STENBOL - Parêzer û malbatên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin, ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 33 meh in tu agahî jê nayên girtin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Her wiha birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinên serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
Li gel malbatan, her wiha ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk û Faîk Ozgur Erol jî ji bo hevdîtina bi miwekîlên xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê bi awayeke birêkûpêk di roja çarşemê de dihatin kirin lê hat zanîn ku ji ber erizeyeke teknîkî ne duh lê îro hate kirin.
DI DU SALAN DE HERÎ KÊM 10 CEZAYÊN ‘DISIPLÎNÊ’ HATIN BIRÎN
Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan ê bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2023’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 10 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin.
Dı 8 SALÊN DAWÎ DE HERÎ KÊM 19 CARAN HATIN ASTENGKIRIN
Di navbera salên 2016 û 2019’an de jî herî kêm 19 caran biryara qedexeya hevdîtina bi malbatê re hate dayîn. Tevî hemû serlêdan û îtîrazan jî hincetên van cezayên disiplînê û hejmara dosyayan bi parêzeran re nayên parvekirin.
BIRYARA QEDEXEYÊ YA DAWÎ
Parêzeran di 10’ê tîrmeha 2023’yan de serlêdan kir û dadgeriyê di 19’ê tîrmehê de bersiv da parêzeran. Dadgerî, bêyî ku dîroka wê destnîşan bike got ku cezayê disiplînê yê ji bo 3 mehan hatiye birîn. Parêzeran herî dawî jî di 10’ê cotmeha 2023’yan de serî li dadgeriyê da. Ji bo hevdîtina bi malbatan re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê hate dayîn û dadgehê di 13’ê cotmehê de bersiv da serlêdanê. Dadgehê got ku cezayekî nû yê disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatiye birîn.
Dadgeriyê, sedema parvenekirina hejmara dosyaya cezayê disiplînê jî weke “dê li ser çapemeniyê were parvekirin” nîşan da.