Alinak mala xwe kir fêrgeha kurdî: Divê em kolan bi kolan bigerin û qala girîngiya kurdî bikin
- çand û huner
- 12:15 21/7/2022
Siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak bi mebesta protestokirina nêzikatiya dewletê ya li dijî zimanê kurdî, mala xwe veguherand cihê perwerdeya zimanê kurdî. Alinak, têkildarî mijarê wiha got: “Her çalakiyeke kurdan a ji bo ziman rewa ye. Divê em rewşenbîrên kurd kolan bi kolan bigerin û girîngiya zimanê kurdî ji gel re vebêjin.”