Hatîmogûllari: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê welêt demokratîk nebe

EDENE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di kongreya partiyê ya li Edeneyê de axivî û got ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe dê Tirkiye jî nekare demokratîk bibe. 

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê li hotêleke bajar 4’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Gelek kes tev li kongreyê bûn û pankartên “Ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Na ji şer, tecrîd û pişaftinê re”, “Jin, jiyan, azadî" û “Bi ciwanên rêxistinkirî ber bi pêşeroja azad ve” hatibûn daliqandin. Kongre, bi guhdarîkirina stranan û gerandina govendê dest pê kir. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo" û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
XIZMÊN GIRTIYAN TEV LI BÛN 
 
Malbatên girtiyên ên di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin jî çalakiya xwe li eywana kongreyê domandin. Ciwan bi pankarta “Em hêza xwe ji baweriya Sara, Rojbîn û Ronahiyan a bi azadiyê digirin” ketin eywanê. 
 
Piştî hilbijartina dîwanê, kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Şemsa Bagdu ku hevjînê wê xebatkarê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdu di 2014’an de ji hêla DAIŞ’ê ve hate qetilkirin axivî. Bagdu, bal kişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û got: “Heta Rêberê me azad nebe yek ji me azad nabe. Heta girtî azad nebin ên derve jî nikarin azad bibin.” Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Mehmet Karakiş jî got ku ew têkoşîna nasname û statûyê dimeşînin. 
 
'HETA PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE TIRKIYE DEMOKRATÎK NABE’
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî bal kişand ser berxwedana Dayikên Aştiyê. Hatîmogûllari li ser neçareserkirina pirsgirêka kurd sekinî û wiha got: “Ji avakirina komarê heta niha pirsgirêkek heye ku nehatiye çareserkirin. Ev pirsgsirêk, astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûna Tirkyeyê ye. Heta ku pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane û demokratîk neyê çareserkirin, heta ku daxwazên gelê kurd û hemwelatiyên elewî di destûra bingehîn de neyên mîsogerkirin dê ev welat demokratîk nebe. Têkoşîna me jî ji bo wê ye ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe.” 
 
'DIVÊ TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ BÊ RAKIRIN’ 
 
Hatîmogûllari, bi domdarî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û wiha pê de çû: “Çalakî bi awayeke dorveger didome. Gotin ku dê heta sibatê bidome. Lê ji bo pêşî lê were girtin ku veneguhere rewşeke girantir, divê her kesên ji xwe re dibêjin ‘demokrat’ xwedî lê derkeve. Daxwazeke girtîgehan heye ku dibêjin bila pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyene bê çareserkirin û tecrîd bê bidawîkirin. Dema tecrîda li Îmraliyê hatbû rakirin, dengê çekan qut bûbû û behsa aştiyê dihat kirin. Ne ciwanên kurd ne jî yên tirk nedimirin. Ma çi zirara vê gihişt Tirkiyeyê? Berevajî vê, hemû gelan jê sûd girt. Em careke din bang dikin ku tavilê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û hêj rewşa li girtîgehan giran nebûyî bi wan re hevdîtinên çareseriyê dest pê bikin.” 
 
'EM Ê BAJARÊ XWE JINÛVE AVA BIKIN’
 
Hatîmogûllari di berdewamê de bal kişand ser pirsgirêkên ciwanên Edeneyê û wiha pê de çû: “Ciwan pêşeroja me ne û divê em rê nedin ku vê pêşerojê tarî bikin. Her wiha yek ji pirsgirêka herî mezin erdhej e. Em bi wêranî û hilweşîneke ku di nava 500-600 sal in çênebûyîn re rû bi rû man. Hêj jî ev birîn nehatine kewandin. Koçberiyeke zêde ji bo Edeneyê çêbû. Me hewl da yek bi yek hemû mexdûrên erdhejê ziyaret bikin. Yek ji bajarê ku herî zêde birînên Hatayê pêçayî jî Edene bû. Em ê bajarên xwe bi hev re jinûve ava bikin.” 
 
'EM Ê ÎRADEYA SIYASÎ YA VÎ BAJARÎ NÎŞAN BIDIN’ 
 
Têkildarî stratejiya hilbijartinên herêmî jî Hatîmogûllari wiha got: “Hevalên li vê eywanê stratejiya me ya ji bo bajarên rojava jinêzve dişopînin. Em ê bi rêya lihevkirina bajaran namzetên xwe diyar bikin. Mebesta me ya ji Lihevkirina Bajar ev e; tevahiya hêzên demokrasiyê, rêxistinên ked û pîşeyî, tevgerên jin û ciwanan, tevgerên ekolojiyê, tevgera kedê, rêxistin û komeleyên gelên me ne. 
 
Dê kesên ku bikarin bajar baş birêve bibin, nelirêtiyan nekin, pirsgirêkên av û hewa yên bajar çareser bikin bi rêya Lihevkirina Bajar bên hilbijartin. Di vê mijarê de em ê bi hev re tevbigerin. Heke di vê mijarê de derfeta hevkariyê çêbibe em ê bikin. Lê rêgezeke me ya sereke heye ku divê tevahiya vîna me di rêveberiyên herêmî de bê temsîlkirin. Daxwaza gelê me ev e. Em soz didin gelê Edeneyê ku dê îradeya wan a siyasî ya vî bajarî nîşan bidin.”
 
Piştî xwendina raporên darayî û fealiyetan, bi yek lîsteyê hilbijartin hate kirin. Helîn Kaya û Seyfettîn Aydemîr weke Hevserokên DEM Partiyê yên Edeneyê hatin hilbijartin.  
 
 

Sernavên din

08/01/2024
09:30 Greva birçîbûnê ya li girtîgehan di roja 43’yan de ye
09:16 Xebatên komeleyê weke ‘fealiyetên rêxistinê’ hatin nîşandan
09:15 Meletî di bin gefa penceşêrê de ye!
09:10 ‘Bi kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî dibêjin hûn nikarin teslîm bigirin’
09:09 Yaray: Bi milyonan kes ji bo Abdullah Ocalan azadiyê dixwazin
09:03 Abdullah Ocalan: Yekane rê demokrasiya herêmî ye
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:59 Rojnameya Xwebûn bi manşeta ‘Serkeftin wê ya dayikan be” derket
07/01/2024
22:05 Cenazeyê derhênerê kurd Kerîmiyan li Silêmaniyê hat veşartin
20:02 Keça Simko, Hediye Zîrekbîlek jiyana xwe ji dest da
16:54 Bakirhan: Em ê bersiva pêwîst bidin kesên dengê me standin û piştre pişta xwe dane me
16:23 Karkerên Ozak Tekstîlê 42 roj in li ber xwe didin
16:12 Di Nobeta Edaletê de peyama domandina têkoşînê hate dayîn
16:10 DEM Partî: Leşkerên li Tokat û Rîzeyê weke hilbijêr tên veguhestin
16:00 Ji xwendekaran panel: Divê zanîngeh xweser bin
15:14 Platforma Jinan a Şahmaranê rapora tundiyê ya 2023’yan eşkere kir
15:00 Ji bo hezar û 214 ‘hilbijêrên’ leşker ên li Gêlê hatin veguhestin îtîraz hat kirin
14:06 Nivîskar û hunermendan li Amedê ji bo aştiyê bang kirin: Ji diyalog û axaftinê netirsin
13:23 Hatîmogûllari: Heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin dê welêt demokratîk nebe
12:48 Li Mêrdînê Nobeta Edaletê hate destpêkirin
12:21 Ji 564 navan banga ‘Em bibin dengek ji bo aştiyê’: Dev ji siyaseta zext, tecrîd û şer berdin
12:06 Rejîma Îranê cezayê îdamê yê 4 girtiyên kurd erê kir
11:51 Goktepe 28 sal berê hat qetilkirin: Tevî zextan jî israra di rojnamegeriyê de didome
11:02 Norman Paech piştgirî da kampanyaya ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’
10:38 Li pey şopa doza keça xwe ye hatiye qetilkirin e
10:00 Dayika Fîdan Dogan: Bi têkoşîna keça xwe serbilind im
09:29 Jinên Efrînî ên li Şehbayê dimînin: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
09:28 ‘Divê kurd li dijî bêbîriyê xwedî li çanda xwe derkevin'
09:12 Roja pêşhilbijartinên DEM Partiyê yên Amedê diyar bû
09:11 Zeynep Olbecî: Min û hevalên xwe me dest bi greva birçîbûnê kir
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 75 roj in agahî nayên girtin
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 42’yan de ye
09:00 Yekem taksîvana jin a Serêkaniyê
09:00 ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2024'AN
06/01/2024
21:33 Li Herêma Kurdistana Federe jîngeh hatin bombebarankirin
19:41 Li Geverê panela tecrîdê: Bi azadiya Abdullah Ocalan dê aştî bê nava gelan
19:04 Li Colemêrgê taxek hat dorpêçkirin, derî û paceyên malan hatin şikandin
17:29 Girtî Topkaya: Em ê ne elimin tecrîda li Îmraliyê
17:13 Di Nobeta Edaletê de bi skecê henekên xwe bi pergala darazê kirin
16:57 Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran derketin kolanan
16:30 7 jinên kurd hatin bibîranîn: Têkoşîna azadiya jinê, bingeha dewletê dihejîne
16:01 DAD ji Zanîngeha Koçê pirsî: Ma hûn serê bûyerê digirin?
15:28 Mûrat Bozlak li ser gora xwe hate bibîranîn
15:13 Xizmên windayan faîlên Soysal, Duşkun û Yilmaz pirsîn
14:50 Dayikên Şemiyê aqûbeta Komkujiya Basayê pirsîn
13:06 Ajokaran ji bo Aslan ê jiyana xwe ji dest daye kontak girtin
13:05 Ji bo rojnamevan Silêman bang: Divê demil dest bê berdan
12:44 Ji çar zanyarên erdhejê hişyariya ‘Colemêrgê’: Dibe ku bi pileya 7’an erdhejek çêbibe
12:22 Rojnamevan Assad: Li Kerkukê rêveberiyeke bêyî kurd dixwazin
12:12 Rêveberê DBP'ê Ozbek jiyana xwe ji dest da
11:57 Berdana girtiyê nexweş Guzelaydin hate taloqkirin
11:35 Jineke evîndara azadiyê: Sakîne Cansiz
10:33 Dadgeha Bilind cezayê li dirûşma ‘Ocalan’ hatibû birîn xera kir
09:48 Li Şirnexê zem li heqê rê hate kirin
09:21 74 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:19 Girtiyên siyasî 41 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 Li Meletiyê piştî 11 mehan jiyan: Xizanî û neçarî
09:13 Ji Ma Muzîkê bi kurdî pirtûka rîtm û metodê
09:12 Hevseroka DAD'ê Dogan: Desthilat hewl dide nijşekî nû yê mirovan biafirîne
09:10 'Divê berxwedan li hundir û li derve jî bê mezinkirin'
09:09 Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de: Heya Abdullah Ocalan azad nebe Tirkiye azad nabe
09:01 Rojnamevan Yalçin: Rojnamegerî tê hedefgirtin
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2024'YAN
05/01/2024
20:41 Hevseroka DEM Partiyê ya Samandagiyê hat binçavkirin
19:42 Êrişî Baregeha Herîrê ya DYA'yê hat kirin
19:18 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Girtîgeha Edîrneyê kirin
18:48 Li Qoserê lehî rabû
17:07 Ji ÎHD’ê Nobeta Aştiyê: Dev ji necezakirinê berdin
17:04 Bi malbatên girtiyan re nobeta ‘azadiyê’ girtin
16:51 Koma nîjadperest êrişî karkerê kurd kir
15:40 Malbata Gulistan Dokû li Dêrsimê ye: Bila ev tarîtî bi dawî bibe
15:27 Ji bo pirtûka Akarsel a bi navê ‘Nîsanê’ aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin
15:03 Li pêşiya edliyeyan nobetên ‘erdhejê’: Divê hemû berpirsyar bên darizandin
14:53 Di Doza Kobanê de pirsa ‘Sekreterê Giştî yê NY’yê jî ji KCK’ê ferman girt?’ hate pirsîn
14:42 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş û Mizrakli
13:58 Li Mêrdînê îdiaya ‘dadgerê bi ser dibistanê de girt xwendekar dan binçavkirin’
13:46 Hejmara kesên di êrişa li Îranê de mirîn derket 89’an
13:05 Rapora MKG’ê ya 2023’yan: 168 rojnameger hatin darizandin, 11 girtî ne
12:40 Navenda Şirnexê di nava mijê de ma
12:25 Ji bo Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:12 Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin
11:58 Îldem ê piştî 30 salan tehliye bû ji hêla neviyên xwe ve hat pêşwazîkirin
11:38 Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de mirîn derket 94’an
11:36 Dorpêça li ser gundê Hespistê hate rakirin
11:19 Rejîma Îranê nehêla cenazeyê derhênerê kurd bê definkirin
11:07 Li Farqînê 3 ciwan hatin binçavkirin
11:06 Koçyîgît: An em ê azadiyan biparêzin an dê destûra bingehîn a tarî li me bê ferzkirin
10:49 Parêzerê Can Atalay: Biryara Dadgeha Bilind darbeya desthilata siyasî ye
10:32 Ji bo komeke din a cigareyê zem hate kirin
10:15 Ji medyaya îktîdarê her roj derewa ‘nûçeya lezgîn’
09:11 Dayika rojnameger Ehmed: Ev 73 roj in PDK nahêle ez kurê xwe bibînim
09:10 Girtiyên siyasî 40 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:08 Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye
09:06 Ji ber bihabûnê firotina nanê kartû zêde bûye
09:05 Dengê ciwanan Vodvîl yek salî ye
09:04 Kavilên erdhejê yên Meletiyê 11 meh in li erdê ne!
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2024'AN
08:56 Li Wan û Bedlisê navber dan perwerdehiyê
04/01/2024
20:11 DAIŞ’ê êrişa li Îranê girt ser xwe
16:50 Di êrişên Îranê de 84 kes mirin, 284 kes jî birîndar bûn