Li pişt perda Zînî Wertê soza ‘devletê’ derket
- analîz
- 10:48 19/5/2020
Hewldanên PDK'ê yên li herêma Zînî Wertê rageşî zêde kir. PDK'ê tevî hemû bertek û nerazîbûnan gav paşve neavêtiye û li gelek nokteyan qereqol ava kirin. Hêjmara pêşmergeyan zêde kir. Derket holê ku li pişt plana PDK'ê ya Zînî Wertê soza DYA û Tirkiye ku dewletê bide wan heye.