COLEMÊRG – Di panela ku li Geverê hat lidarxistin de hat destnîşankirin ku heya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi awaykeî fizîkî azad nebe dê têkoşîn bidome.
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Colemêrgê bi sernavê "Encamên tecrîdê yên siyasî û civakî" li Gever a Colemêrgê panelek li dar xist. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin Ozgur Erol û Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Colemêrgê Onûr Duşunmez wekî panelîst beşdarî panelê bûn. Panel li oteleke Geverê hat lidarxistin.Panel bi moderatoriya Hevserokê Şaxa OHD'ê ya Colemêrgê Cevahîr Agiralî hat lidarxistin. Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partiyê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û gelek kes beşdarî panelê bûn.
‘OCALAN PRATÎKEKE BERXWEDANÊ YA 25 SALAN NÎŞAN DA'
Erol di panelê de wiha got: “Birêz Ocalan li dijî vê desthilatdariyê pratîkeke berxwedanê ya 25 salan nîşan da. Di sala 2005'an de bi guhertina qanûna înfazê hate gotin ku ger di hevdîtina parêzer û muwekîl de fikara sûc tê kirin hebe, hevdîtin dikare bê şopandin. Li Îmraliyê pênaseya hiqûqê berovajî kirin. Li Îmraliyê qanûn li gorî xwe pêk anîn û berfireh kirin. Hemû bêhiqûqiyên ku li Îmraliyê dest pê kirin, li Tirkiye û Kurdistanê belav bûn. Hemû biryarên li Îmraliyê hatin sepandin, di şevekê de li hemû girtîgehan û li tevahiya welat belav bûn. Roja ku rewşa Awarte hat îlankirin, rejîma Îmraliyê hat bîra mirovan."
‘TERÎD ASTENGIYA HERÎ MEZIN A LI PÊŞIYA ÇATRESERIYÊ YE'
Erol da zanîn ku mirov dikare bi pêkanîn li Îmraliyê pêşbînî bike ku dê Tirkiye ji aliyê desthilatdariya siyasî ve çawa were birêvebirin û desthilat wê bi demê re çi bike û wiha got: “Hemû tiştên ku li Îmraliyê tên sepandin nîşan didin ku dê çi bê serê me. Armanca tecrîda li ser Ocalan ji holê rakirina vebijarkên hiqûqî û siyasî ye. Ji sala 1999’an û vir ve Ocalan bi awayekî vekirî diyar kir ku ji bo pirsgirêka kurd dê do warê çareseriyeke demokratîk û aştiyane de bi her awayî rola xwe bilîze. Birêz Ocalan tevî tecrîda 25 salan tez û projeyên ku jiyana bi hev re, jiyaneke ji pevçûnan xalî pêşxist. Hûn mînaka van tezan li Rojava dibînin. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê hatiye avakirin, li pêşiya çareserkirina pirsgirêka kurd astenga herî mezin e. Her ku şerê li dijî kurdan kûr dibe, paralelî vê tecrîd jî kûr dibe."
Parlementerê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onûr Duşunmez jî diyar kir ku xwedî li hemû çalakiyên li dijî tecrîdê bê derketin. Duşûnmez got: “Divê em zanibin ku Birêz Ocalan ji me dixwaze. Lewma divê em tecrîdê bişkînin. Tevî ku birêz Ocalan 74 salî ye jî, heya niha gav paşde neavêtiye. Li hemberî van pêkanînan divê em jî têkoşîneke xurt bidin meşandin. Divê gelê me yê ku dengê xwe dide me baş zanibe ku divê ne tenê 60 parlamenterên DEM Partiyê, hemû gelê me yê ku dengê xwe daye wan, xwedî li vîna xwe derkeve û tecrîdê bişkîne. Li dijî tecrîda ku 25 sal in berdewam dike, birêz Ocalan gelek caran diyar kir ku ew amade ye ji bo aştiyê rola xwe bilîze."
Duşunmez destnîşan kir ku heya Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad nebe divê qethiyen dest ji têkoşînê bernedin û got: "Ger Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî azad bibe, dê aştî bê û gel bigihên azadiya xwe."
Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.