Hikûmet û îqtîdara Tirkiyeyê piştî 24'ê Tîrmeha 2015'an, dawî li "pêvajoya çareseriyê" ya tekildarî meseleya Kurd anî û şerekî dijwar xist meriyetê. Ji wê demê heta niha bi hezaran mirov hatin kuştin. Hewldana Darbeyê pêş ket, OHAL îlan kirin, betalî, xizanî zêd bû. Întîhar zêde bûn. Bi hezaran siyasetedarên Kurd hatin girtin. Qeyûm tayînî şaredariyan kirin. Akademisyen Elçin Aktoprak, got “Aştî û siyaseta demokratîk niha pir ferz e." Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî got: "Cihê şer lê hebe demokratikbûn pêş nakeve."