ŞIRNAK - Dayika Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ku di dema qedexeya derketina derve de bi gotina xwe ya "Em ê çok nedeynin" di bîra mirovan de maye Esmer Tûnçê wiha got: "Ne dayika wî, ne malbata wî û ne jî gelê wî çok danenî."
Di ser qedexeya derketina derve de ku di 14’ê kanûna 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat ragihandin û 79 rojan dewam kir, 8 sal derbas bûn. Di êrişên dema qedexeyê de zarok jî di nav de 288 kesan jiyana xwe ji dest da. Di piraniya lêpirsînan de ku der barê kuştinan de hatin destpêkirin, biryara "pêwistî bi lêpirsînê nîn e" hat dayîn.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), serlêdanên ji bo Hevserokên Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel û Yasemîn Çikmaz, Serdar Ozbek, Mehmet Bakan û Bişeng Kolançê de di 7’ê Tîrmeha 2022’yan red kir. Dadgeha Destûra Bingehîn biryara xwe ya der barê esasê de di 4'ê mijdara 2022'yan de eşkere kir. Dadgeha Destûra Bingehîn îdia kir ku mafê jiyanê nehatiye binpêkirin û bikaranîna hêza kujende jî ji bêgavî hatiye bikaranîn û diyarkirina peywirdaran ne pêkan e.
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) piştî ku rêyên hiqûqî yên navxweyî xitimîn, di 3'yê Sibatê de ji bo 6 kesan bi hincetên "Binpêkirina mafê jiyanê" û "Nebûna lêpirsîneke çalak" serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; der barê 29 dosyeyên OHD'ê de hê jî biryar nehatiye dayîn. Li Dadgeha Destûra Bingehîn 46 doz berdewam dikin. Tê payîn ku di demên pêş de ji bo 12 dosyeyan serlêdan li DMME’yê bên kirin. Her wiha der barê mirina hin kesan de hin dosye li DMME'yê ne.
'NE DÊYA WÎ NE JÎ WÎ ÇOK DANENÎ'
Dayika Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ku di dema qedexeya derketina derve de bi gotina xwe ya "Em ê çok nedeynin" di bîra mirovan de maye, Esmer Tûnçê wiha got: "Ne dayika wî, ne malbata wî û ne jî gelê wî çok danenî."
Dayika Tûnçê ku bi lorandina zêmareke li ser zarokên xwe dest bi axaftina xwe kir, bal kişand ser tiştên ku di dema qedexeyê de qewimîne û wiha got: "Di demên ewil ên qedexeyê de top avêtin mala me. Ji ber vê yekê ez li cem cîranên xwe mam. 28 roj şûn de kurê min ê din Orhan ê li Taxa Çemkûrkê (Nûr) bû, hewl dida biçe cem birayê xwe Mehmet Tûnç ê li Taxa Cûdiyê. Paşê hat gotin ku Orhan birîndar bûye. Me xwe gihand Mehmet û me got, Orhan birîndar e. Got,'Orhan bihêz e. Tiştek pê nabe. Tu ji Zeynepê (hevjîna wî) re bêje bila ew jî were cem barîkatan, li ber xwe bide.' Em hîn bûn ku kurê min Orhan bi awayekî birîndar li herêma qedexe ye û dê wî bibin nexweşxaneyê. Em jî çûn nexweşxaneyê, em li benda wî man. Em bi saetan li bendê man, lê kes nehat. Di dawiyê de xebatkarek tenduristiyê ku li wir dixebitî got, 'Dayê, li vir nesekinin, ji dema qedexeya derketina kolanan û vir ve kesek zindî neanîne vir. Bi birîndarî jî têkevin destên wan, wan sax naynin vir.' Dema me dît kes nehat em vegeriyan."
'EM Ê GAVEKÊ JÎ BI PAŞ VE NEAVÊJIN'
Dayik Tûnçê diyar kir ku li Cizîrê komkujiyeke mezin pêk hatiye û wiha got: "Komkujiya li Cizîrê jî mîna ya li Filistînê ye ku niha tê kirin. Kesî dengê xwe dernexist. Wehşeteke mezin pêk hat. Lê nikaribûn dawî li vê berxwedanê bînin. Hê jî dewam dike û naqede. Mehmet got, 'Heta ez sax bim ez ê çok nedeynim û teslîm nebim.' Dayika wî, malbata wî û hemû gelê kurd heman tiştî dibêjin. Me tu carî ji bîr nekir. Çawa ku niha navê Ehmedê Xanê, Melayê Cizîrî û Mem û Zînê bûne sembol, navê Mehmet Tûnç dê bi heman awayî bi bibe smebola Cizîrê. Ez bi zarokên xwe serbilind im. Heta em sax bin, em ê gavekê jî bi paş ve neavêjin."