NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 210’an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Çareserî azadiya Ocalan e” derket pêşberî xwînerên xwe.
Rojnameyê vê carê cih da banga çalakger û malbatên girtiyan. Malbat û çalakgeran destnîşan kirin ku çareserî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Dayika Zulkuf Gezen a ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin dawî li jiyana xwe anî, Hawa Gezen ji rojnameya me re axivî û diyar kir ku çareserî di azadiya Ocalan de ye û got: “Girtî bi xwedîderketinê serbilind dibin û bi piştgirêyê bihêz dibin. Daxwaza min ew e ku ne tenê malbat, hemû gelê kurd xwedî li girtiyan derkevin. Ger gel xwedî li girtiyan derkeve wê dijmin nikaribe girtiyan tecrîd bike. Ev çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan daye destpêkirin ne tenê ji bo xwe ne, ji bo her kesî ye. Ji bo tecrîd li ser hemû gelê kurd bê rakirin û gel bi her awayî azad bibe di grevê de ne. Armanca çalakiyê ew e ku hem Serok azad bikin, hem jî gelên Kurdistanê azad bikin. Rêya çareserî û azadiyê di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de ye.”
Rojnameyê di surmanşeta xwe de bi sernavê “Ocalan li cîhanê tevgerek ava kir” cih da nirxandinên siyasetmedarê kurd Hatip Dîcle. Hatîp Dîcle di hevpeyvînê de bal kişand ser xebatên hamleya azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan û got: “Felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hemû welatên cîhanê tê nirxandin. Paradîgmaya Ocalan li cîhanê bûye mînak û tevgerek ava kir. Paradîgmaya ku Abdullah Ocalan ava kiriye, li qadek mezin a kurewî, tevger û çalakiyek ava kir. Dostên kurdan bawer dikin ku fikrên Ocalan çareserî ye.”
Rojnameyê di rûpela Rojevê de cih da nivîsa nivîskar Felemez Ulug a bi sernavê “Parîs di tarîtiyê de ye, edalet li ku ye?” û li ser polîtîkayên Fransa ya li dijî têkoşîna kurdan rawestiya. Ulug, di nivîsa xwe de bal kişand ser komkujiya 3 jinên kurd ên siyasetmedar ku di 9’ê Çileya 2011’an de li Parîsê pêk hatin û komkujiya 23’yê kanûna 2022’yan ku li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya pêk hat û 3 hunermendên kurd hatin qetilkirin. Ev êrîş qasî êrîşek terorî û siyasî ye. Pir aşkera ye ku li pişt vê êrîşê jî mîna komkujiya 9’ê Çileyê MÎT’a tirk heye. Di vir de pirs ev e; gelodi plankirin û pêkanîna vê êrîşê de rola îstixbarata Fransa çi ye? Gelo mumkun e ku bûyerek wisa plankirî bêyî bê ferqkirin li navenda Parîsê du caran li ser hev pêk bê? Ev pirs ji aliyê gelek derdorên cûda ve tên kirin. Lê tevî van pirsan û îfadeyên bi nakok jî serdozgeriya Parîsê bi israr hewl dide dozê di çarçoveya êrîşa “nîjadperestî” de bigire dest. Ji ber vê israrê perdeya reş a li ser bûyerê nayê rakirin û rastî di tarîtiyê de tê hiştin.”
Rojnameyê di rûpela çandê de cih da Fuara Pirtûkan a di navbera 16 û 24’ê kanûnê de. Ligel weşanxaneyên kurd yên weşanên kurdî jî di pêşangehê de cihê xwe girtibûn. Li gel eleqeya li weşanxaneyên kurdî pêşnangeha Zarok TV û MA Zarokê mirov dikare bêje bû rengîniya herî mezin a vê pêşangehê.