosteyê teqawît Îsmet Yalçinkaya, diyar kir ku zexîreyê ku sala par 50 dida îsal 100 tl dide û daneyên TUÎK'ê ne rast in.
Xwediyên kafeyan ku ji ber şewba Covîd-19'ê tenê destûra wan a serwîsa pakêtan heye, diyar kirin ku hikûmetê alîkariya wan nekiriye û got: "Ma em çayê bikin pakêt û bifiroşin?"
Şaxa SES’ê ya Amedê, bertek nîşanî sererast nekirina aboriyê, şert û mercên xirab ên kedkarên tenduristiyê tê de dixebitin da û li dijî vê yekê li ber nexweşxaneyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
Perwerdekarên ku di Fabrîkeya Pîşeyî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de dixebitin, diyar kirin ku ji ber ku niha kurs tune ne meaş jî nagirin û heqê sîgorteya wan jî nayê dayîn.