Beyoglû yê ku bi destê YSK'ê bû şaredar, erdên Rezanê parsêl bi parsêl difiroşe
- aborî-ked
- 09:05 07/1/2021
Huseyîn Beyoglû yê AKP'î ku bi destê YSK'ê bû Şaredarê Şaredariya Rezanê, piştî ku qaseya şaredariyê vala kir, dest bi firotina erdên şaredariyê kir. Di du salan de 17 parsêl eraziyê şaredariyê bi 20 milyon TL'yî firot û eraziyê ku bihayê wî 11 milyon û 665 TL ye jî daye ber firotinê.