RIHA - Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hevpeymana Civakî ya ku dê bibe pêşkeşiya modêla jiyana nû qebûl kir. Di vê çarçoveyê de dê di avadaniya îdarî ya Rêveberiya Xweser de guhertin bên kirin, saziyên nû bên avakirin, qanûnên di halê hazir di meriyetê de bên nirxandin û li gorî Hevpeymana Civakî bên sererastkirin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê de, piştî xebatên domdirêj Hevpeymana Civakî amade kir. Komîteya ku bi vê mebestê hatibû avakirin, di nava du salan de bi xelkê herêmê re gelek civîn li dar xist. Siyasetmedar, endamên rêxistinên civaka sivîl, nûnerên Rêveberiya Xweser û pêkhateyên gelên kurd, ermen, tirkmen, suryan, asur, keldan û çerkes jî di nav de civîna giştî bi 158 endaman hate lidarxistin.
Civîn, li avahiya Rêveberiya Xweser hat lidarxistin û li ser 99 xalên peymanê nîqaş hatin kirin û şiklê dawî hate amadekirin. Rêziknameya hatiye amadekirin, ji Meclisa Giştî re hate şandin. Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di 12’ê kanûnê de Hevpeymana Civakî ya ku ji 4 serenav û 134 xalan pêk tê qebûl kir.
Berevajî destûrên bingehîn ên netewe-dewletan, Hevpeymana Civakî ji hêla gelê herêmê bi xwe û nûnerên wan ve hate qebûlkirin.
Hiqûqnas Mistefa Şêx Muslim
Peyman, berhema lihevkirina partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û pêkhateyên wan e. Armanca esasî ya peymanê jî ew e ku destkeftiyên şoreşê û mafên pêkhateyên herêmê biparêze.
DÊ SAZIYÊN NÛ BÊN AVAKIRIN
Bi Hevpeymana Civakî re navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke “Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” hate guherandin. Rêveberiya Xweser jî dê ji 7 kantonan pêk bê. Qadeke din a ku di Hevpeymana Civakî de guhertin tê de hatiye kirin jî şaredarî ne. Di avadaniya hiyerarşîk a Komîteya Şaredariyan de guhertinên girîng hatin kirin. Navê komîteyê weke “Kombûn û Yekitiya Şaredariyan” hate guherandin. Navê Meclisa Giştî jî weke “Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê” hate guherandin. Di heman demê de “Lijneya Çavdêriyê” hate avakirin ku ev jî girêdayî Meclisa Gelan e.
Her wiha li gorî Hevpeymana Civakî, dê “Nivîsgeha Dirav û Dayînê” û “Dadgeha Parastina Hevpeymana Civakî” bên avakirin.
GAVÊN KU DÊ HÊDÎ HÊDÎ BÊN AVÊTIN
Di qonaxa duyemîn de dê Komîseriya Bilind a Hilbijartinê bê avakirin. Komîserî dê ji bo hilbijartinên ku dê li her 7 kantonan bên lidaxistin xebatan bimeşîne. Hilbijartin dê li gorî hukmên Hevpeymana Civakî bên lidarxistin.
Li hêla din, dê sazî û navên wan ên nû yên Rêveberiya Xweser bên diyarkirin. Dê qanûnên Rêveberiya Xweser ên di halê hazir di meriyetê de jinûve bên nirxandin û li gorî Hevpeymana Civakî bên guherandin. Ev yek di heman demê de dê avakirina komîteyan jî bigire nav xwe. Ev xebat tevek jî dê di bin çavdêriya Meclisa Gel a Demokratîk de bên kirin û guhertinên tên kirin jî dê bi gelê herêmê re bên parvekirin.
‘PEYMAN, MODÊLEKE TIFAQIYÊ YE’
Hiqûqnas Mistefa Şêx Muslim têkildarî Hevpeymana Civakî axivî.
Muslim, da zanîn ku peyman di encama nîqaşên domdirêj ên pêkhateyên xwedî nasname û baweriyên cuda de hatiye amadekirin û ev tişt anî ziman: “Em dikarin ji vê re bibêjin ‘Modêleke Tifaqiyê’ ye. Weke mînaka tifaqeke sivîl, dê hem mafên nasnameyan hem jî yên baweriyan di çarçoveya parastina cewherî de biparêze. Modêleke bi vî rengî ye.”
MODÊLEKE DADGEHÊ YA LI SER BINGEHA MAFÊN MIROVAN
Bi domdarî Muslim anî ziman ku ji bo pirsgirêk û pêşniyarên çareseriyê yên herêman bi xwe, bal kişandine ser xaleke Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û wiha got: “Bi vê yekê re modêleke dadgehê ya demokratîk ku mafên mirovan esas digire pêşkeş dike.”
Muslim, got ku di civînên têkildarî peymanê de li gel Komîteya Giştî, her wia gelek komîteyên herêman jî cih digirin û wiha pê de çû: “Di hevdîtinan de xalên peymanê yek bi yek hatin nîqaşkirin û bi piraniya dengan hate qebûlkirin. Di civînan de tu komîte an jî pêkhateyên ji komên cuda nehatin paşguhkirin. Tevahiya pêvajoyê bi vekirî û zelal hate meşandin. Ji vê hêlê ve, ne modêleke destûrên bingehîn ên berê dê bi salan di meriyetê de bimîne, xwedî wê hêzê ye ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên gel bibe bersiv.”
HÊVIYA MODÊLA JIYANA NÛ
Herî dawî jî Muslim wiha got: “Bi vê peymanê re dê daxwazên gel bêhtir di pergalê de xuya bikin. Ji bo pergaleke demokratîk em hewl didin bibin modêlek. Hêviya me ew e ku ev gav di demên pêş de ji bo tevahiya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn deriyên guftûgoyê veke û ji bo modêleke jiyana nû ya gel bi hev re dijîn bibe pêşkeşiyek. Ev peyman en parçekirina Sûriyeyê, berevajî vê armanc dike ku hemû parçeyên wan bibin yek.”
MA / Ceylan Şahînlî