STENBOL - Dayikên Şemiyê yên cara 980’emîn derketin Qada Galatasarayê, aqûbeta Komkujiya Basayê ya 11 kesên beriya 28 sal berê di nava mînîbusê de hatin gulebarankirin û şewitandin pirsîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Çend sal derbas bibin bila derbas bibin, em ê ji bo 11 mirovên me yên hatine qetilkirin û hemû windakiriyên xwe dest ji edaletê bernedin.”
Dayikên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin û qetilkirin bipirsin û faîlên wan bên darizandin cara 980’emîn li Qada Galatasarayê hatin gelhev.
Di çalakiya ku parazvanên mafên mirovan piştgirî dayê de Dayikên/Mirovên Şemiyê wêneyên windakiriyan û qûrnefîl hilgirtin. Vê hefteyê faîlên Komkujiya Basayê ya 11 kesên beriya 28 sal berê ewilî hatin binçavkirin û di nava mînîbusê de hatin gulebarankirin û şewitandin pirsîn.
Daxuyanî xwişka Hasan Ocak ê piştî di 21’ê adara 1995’an de bi îşkenceyê hate qetilkirin, cenazeyê wî li Goristana Bêkesan hate dîtin, Masîde Ocak xwend.
Masîde Ocak bi gotinên “980 hefteye em qîr dikin, li ser vê axa ku bi sedan mirov di bin çavan de hatin windakirin tu faîl û berpirsyar nehatin cezakirin. Siyaseta înkar û necezakirinê, kir ku em negihin kiryarên xwe û edaletê. Her roja şemiyê em dosyayên windakiriyên xwe yên van gotinên me piştrast dikin ji Qada Galatasarayê parve dikin û ji bo rastî di hafızaya civakî de cih bigirin têdikoşin” dest bi axaftina xwe kir.
Ocak, anî ziman ku di hefteya 980’emîn a çalakiya xwe de ji bo Komkujiya Basayê edaletê dixwazin û tiştên qewimîn wiha got: “Li gorî rapora Koma Xebatê ya ji bo Aştiyê Hatin Bahev di 10-12'ê Çileya 1996'an de eskeran bi ser gundên Gîri û Xoranê yên Basaya Şirnexê de girtin. Di serdegirtina gundan de welatî Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Ali Nas, Neytullah Îlhan, Halit Kaya û Ramazan Oruç binçav kirin. Birin Tabûra Eskerî ya Cendirmeyan a Şikeftiyanê. Cendirme, di 15'ê Çileya 1996'an de li keyayê gundê Bizinan û di heman demê de cerdevan Mehmet Onerî geriyan û diyar kir ku yên hatine binçavkirin dê wan serbest berde. Xwest dolmîşekê ji wan re bişîne. Oner ê ket nava şikan, ajokar bi tenê neşand. Li gel ajokar cerdevan Hamît Yilmaz, Abdulhalim Yilmaz û Lokman Ozdemir şandin. Dema ajokar Ramazan Nas bi dolmîşa plakeya wê 56 AH 320 çû Tabûra Fermandariya cendirmeyan a Taşkonakê, di rêde rawestandin û kuştin. 4 cerdevan û 6 gundî bi giştî 10 kes kuştin û bedena wan bi qoltixên maşîneyê ve girêdan û şewitandin. Ewil gulebaran kirin û piştre şewitandin. Ajokarê dolmîşê ku xwest bireve piştre eskeran gule li ser wî reşandin û kuştin. Beden teslîmi malbatan nekirin. Piştre ji aliyê eskeran ve bi komî difin kirin.
DMME’YÊ TIRKIYE MEHKÛM KIR
Serfermandariya Artêşê di 16’ê çileya 1996'an de li gel hin rojnameger bi helîkopterê çûn Bassa. Serbaz Ogûz Kalelîoglû li cihê bûyerê daxuyanî da rojnamegeran û got: ‘PKK'ê ev komkujî pêk anî. Agirbesta ku îlan kiribûn xerakirin. Li cihê buyerê tenê 20 deqîqeyan rawestiyan. Destûr nedan ku gundî û şahidên bûyerê biaxivin. Piştre heyeta ku ji ÎHD'ê û Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê çûn cihê bûyerê. Agahiyên ku şahidan dan li dijî agahiyên serbaz bûn. Li gorî lêkolînê derket holê ku ne PKK'ê hêzên dewletê ev komkujî pêk anîye. Malbatan serî li DGM'ya Amedê, Walîtiya OHAL'ê û Serfermandariyê dan. Lê encam nehat aşkerekirin. Hemû serlêdan û hewldan bê encam man. Bûyer birin DMME'yê. DMME'yê Tirkiye mehkûm kir. Di sala 2009'an de Wezîr Adnan Ekmen, got: 'Dema bûyer hat lêkolînkirin dewlet derket' Karê JİTEM'ê bû. Di sala 2012'an de Fermandarê Boluka Cendirmeyan a Şirnexê Serbaz Ozcan Tozlu, di darizandina Ergenekonê de dema wekî şahid îfade da dadgehê, got ‘Beyî destûra eskeran çûk nedihat firandin. Komkujiya Basayê bi destûra Fermandarê Tugaya Piyade ya Akçayê Serheng Selahattin Ugurlu pêk hat. Di çavdêriya tîmê Rizgarkirin û Lêgerîna Muharebe ya Serheng Levent Goktaş de pêk hatiye. Ji aliyê Ahmet Ozalp û 6 cerdevanên xizmên wî pêk hatin. Lê heta niha kujer nehatin darizandin û nehatin cezakirin."
JI BO WINDAKIRIYÊN XWE DEST JÊ BERNADIN
Ocak, di hefteya 980’emîn bang li meqamên edlî û siyasî kir û wiha got: “Em daxwaz dikin ku di mijara Komkujiya Basayê de berpirsyariyê bigirin ser xwe. Hûrgiliyên vê komkujiyê derxînin holê, necezakirina faîlan bi dawî bikin û peywîra xwe ya bicihanîna edaletê pêk bînin. Çend sal derbas bibin bila derbas bin ji bo 11 mirovên me yên di Komkujiya Basayê de hatine qetilkirin û hemû windakiriyên me em dest ji daxwaza edaletê bernadin. Em ê bi bîr bixin ku dewlet neçare din ava normên hiqûqa gerdûnî de tevbigere.”
‘JI ZAROKATIYA XWE VE JI BO BAVÊ XWE EDALETÊ DIXWAZE’
Piştî daxuyaniyê keça Ahmet Kaya yê di nav kesên Komkujiya Basayê de jiyana xwe ji dest da de ye, Emîne Kaya axivî.
Kaya, anî ziman ku bi salan e tên Qada Galatasarayê û dixwazin komkujî were ronîkirin lê tu deng nebihîstine û wiha got: “Em îro jî li dijî vê rewşê dixwazin deng were derxistin û aştî pêk bê. Ji ber ku em naxwazin kes weke me mexdûr bibe. Bavê me qetilkirin û şewitandin. Piştî we qetil kir we çima şewitand? Hûn ê vê şerma xwe çava veşêrin? Em ji bo ev şerm neyê veşartin û edalet pêk were li vir in. Mixabin li welat edalet nîne. Dema ev bûyer qewimî zarokeke biçûk bûm. Îro pîr bûm û hêj jî edalet û aştiyê dixwazim. Bila êdî kes nemire û komkujî pêk neyên. Dê heta kengî ev komkujî berdewam bikin û zarokên biçûk bigirîn? Ez bang li rayedaran dikim bila ev mirin rawestin û aştî pêk were.”
‘EM QET JI BÎR NAKIN’
Keça Ahmet Kaya ya din Leyla Kaya jî diyar kir ku di zarokatiya xwe de bû şahid ku leşkeran bavê wê binçav kirin û got: “Em qet ji bîr nakin û dixwazin edalet bi cih were. Em hemwelatiyên vî welatî ne. Em çima perçiqîn, û êtîm man? Ez di 8 saliya xwe de bê bav mam û nekarî dibistanê bixwînim. Ne heyf e ji me re? Bila bersiva me bidin.”
Piştî axaftinan beşdarvanan qûrnefîl avêtin ber Peykerê Galatasarayê yê bi bariyerên polîsan dorpêçkirî.