STENBOL - Bi ser qetilkirina rojnameger Metîn Goktepe re 28 sal derbas bûn. Rojnameger Fatîh Polat got ku ji wê rojê heta niha israra rojnamegeriyê ya li dijî zextan didome û wiha got: “Li welatekî mîna Tirkiyeyê bedelekî azadiya çapemeniyê heye. Parastina wê jî bi têkoşînê dibe.”
Girtiyên siyasî Orhan Ozen û Riza Boybaş li Girtîgeha Umraniye ya Stenbolê hatibûn qetilkirin. Rojnameger Metîn Goktepe jî di 8’ê çileya 1996’an de ji bo şopandina merasîma cenazeyê girtiyên siyasî çû Alîbeykoyê û bi hinceta ku “qerta zer a çapemeniyê nîne” ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Piştre jî birin Eywana Sporê ya Girtî Eyûpê û bi îşkenceyê hate qetilkirin. Bi ser qetilkirina Goktepe re 28 sal derbas bûn. Her çende ku wê demê îdiaya ku ji dîwar ketiye xwarê hatibe kirin jî, bi saya şahidan rastî derket holê û polîsên faîl hatin darizandin. Di 28’ê îlona 2000’ê di doza Goktepe de derheqê 5 polîsan de bi sedemên “Kuştina ku qesd derbas kiriye” û “Kuştina bi awayê ku faîlê wê nediyar” ji bo her yek ji wan 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hate dayîn û doz hate girtin.
Hevalê Goktepe, rojnameger Fatîh Polat bi wesîleya salvegera qetilkirina wî qala rojnamegeriya li welêt kir.
‘ROJNAME JI BO WÎ MÎNA DIBISTANÊ BÛ’
Polat, got ku Goktepe rojnamegerekî pir meraqdar bû û wiha got: “Beriya rojnameya Evrenselê, li kovara Gerçekê em bi hev re bixebitin. Heta kovar hatî girtin jî em li wir xebitîn. Min û wî bi hev re derheqê 6 karkerên kurd de nûçeyek çêkiribû. Mîna nûçegihanên niha, Metîn li ajansê li qadên cuda dinihêrt. Weke mînak; nûçeyên ciwanan dişopand lê di heman demê de nûçeyên binpêkirinên mafan, çalakiyên windakiriyan û karkeran jî dişopand. Nûçeyên taybet çêdikir. Rojname ji bo wî mîna dibistanê bû. Ji bo hînbûnê pir mereqa wî hebû.”
‘JI HER DERÊ GELEK BERTEK HATIN NÎŞANDAN’
Bi domdarî Polat diyar kir ku Goktepe hatiye qetilkirin û wiha pê de çû: “Rayedaran ji ewil binçavkirina wî derewandin lê piştî îfadeyên şahidan û ji ber zexta cemaweriyê rastî derketin holê. Hempîşeyên ciwan ên Metîn dest bi berxwedanê kirin. Her wiha keda serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Tirkiyeyê yê wê demê Naîl Gurelî û hemû rêxistinên pîşeyî hebû. Heta vê pêvajoyê jî gelek nûçegihanên li kolanan rastî tundiyê dihatin. Copa li Metîn hatiye xistin, hemû rojnamegeran weke ku li wan hatibe xistin hîs kirin. Metîn kesekî hevalhez bû û hempîşeyên wî gelek jê hez dikir. Lewma li her devera Tirkiyeyê çalakî hatin kirin.”
‘BÛ DOZEKÎ NMÎNAK’
Di berdewamê de Polat bal kişand ser Doza Goktepe û wiha pê de çû: “Sewqî cihên cuda hate kirin lê bi awayekî birêxistinkirî dihat şopandin. Ji hêla dozên azadiya çapemeniyê ve dozekî mînak bû. Kesên biunîforma yên ku rojnamegerek bi lêdanê qetilkirin hatin girtin. Lê cînayetên Îzzet Gezer, Faruk Balikç, Namik Durukan û hwd. hatibûn nixûmandin. Cînayeta Mûsa Anter, di salên 1992’yî de zextekî giran li ser çapemeniya kurd hebû û cînayetên kiryarnediyar hebûn. Nûnerê Kovara Gerçekê yê Amedê Namik Taranc jî ji hêla hîzbûl-kontrayê ve hate qetilkirin.”
‘JI BO AZADIYA ÇAPEMENIYÊ BEDEK HATE DAYÎN’
Polat, di dirêjiya axaftina xwe de got ku Goktepe ji bo azadiya çapemeniyê bi canê xwe bedel daye û ev tişt anî ziman: “Hêj niha jî li Tirkiyeyê zext, girtin û hwd. hene lê rojnamegerî didome. Di esasê xwe de ev yek bi saya bedela hempîşeyên me yên weke Metîn Goktepe, Mûsa Anter, Hrant Dînk, Ugur Mumcu, Ferhat Tepe, Huseyîn Denîz û gelek rojnamegerên din e. Li welatên mîna Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê bi bedelan dibe. Parastina wê jî bi têkoşînê dibe. Di salên 90’î de rojnameger dihatin qetilkirin lê niha bi binçavkirin û girtinan hewl didin bên bêdengkirin. Îktîdar vê esas digire. Weke mînak em dikarin ji bo çapemeniya kurd wiha bibêjin; li ser hev bi ser buroyên wan dê tê girtin û tên binçavkirin. Ev yek zexta li ser rojnamegeran e. Bi vê yekê ji rojnamegerên din re jî dibêjin ‘dibe ku dawiya te jî wiha be.’”
Polat, axaftina xwe wiha qedand: “Qetilkirina rojnamegeran yekser eleqeya xwe bi siyasetê re heye. Weke mînak; heke îro li şaredariyên HDP’ê qeyûm bên tayînkirin, heke hevşaredar û hevserokên giştî yên HDP’ê girtî bin, ev tevek yekser qada çapemeniyê eleqedar dikin. Ji ber ku li cihekî ev lê diqewimin, rejîmekî çapemeniyê heye. Anku rejîmekê çapemeniyê ya ku van zextan rewa dike heye. An jî tehekûma medyaya îktîdarê. Rojnamegerên nûçeyên van çêdikin jî teqez rastî zextan tên. Lewma têkoşîna demokrasî û çapemeniyê di nava hev de ye. Ji ber vê jî têkoşîna çapemeniyê ewqas giran e ku divê tenê ji rojnamegeran re neyê hiştin.”
MA / Omer Îbrahîmoglû