Dunya Alem carek din komkujiyê temaşe dike. Hesabê kê çiye?
- analîz
- 09:18 12/3/2018
16'ê Adarê 30'yemîn salvegera komkujiya Halepçe ye. Hêj hesap ji Helepçe nehatiye pirsîn, niha Efrîn bi komkujiyê re rû bi rû ye. TSK û OSO bi tang, top û balafirên şer ji hewayî û bejayî 52 rojin li ser hev Efrînê bombe dikin. Zêdeyî 850 welatiyên Efrînê di nava bajar de bi komkujiyê re rû bi rû ne. Li aliyekî hemû cîhan êrîşan temaşe dikin û li hemberî vê komkujiyê bêdeng in. Li aliyê din hêzên mezin ên cîhanê planan dikin.