Zehmetiya karkerên çandiniyê ya av û ceyranê
- aborî-ked
- 09:00 24/5/2021
Karkerên demsalî yên li Polatliyê dixebitin, ji bo ku pêdiviyên xwe yên avê pêşwazî bikin, her roj neçarin ku 2 kîlometre rê bimeşin.
Karkerên demsalî yên li Polatliyê dixebitin, ji bo ku pêdiviyên xwe yên avê pêşwazî bikin, her roj neçarin ku 2 kîlometre rê bimeşin.
Sewalkaran, diyar kirin ku ji ber zemên, ceh, êm û kayê her roja diçe rewşa wan xirabtir dibe û gotin: “Piştgiriyek baş ji bo me nayê dayîn. Ger wisan biçe, herî zêde salekê em ê karibin li ber xwe bidin.”
Cotkarên ku ji ber ziwabûnê û zêdebûna mesrefan barê wan pir giran bûye destnîşan kirin ku cotkarî nemaye û dewletê çav berdaye tekane çavkaniya debara wan jî.
Serokkomar Erdogan ragihand ku îsal dê fiyetê çaya ter 4 lîre be. Serokê Odeya Çandiniyê ya Rîzeyê Nevzat Palîç, bertek nîşanî vê yekê da û destnîşan kir ku di 11 salan de tenê qurîşek li prîma destekkirinê ya çayê hatiye zêdekirin û hilberînerên mehkûmî sektora taybet bûne tên mexdûrkirin.
Li Mêrdînê hosteyên kurtanan, piştî ku karê wan kêm bûye, bi heman sinhetê dest bi çêkirina çenteyan û amûrên xeml û xişirê kirine.
Cotkar Mehmet Cevat Tan ku nikare berên xwe bifiroşe û xisiriye, bal kişand ser bazirganên ku beran di depoyên xwe de dihêlin û komîsyonvanên fiyetan zêde dikin.
Nûnerê Tarim Orkam-San ê Semsûrê Yûsûf Demîr, diyar kir ku îsal ji ber ziwabûnê dê li bajêr ji sedî 60-70 debr neyê kirin û xwest polîtîkayên çandiniyê bên guherandin.
Cotkarên Rihayê îsal ji ber hişkesaliyê dê 2 mîlyon dolim zeviya ku çandine nikaribin biçinin. Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) Abdullah Melîk, xwest dewlet 2022'an de tov û gubre bê pere li cotkaran belav bike.
Li Mêrsînê ji ber xizaniyê hin jin kartonan berhev dikin, hin jê tenê debara xwe bi meaşê extiyariyê dikin û hin jê jî li nav erdan dixebitin. Jinan got: "Quşxaneyên me bi berên ku em bi deyn distînin dikelin."
Dermangeran anîn ziman ku di pêvajoya pandemiyê de pîşeya ku herî zêde barê wê giran bû dermangerî ye û bal kişandin ser pirsgirêkên bi wan re rû bi rû dimînin.
Meclîsa ÎSÎG’ê, bi bîr xist ku pandemî ji bo karkeran bûye fermana mirinê û diyar kir ku di meha Nîsanê de herî kêm 249 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Esnafên Mêrsînê, anîn ziman ku bi pandemiyê re rewşa karê wan xirabtir bûye û gotin: "Berpirsiyarê krîza navbirî rêveberên welêt in."
Esnafên Qada Haşimiyeyê ya Rihayê ji bo cejnê gelek şekir stendibûn, lê belê piştî biryara "qedexeya ji binî" de şekirên wan di depoyan de man. Esnafan anîn ziman ku heger piştî cejnê alîkariya wan neyê kirin, dê dikanên xwe venekin.
Li Amedê ji ber qeyrana aborî û buhabûa zebeşan êdî esnaf zebeşan bi zûlan difiroşin. Esnafên ku zebeşên Îranê anîn Amedê, ji ber kîlo bi 7,5 TL ye û welatî nikarin temamê zebeş bikirin, bi zûlan difiroşin.
Welatiyên ku diçin bazaran û ji ber fiyetên buha destvala vedigerin malê, anîn ziman ku di meha Remezanê de xwarina goşt neketiye malên wan û tenê şorbê û nanê tisî dixwin.