MEREŞ - Mehmet Mengucek, di dema Komkujiya Mereşê de ji bo pêşîlêgirtina komkujiya li taxa Namik Kemal tevli koma ku taxê diparast dibe û piştre jî ji aliyê lêşkerekî ve tê qetilkirin. Çendî 45 sal di ser bûyerê re derbas bûne jî, xwişka wî Gul Onatçayê bi lêv kir ku êşa wan wekî roja ewil e.
Di navbera 19 û 26’ê kanûna 1978’an de li dijî elewiyan li Mereşê êrişeke nîjadperest hat kirin. Li gorî daneyên fermî di komkujiyê de 111 welatî hatin qetilkirin, 559 mal û nêzî 290 kargehên elewiyan hatin şewitandin. Lê li gorî hin çavkaniyan zêdetirî 500 kes di vê komkujiyê de hatine qetilkirin. Der heqê kesên tiliya wan di komkujiyê de hebû doz hat vekirin û darizandina wan 23 salan dom kir. Dadgehê li 22 kesan cezayê darvekirinê, li 7 kesan cezayê muebbedê û li 321 kesan jî ji salekê heta 24 salan cezayê girtîgehê birî. Her wiha 68 kesên ku di qetlîamê de roleke girîng lîstin jî nehatin dîtin. Biryarên ku Dadgeha Rewşa Awarte dabûn piştre ji hêla Dadgeha Bilind ve hatin xerakirin û biryarên darvekirinê nehatin cîbicîkirin. Cezayên bersûcên ku cezayên demkî li wan hatibûn birîn jî bi Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) re ku di sala 1991’ê de hat çêkirin, hatin taloqkirin û piştre hemû bersûc hatin berdan.
Serkêşê komkujiyê Okkeş Kenger hat darizandin û beraet kir. Piştre jî paşnavê xwe guherand û kir Şendîller. Di sala 1991’ê de jî ji Partiya Refahê (RP) wekî parlamenter hat hilbijartin. Tevî 45 sal di ser komkujiyê re derbasbûnê jî kiryarên komkujiyê nehatine cezakirin.
Di 19’ê kanûnê de dema li sînemaya Çîçek a bajêr fîlma bi navê “Roj wê kengê derkeve” dihat nîşandan, bombeya deng li ber deriyê sînemayê teqiya. Ev destpêka komkujiyê bû. Piştre jî li dijî elewiyan êrişên nijadperest hatin kirin. Piştî ku melayê Mizgefta Baglarbaşiyê Mûstafa Yildiz di xutbeya 22'yê kanûnê de bang kir û got “Bi rojî û nimêjê hûn nikarin bibin hecî. Kuştina her elewiyekî bi qasî ku tu 5 caran çûbûyî hecê bi xêr e" bûyerên komkujiyê mezin bûn. Piştî ku nijadperestan êrişî taxên elewiyan kir kesên Sosyalîst û elewiyên taxê dest bi parastina taxên xwe kirin.
Yek ji kesên ku beşdarî parastinê bû jî Mehmet Mengûcek ê 37 salî bû ku li gundê Xidiranli yê Bazarcix a Mereşê dijiya. Mengûcek ku ji bo beşdarî parastina Taxa Namik Kemalê bi navê Karamaraş bibe li gundê xwe ber bi navenda Mereşê bi rê ket, rojekê parastina taxê kir û piştî guleyên wî qediyan birîndar bû. Piştre jî ji bo xwe biparêze li taxê di hundirê xaniyekî de xwe veşart. Lê xaniyê ku wî xwe spartibûyê ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin û ew bi birîndarî binçavkirin. 24'ê kanûnê di dema binçavkirinê de ku hê Mengûcek li wesayita leşkeran siwar nebûbû leşkerekî ji paş ve gulê berdan wî û ew li wir qetil kir. Zavayê wî Îsmaîl Onatça (74) û xwişka wî Gul Onatça (69) behsa wan rojên Komkjiya Mereşê kirin.
'KEVIR LI SER CENAZEYAN DIBARIYAN'
Gul û Îsmaîl Onatça yên li gundê Denîzlî yê navçeya Dulkadiroglûya Mereşê dijîn, ji ber ku xaniyê wan di erdhejê de zirareke mezin dît, neçar man di konteynirê de bijîn. Îsmaîl Onatça ku em di konteynera ku lê diman de bi wî re axivîn, diyar kir ku dema bûyeran dest pê kir ew 26-27 salî bûye û pêvajoya komkujiyê wiha vegot: “Du mamosteyên çepgir Hacî Çolak û Mûstafa Yuzbaşioglû hatin qetilkirin. Cenazeyên mamosteyan nedidan me. Piştî girtina cenazeyan em çûn dibistana ku mamoste lê dixebitîn. Me xwest cenazeyan ji wir bibin Mizgefta Mezin. Berî ku em cenazeyan bibin mizgeftê, komeke ulkuciyan em asteng kirin. Ji qesrê dest bi avêtina keviran û heqeretan kirin. Polîs jî li derdorê bûn, lê mudaxile nekirin. Em neçar man ku cenazeyan li holê bihêlin. Kevir li ser cenazeyan dibariyan. Me xwe spartibû dikanan. Otomobîl û mal dişewitandin. Wekî guran diqîriyan. Bi dar û kevirên di destê xwe de êrişî taxan dikirin. Bi ser Karamaraş (Taxa Namik Kemal) de girtin. Me bi berxwedana bi çekan hewl da ku taxê biparêzin."
JI ALIYÊ LEŞKER VE HATIYE QETILKIRIN
Onatçi anî ziman ku bûrayê wî Mehmet Mengûcek sed metre dûrî wî gulebaran kirine û wiha qal kir: “Di nava kesên ku ji bo parastina taxê li ber xwe didin de Mehmet Mengûcek jî hebû. Sed metre ji min dûr bû. Komeke çekdar ji bo êrişî taxê bike ji jor ve dihat. Wî tenê ev kom rawestand û nehişt bikevin taxê. Lê piştî ku guleyên wî xilas bûn ew birîndar bû. Piştî ku birîndar bû li taxê xwe spart xaniyekî. Piştre leşker hatin taxê û derdora mala ku Mehmet tê de birîndar bûbû dorpêç kirin. Leşkeran Mehmet binçav kirin. Di dema binçavkirinê de leşkerekî ji paş ve gule berdan Mehmet û ew qetil kir. Hevalekî din ê bi navê Şêxo jî hebû, di dema berxwedanê de gule lê hat reşandin û jiyana xwe ji dest da. Ew birin avetin depoyê bûzxaneyê. Me xwest cenazeyê Mehmet ji wir bigrin û defin bikin, lê rayedarên li wir gotin em ê cenaze nedin, ew dê bixwe bigirin û defin bikin. Li gel me parêzerek hebû. 5 endamên malbata wî jî hatibûn qetilkirin. Her wiha zikê biraziya wî ya ducanî jî qûl kiribûn û ew û pitika wê kuştibûn. Li ser îtîraza wî parêzerî bi şertê ku cenaze ji aliyê leşkeran ve bêmeş bên definkirin me cenazeyên xwe birin. Dema me cenaze ji bo definkirinê dibirin, faşîstan em asteng kirin û berê çekên xwe dan me. Leşker ketin navberê û bi leşkeran re me cenazeyê xwe bir gundê Xidiranli yê Bazarcixê û li wir defin kir."
'HEKE MUDAXELÊ BIKIRINA EV QAS KES NEDIHATIN QETILKIRIN'
Onatça bi lêv kir ku bûyer ji aliyê dewletê ve bi zanebûn hatine kirin û tevî ku 45 sal derbas bûne jî berpirsyarên qetlîamê nehatine cezakirin. Onatça axaftina xwe wiha domand: “Beriya komkujiyê 4 endamên MÎT’ê şandin Mereşê. Wan jî paşê qebûl kir. Leşkeran mudaxeleyî bûyeran nekir. Heke leşkeran mudaxile bikirina ev qas kes nedihatin qetilkirin. Wan bi çekan gule li me reşandin, lê leşkeran mudaxele nekir. Dewlet bi vê qetlîamê re rû bi rû nebû. Kesên hatin girtin beraet kirin. Paşê, bi bûyîna parlamenter û xizmetkirina di gelek saziyên dewletê de hatin xelatkirin. Lê bîranîna qurbaniyên komkujiyê ya ji aliyê walitiyê ve jî tê qedexekirin."
Onatça destnîşan kir ku ji bo bûyerên bi vî rengî rû nedin divê elewî bi awayekî rêxistinbûyî tevbigerin û got: “Ji bo ev bûyer careke din neqewimin divê em bibin yek û li ber xwe bidin. Ev komkujî ne tenê li vir, li Sêwaz, Çorûm û gelek deverên din hatin kirin. Heke em li dijî wan nebin yek, dê her tim me bikujin."
'HETA MIRINÊ JI BÎR NAKIM'
Tevî ku 45 sal derbas bûn jî hêsirên xwişka Mehmet Mengucek Gul Onatça nesekinîn. Onatça ku gotinên wê di qirika wê de asê mabûn êşa xwe bi van gotinan anî ziman: “45 sal derbas bûn, lê min saniyeyek jî ji bîr nekir. Heta mirinê ez ji bîr nakim. Dema bûyeran dest pê kir xwişka min dizewice. Birayê min jî hat dawetê. Ji me re got “Ev çi dawet e, gelê me tê qetilkirin hûn dawetê dikin" û çû û êdî nehat. Sibekê hevjînê min Îsmaîl hat û got Mehmet kuştin. Piştre cenaze anîn û defin kirin. Êşa vê komkujiyê tu carî bi dawî nabe."
MA / MAhmût Altintaş