Hevseroka DAD'ê Dogan: Desthilat hewl dide nijşekî nû yê mirovan biafirîne

img
STENBOL- Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Doganê diyar kir ku desthilat bi ferzkirina îslama sunnî re hewl dide nifşekî nû yê mirovan biafirîne û ji bo hemwelatîbûyîneke wekhev îşaret bi têkoşîneke xurt kir.
 
Elewiyên ku di dîrokê de her tim rastî qirkirinê hatine, di serdema desthilata AKP'ê de li dijî qirkirina siyasî û çandî têdikoşin. Îmam, waiz, pisporên xizmetên olî û qursên Quranê ku bi projeya "Ez ji bo hawirdora xwe hestyar im, xwedî li nirxên xwe derdikevim (ÇEDES)"  li dibistanan hatin bicihkirin, "perwerdeya nirxan" didin xwendekaran. Her wiha bi Serokatiya Çand û Cemxwaneyê ya Elewî Bektaşî ya di bin banê Wezareta Çand û Tûrîzmê de hatiye avakirin jî, tê xwestin elewî ji hev bên belawelakirin. 
 
Hevseroka Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Kadriye Dogan diyar kir ku desthilat bi projeya ÇEDES'ê û Serokatiya Çandê û Cemxaneyan a Elewî Bektaşiyan dixwaze elewiyên xwe biafirîne û got ku dê têkoşîna wan ê rêxistinbûyî ya li dijî van polîtîkayan bidome. 
 
POLÎTÎKAYÊN VEDERKIRINÊ
 
Doganê bilêv kir ku piştî erdhejên 6'ê Sibatê yên navenda wan Mereş, elewî careke din bi polîtîkayên dewletê yên vederkirinê re rû bi rû mane û got ku di vê heyamê de saziyên elewiyan deriyên xwe ji mexdûrên erdhejê re vekirine. Doganê diyar kir ku di heman demê de wan tora piştevaniyê ava kiriye û ji bo cebiradina birînan xebatine girîng kirine. 
 
Doganê destnîşan kir ku tora piştgiriyê ya li herêma erdhejê hat avakirin careke din girîngiya piştevaniyê daye der û got ku ji nû ve avakirina herêmê bi piştevaniyê pêkan e. 
 
FERZKIRINA ÎSLAMA SUNNÎ
 
Dogan anî ziman ku desthilat hewl dide ku baweriya Elewiyan li hemberî ferzkirinên Îslama Sunnî biparêze û got ku ev ferzkirinên ku bi avakirina Komarê dest pê kirin, îro jî bi awayekî din dewam dikin. Doganê wiha pê de çû: “Asîmîlasyon bi dersên mecbûrî yên olî û bi taybetî ÇEDES’ê didome. Tişta ku ji ÇEDES'ê derket ew bû ku îmam wekî mamosteyê şêwirmendiyê tayinkirin. Her zarokê ku em wan dişînin dibistanan, melayekî ji xwe re mînak digire û bi vî awayî armanc ew ku fikirên meleyan û yê malbatê pev biçin. Ev heyameke asîmlasyoneke mezin e. Rewşeke têra xwe xetere ye." 
 
Doganê da zanîn ku desthilat polîtîkaya "hilberîna nifşekî nû yê mirov" dimeşîne û wiha got: "Hewl didin civakeke ku îtaet bike, nepirse û xwe bi temamî teslîmî îmaman û vê zîhniyetê bike ava bikin. Ev dê karê rejîma qesrê hêsantir bike. Lê wê civaka Tirkiyeyê ber bi tarîtiyê ve bibe. Her wiha Wezîrê Perwerdeyê jî dibêje ku wan bi terîqat û cemaetan re protokol îmze kirine. Ev tê wê wateyê ku dê perwerde bi temamî ji aliyê Serokatiya Karên Diyanetê ve bê kirin. Di bin banê Wezareta Çandê de Serokatiya Çandê û Cemxaneyê ya Elewî Bektaşî ava kirin. Bi vê yekê re dixwazin civakê xizan bikin û cemxaneyan têxin bin kontrola dewletê." 
 
‘ELEWÎTÎ JI DEWLETÊ DÛR E'
 
Doganê destnîşan kir ku dewlet hewl dide elewîtiyê di ser senteza Tirk-Îslamê re ji nû ve pênase bike û got: “Di vê demê de erka DAD'ê û saziyên din ên elewiyan ew e ku civakbûna xwe ya rêxistinbûyî ava bikin û li dijî vê berxwedanê geş bikin. Divê Pîr û dedeyên me tenezulî mûçeyê dewletê nekin û zanibin ev ne elewîtî ye. Bi rastî jî elewîtî dûrî dewletê ye. Elewîtî jiyaneke komînal e ku pirsgirêkên xwe di nava xwe de çareser dike. Ger baweriyek bi dewletê ve girêdayî be, ew êdî di bin kontrola dewletê de ye. Elewîtî nikare vê qebûl bike."
 
HEMWELATÎBÛNA WEKHEV
 
Dogan diyar kir ku ew ê di serdema nû de ji bo welatîbûna wekhev xebatên rêxistinî xurtir bikin.
 
MA / Omer Îbrahîmoglû
 

Sernavên din

08/01/2024
09:30 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 43’yan de ye
09:16 Xebatên komeleyê weke ‘fealiyetên rêxistinê’ hatin nîşandan
09:15 Meletî di bin gefa penceşêrê de ye!
09:10 ‘Bi kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî dibêjin hûn nikarin teslîm bigirin’
09:09 Yaray: Bi milyonan kes ji bo Abdullah Ocalan azadiyê dixwazin
09:03 Abdullah Ocalan: Yekane rê demokrasiya herêmî ye
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:59 Rojnameya Xwebûn bi manşeta ‘Serkeftin wê ya dayikan be” derket
07/01/2024
22:05 Cenazeyê derhênerê kurd Kerîmiyan li Silêmaniyê hat veşartin
20:02 Keça Simko, Hediye Zîrekbîlek jiyana xwe ji dest da
16:54 Bakirhan: Em ê bersiva pêwîst bidin kesên dengê me standin û piştre pişta xwe dane me
16:23 Karkerên Ozak Tekstîlê 42 roj in li ber xwe didin
16:12 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê hate dayîn
16:10 DEM Partî: Leşkerên li Tokat û Rîzeyê weke hilbijêr tên veguhestin
16:00 Ji xwendekaran panel: Divê zanîngeh xweser bin
15:14 Platforma Jinan a Şahmaranê rapora tundiyê ya 2023’yan eşkere kir
15:00 Ji bo hezar û 214 ‘hilbijêrên’ leşker ên li Gêlê hatin veguhestin îtîraz hat kirin
14:06 Nivîskar û hunermendan li Amedê ji bo aştiyê bang kirin: Ji diyalog û axaftinê netirsin
13:23 Hatîmogûllari: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê welêt demokratîk nebe
12:48 Li Mêrdînê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
12:21 Ji 564 navan banga ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’: Dev ji siyaseta zext, tecrîd û şer berdin
12:06 Rejîma Îranê cezayê îdamê yê 4 girtiyên kurd erê kir
11:51 Goktepe 28 sal berê hat qetilkirin: Tevî zextan jî israra di rojnamegeriyê de didome
11:02 Norman Paech piştgirî da kampanyaya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’
10:38 Li pey şopa doza keça xwe ye hatiye qetilkirin e
10:00 Dayika Fîdan Dogan: Bi têkoşîna keça xwe serbilind im
09:29 Jinên Efrînî ên li Şehbayê dimînin: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
09:28 ‘Divê kurd li dijî bêbîriyê xwedî li çanda xwe derkevin'
09:12 Roja pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên Amedê diyar bû
09:11 Zeynep Olbecî: Min û hevalên xwe me dest bi greva birçîbûnê kir
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 75 roj in agahî nayên girtin
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 42’yan de ye
09:00 Yekem taksîvana jin a Serêkaniyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2024'AN
06/01/2024
21:33 Li Herêma Kurdistana Federe jîngeh hatin bombebarankirin
19:41 Li Geverê panela tecrîdê: Bi azadiya Abdullah Ocalan dê aştî bê nava gelan
19:04 Li Colemêrgê taxek hat dorpêçkirin, derî û paceyên malan hatin şikandin
17:29 Girtî Topkaya: Em ê ne elimin tecrîda li Îmraliyê
17:13 Di Nobeta Edaletê de bi skecê henekên xwe bi pergala darazê kirin
16:57 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran derketin kolanan
16:30 7 jinên kurd hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiya jinê, bingeha dewletê dihejîne
16:01 DAD ji Zanîngeha Koçê pirsî: Ma hûn serê bûyerê digirin?
15:28 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bibîranîn
15:13 Xizmên windayan faîlên Soysal, Duşkun û Yilmaz pirsîn
14:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Komkujiya Basayê pirsîn
13:06 Ajokaran ji bo Aslan ê jiyana xwe ji dest daye kontak girtin
13:05 Ji bo rojnamevan Silêman bang: Divê demil dest bê berdan
12:44 Ji çar zanyarên erdhejê hişyariya ‘Colemêrgê’: Dibe ku bi pileya 7’an erdhejek çêbibe
12:22 Rojnamevan Assad: Li Kerkukê rêveberiyeke bêyî kurd dixwazin
12:12 Rêveberê DBP'ê Ozbek jiyana xwe ji dest da
11:57 Berdana girtiyê nexweş Guzelaydin hate taloqkirin
11:35 Jineke evîndara azadiyê: Sakîne Cansiz
10:33 Dadgeha Bilind cezayê li dirûşma ‘Ocalan’ hatibû birîn xera kir
09:48 Li Şirnexê zem li heqê rê hate kirin
09:21 74 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:19 Girtiyên siyasî 41 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Meletiyê piştî 11 mehan jiyan: Xizanî û neçarî
09:13 Ji Ma Muzîkê bi kurdî pirtûka rîtm û metodê
09:12 Hevseroka DAD'ê Dogan: Desthilat hewl dide nijşekî nû yê mirovan biafirîne
09:10 'Divê berxwedan li hundir û li derve jî bê mezinkirin'
09:09 Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de: Heya Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe
09:01 Rojnamevan Yalçin: Rojnamegerî tê hedefgirtin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn