ŞIRNEX - Danişîna doza Ahmet Gun ê DEM Partiyî ku ji hêla cerdevanan ve hatibû qetilkirin, ji ber xisûsên kêm ên di dosyayê de hate taloqkirin.
Rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun di 11’ê kanûna 2023’yan de li çolterê bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qileban a Şirnexê ji hêla cerdevanan ve hatibû qetilkirin. Kurê wî Abdurrahîm Gun jî birîndar bûbû.
Têkildarî bûyerê ji ber sûcên “kuştina bi qesdî” û “hewldana kuştina biqesdî” li cerdevanê teqawid Enver Babat (60), cerdevan Siddik Babat û kurê wî Ebubekir Babat û kesê bi navê Omer Yakar doz hatibû vekirin. Danişîna 3’yemîn a dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin.
Siddik Babat ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, di danişînê de amade bû. Bersûcên din ên negirtî tên darizandin jî beşdarî danişînê nebûn. Parêzerê malbata Gun, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) ji Edliyeya Amedê tev li danişînê bû.
Dadgehê, biryar da ku rewşa girtî ya cerdevan Babat bidome. Dadgehê bi daxwaza temamkirina xisûsên kêm ên di dosyayê de, danişîna dozê taloqî 20’ê çileya 2025’ê kir.