• img

    Turkyilmaz: Xaza Tirkiye ji sedî 99.5 girêdayî derve ye

    Serokê komîsyona Enerjiyê yê Odeya Endezyarên Makîneyan (MMO) Oguz Turkyilmaz, diyar kir ku Tirkiye di milê enerjiyê de ji sedî 76 girêdayî derve ye. Turkyilmaz, anî ziman ku îktîdar bi gotina “em dê enerjiyê erzan bikin" dest bi santralên nukleerê kir û wiha got: "Dijberî gotina îktîdarê enerjî dê bêtir buha bibe. Tirkiye ji sedî 99.5'an xaza xwezayî ji derve dikire. Em dê bêtir bi Rûsya ve bên girêdan."

  • img

    Hewldana Jiyankirina Heskîfê: Dîrok li cihê xwe xweşik e

    Berdevkê Hewldana Jiyankirina Heskîfê Ridvan Ayhan bi boneya 28’ê Nîsanê Roja Çalakiya Kurewî ya Sûr û Heskîfê bang li aktîvîstên xwezaparêz û ekolojîstan kir ku bên herêmê û got: “28’ê Nîsanê de em ê bidin nîşandan ku Heskîf li cihê xwe ye û hêj têkoşîna ji bo wê xelas nebûye. Dîrok li cihê xwe xweşik e.”

  • img

    Çoltera Pilemûriye 3 roj in dişewite

    Daristanên çoltera Pilemûriye piştî bi helîkoptêran hat bombebarankirin ev 3 roj in dişewite û şewat berfireh dibe.

  • img

    Platforma Parastina Hewselê: Çemê Dîcleyê tune dikin, dê hesab bidin gel

    Platforma Parastina Hewselê bertek nîşanî xebatên ku li Geliyê Dîcleyê ji aliyê DSÎ'yê di bin navê "Islahê" de tên kirin da û got: "Wê dîrok nîşan bide ku pêdiviya kê bi islahê heye."

  • img

    Bertek nîşanî birîna 7 hezar darên fêkiyan dan: Feraseta daran dibire qirêj e

    Ekolojîstan bertek nîşanî birîna daran a ji aliyê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Wanê ve ku ji qeyûm kirîbû û bi destê VOTAŞ’ê hatin birîn da û got: “Darên fêkî nedidan, dikaribûn bi dermankirinê xwedî lê derketina. Dibû salek şûn ve fêkî bidana. Li vir jiyana çûk, perperok û kêzikan bi dawî kirin.”

  • img

    56 rêxistinên ekolojiye Yekîtiya Ekolojiyê ragihandin

    Li Tirkiyeyê 56 rêxistinên ekolojiyê bi daxuyaniyên li bajarên cûda dayîn, ragihandin ku Yekîtiya Ekolîjiyê ava kirine. Yekîtiya Ekolojiyê, avakirina xwe ragihand û wiha got: “Ji bo bexwedanek bi hêz li qadên cûda şîn bibe û zemînek bi hêz a vîna me diparêzê bê avakirin em li hev kom bûn.”

  • img

    Ji bo Sûr û Heskîfê banga çalakiyê: Sûr û Heskîf mîrateya hevpar e

    Hewldana Jiyankirina Heskîfê diyar kir ku Sûr û Heskîf mîrateyek hevpar a aîdî her kesî ye û banga beşdariya çalakiya 28’ê Nîsanê Roja Çalakiya Kurewî ya Sûr û Heskîfê kir.

  • img

    Bertek nîşanî qirêjkirina Kaniyên Munzurê dan: Rêzê nişanî navendên baweriyên me bidin

    Welatiyên Pulura Dêrsimê bertek nîşanî qirêjkirina Kaniyên Munzurê dan û piştî derdor paqij kirin, banga hestiyarbûna paqijiyê li welatiyên derdor û ziyaretvanan kirin.

  • img

    'Rojek berê destûra înşaat Akkuyu derket'

    Endama NKP’a Mêrsînê û Seroka Odeya Bijîşkên Mêrsînê ya berê Dr. Ful Ugurhan, diyar kir ku nukleer jiyana hemû zindiyan dixe rîskê û wiha got: “Rojek berê destûra înşaata santrale dan. Bi nûkleerê re dê zarokên astengdar û seqez xwedê bidin.”

  • img

    Prof. Dr. Ustun: Akkuyu ji bo hemû kesan mirin e

    Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, li dijî avakirina Santrala Nukleerê ya li Akkuyu tê avakirin bertekên xwe anîn ziman û wiha got: “Ev santral piştî dest bi xebatê bike ji bo me mirin dest pê dike. Santral ji bo her kesî mirin e."

  • img

    Ava 19 cihokan û 8 şaredariyan diherike Gola Wanê

    Çopên ji neh cihokan û avên bermayî yên 8 şaredariyan tev li Gola Wanê dibin û bi vî awayî gol tê tunekirin. Ekolojîst Fatîh Şahîn, bi lêv kir ku şaredarî ji bo ser qiêrjiyê bigire, golê bi molozan dadigere. Şahîn got, divê tesîsa dawerivandinê ya biyolojik bê avakirin.

  • img

    'Ji bo pêşerojek xweş em destûr nadin Nukleerê'

    Endamên Platforma Dijberî Santrala Nukleer (NKP), li dijî avêtina bingeha Nukleerê bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku tevî hemû nerazîbûnên wan dîsa bingeha santralê hat avêtin. Endamên NKP'ê wiha gotin: "Em ji bo pêşerojek xweş diyarî xweza û welatê xwe bikin em destûr nadin santralên nukleerê."

  • img

    Li dijî talankirina xwezayê Yekîtiya Ekolojiyê

    Yekîtiya Ekolojiyê bi armanca li dijî sermayedarên ku xwezayê talan û wêran dikin, xwe bi rêxistin kirin û di 26'ê Adarê de yekîtiya xwe îlan kirin. Mîmarê Yekîtiya Ekolojiyê û Rojnameger Ozer Akdemîr, diyar kir ku şîrketên sermayedar bi piştgiriya îktîdarê xwezayê talan dikin.

  • img

    Parlementerên Mêrsînê: Em ê nehêlin Akkûyû bê çêkirin

    Parlementerê Mêrsînê Serdar Kûyûcûoglû, bertek nîşanî avêtina hîmê Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê da û bal kişand ser mezinahiya talûkeya nukleerî. Aytûg Atici jî got: “Em nahêlin ev proje bê çêkirin.”

  • img

    Sûlava Bêgirê ji ber HES’an ne geş e

    Sûlava Bêgirê yek ji newazeyên xweşik a xwezayê ye. Sûlav ji ber avakirina HES’an û hişkesaliyê her roja ku diçe coşa xwe winda dike û geşbûna wê nemaye.

LÊGERÎN