WAN - Nanpêjên li Wanê diyar kirin ku ji ber bihabûna arvan û nan, gel berê xwe daye nanê kartû.
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) eşkere kir ku enflasyona salane ya sala 2023'yan ji sedî 64,77 e. Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) jî ragihand ku enflasyona sala 2023'yan ji sedî 127,21 e. Piştî ku rêjeyên enflasyonê hatin eşkerekirin, fiyet jî li ser hev du biha bûn. Tê payîn ku bihayê arvan û nan jî zêde bibe.
Li Wanê nan bi 7 TL'yan û çorek jî bi 10 TL’yan tê firotin. Nanê kartû jî bi 3,5-4 TL'yan tê firotin. Li gorî nanpêjên li bajêr, ji ber bihabûna fiyetê nan firotina nan kêm bûye, lê firotina nanê kartû zêde bûye.
MIROV LI NANÊ KARTÛ DIGERIN
Hakan Çabat ku firina wî heye diyar kir ku ew li bendê ne fiyetê arvan û rûn jî biha bibe. Çabat anî ziman ku gel bertek nîşanî bihabûnê dide û wiha got: "Ji ber buhabûnê welatî li şûna 3 nanan bikirin, nanekî dikirin. eem bandoreke pir nebaş li karê me dikin. Em êdî nanê kartû yê roja din difiroşin. Mirov ji dêvla nanê teze, nanê kartû ku erzantir e, dikirin. Fiyetê nanê teze û kartû ne wek hev e. Ji 5 kesên tên firinê 3 kes nanê kartû dixwazin. Ev pirsgirêkeke mezin e. Berê me nanê kartû nedifirot. Lê niha mirov firin bi firin li nanê kartû digerin."
Çabat diyar kir ku gel êdî nikare nan bikire û wiha got: "Bi zêdekirina mûçeya kêmtirîn re havên, arvan û rûn jî biha bû. Ligel vê yekê xebatkar jî doza zemê dike. Ev xelek, tu bikî nekî bandorê li fiyetê nan jî dike. Dê fiyetê nan bibe 10 lîre. Berê me rojê 10 çewal arvan nan çêdikir, niha em 50 çewal arvan çêdikin. Yanî karê me ji sedî pêncî kêm bûye."
BIHABÛN BANDORÊ LI HER KESÎ DIKE
Ji dikandaran Oguz Gunay ê aravn difiroşe bilêv kir ku bihayê kîsek arvan ji 600 lîreyî bi ser 650 TL'yî ketiye û got ku ji ber vıhabüna fıyetan firotina arvan jî pir kêm bûye. Gunay wiha axivî: "Gundî, ji bo salê 30 çewal arvan dikirî. Niha tenê mehê carekê dikarin bên û çewalekî arvan bikirin. Welatî niha ketine etra ku dê çawa ji bin barê mesrefa rojane rabin. Dema min qemyonek arvan dikirî 15-20 hezar TL bû. Niha dema em qamyonek arvan dikirin 50 hezar TL ye."
Gunay diyar kir ku ji ber bihabûnê firotina bi deyn jî zêde bûye û wiha got: "Şert û mercên aboriyê yên gel tune yee. Gel di serê mehê de heqê arvan dide. Ger wiha dewam bike em ê jî kêm wergirin û kêm bifiroşin, yna na divê em wernegirin yan jî gelek pêdiviyan paşguh bikin."
Gunay anî ziman ku ji ber zeman ji bêgavî hin kesan ji kar derxistine û got ku karkerên mayî jî ji bêgavî zêdetir dixebitin.
‘BERPIRSÊ KRÎZÊ DEWLET E'
Dikandar Îbrahîm Ozturk ku arvan difiroşe anî ziman ku ji ber zemên nû ew di rewşeke zehmet de ne. Ozturk got: "Di salên 2000'î de me kîsek arvan bi 25 TL'yî dikirî û bi 30 TL'yî difirot. Niha em kîsekî arvan bi 570 TL'yî dikirin û bi 580 TL'yî difiroşin. Welatî êdî nikarin arvan bikire. 10 kîlo rûn bi 750 TL'yî ye, kîsê şekir 800 TL'yî derbas kiriye. Mirov êdî ji dêvla çewalan bi kîloyan dikirin. Beêr gundiyek dihat 30-50 çewal arvan distend, niha tê 5 kîloyan distîne. Hêz akirînê ya gel neamye. Em nikarin goştê mirîşkan bistînin. Ez her roj diçim dikanê lê destvala vedigerim. Car heye ez hefteyekê ji arvan nafiroşim. Gava arvan biha bibe nan jî biha dibe. Berpirsê vê dewlet e."
‘EM Ê KARGEHA XWE BIGIRIN'
Nanpêj Alî Ulfer diyar kir ku gelek eks tên nanê kartû dikirin û wiha got: "Her roj mirov tên li nanê kartû dipirsin. Dema nanê kartû peyda tune be mirov bêyî nan bikirin diçin malê."
Ulfer da xuyakirin ku bihayan bandoreke neyînî li firotinê kiriye û got: "Beriya vê krîzê em 14 kes dixebitîn, lê niha 6 kes dixebitîn. Em nizanin em ê çi bikin. Em jî wekî yên din perîşan in. Berê me rojê 4 çewal nan çêdikir, lê niha herî zêde em çewalekî çêdikin. Anku dê bi bihabûnên nû re gelek kes ji me dikanên xwe bigirin. Ji lew re rewş pir xirab im. Rojê 20 kes tên nanê kartû dikirin. Em li malê 11 kes in, divê em rojê 20 nanan bikirin. 20 nan tenê 140 TL dike. Kesekî ku nexebite dê çawa vî nanî bistîne?"
MA / Ercan Oksuz