Belgefîlma Bîr: Dewletê goştê me xwar, em hestiyan dixwazin
- analîz
- 09:12 12/12/2018
Dema mirov dibêje bîr, du tişt tên bîra mirovan. Yek bîra avê û yek jî bîr ango hişê mirovan. Rast e ev bîr her du ne jî. Belgefîlma “Bîr” a ku qala çîroka 7 windayên li Kerborana Mêrdînê û berxwedana malbatên windayan dike cara ewil e li Tirkiyeyê hat pêşandan. “Bîr” serpêhatiya windayan bi zelalî dibêje. Malbatên ji bo dîtina cenazeyên xwe têdikoşin wiha dibêjin: “Dewletê goştê me xwar, em hestiyan dixwazin.”