NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 212’an a Rojnameya Xwebûn bi manşeta “Serkeftin wê ya dayikan be” derket pêşberî xwînerê xwe.
Hejmara 212’an a Rojnameya Xwebûn ku heftane bi kurdî weşanê dike vê hejmarê bi manşeta “Serkeftin wê ya dayikan be” derket pêşberî xwînerê xwe. Rojnameyê cih da daxwazên dayikên ku Nobeta Edaletê dikgirin û biryara wan a azadkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan. Çalakvana Nobeda Edaletê Hemîde Mûglan diyar kir ku heta tecrîd neşkê û serok azad nebe dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Ji bo tecrîd rabe divê hemû dayik tev li Nobeda Edaletê bibin. Teqez dayik dê bi ser bikevin. Serkeftin ya dayikan e.” Dîsa Hevserokê Tum Bel Senê Mehmet Candar jî ji rojnameyê re axivî û bal kişand ser girîngiya diyaloga bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re. Candar diyar kir ku bi rûniştina bi Ocalan re aştî pêkan e û got: “Dema ku serokkomar pêvajoya çareseriyê ji sarincê derxe û bi rêyên aştiyane pirgirêka kurd çareser bibe hatiye.”
Rojnameyê di surmanşetê de jî cih da nuçeya têkildarî jinên kurd ên pêşengiya têkoşînê kirine û bi sernavê “Ji bo gelê xwe têkoşiyan” parve kir. Di nûçeyê te destnîşan kir ku dewlet her çi qas hewl dabe jinan ji rêya wan a azadiyê dûr bixe jî têkoşîna jinên kurd a bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didin pêl bi pêl li cihanê belav bû û wiha got: “Jinên kurd ên wek Sakîne Cansiz ku bi têkoşîna xwe di nav dîroka jinan de bûne mînak ji aliyê dewleta mêrperest ve hedef hatin girtin. Di 9’ê çileya 2013’yan de li Parîsê, bi Sakîne Cansiz re Leyla Şeylemez û Fîdan Dogan bi awayekî hovane hatin kuştin. Fransa ku bi bêdengiya xwe bû şirîkê kujeran û tevî salên derbas bûne jî ji bo ronîkirina bûyerê tu gav neavêtiye. Piştî 2 salan hê der barê bûyera li Fransayê tu agahî nehatibûn dayîn di meha çileya 2015’an de vê carê li Silopyaya Şirnexê 3 jinên kurd Fatma Uyar, Pakîze Nayir û Sêvê Demîr bûn hedefa dewleta tirk. Her 6 jinên kurd jî ji ber ku li hemberî êrîşên dewleta tirk serî netewandin bûn hedef.”
Di rûpela jinê de Nivîskar Munewer Azîzoglu Basan jî bi sernavê “Tûka ser rûyê Esat Oktay” bal kişand ser sekna Sakîne Cansiz û got “Sakîne Cansiz salek beriya darbeya leşkerî ya 1980’î tê girtin. Li girtîgehên Elazîz, Meletî, Amed, Amasya û Çanakaleyê 11 salan (1979-1990) dimîne û rastî îşkenceyên herî giran tê. Cansiz di beşa duyemîn a pirtûka xwe ya bi navê “Jiyana min her şer bû” de behsa pêvajoya girtîgehan a piştî derbeya leşkerî û têkoşîna li zindanan dike.”
Rojnameyê nivîsa Siyamet Sîpan a bi sernavê “Fikrên Ocalan li cîhanê belav dibe” cih da nerînên filozof û nivîskarên navdar ên cîhanê. Siyamed Sîpan di nivîsa xwe dibêje: Di cotmeha 2023’yan de li çar aliyên cîhanê, çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatin destpêkirin. Di nava wan de fîlozof jî hene ji hemû beşên civakê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan nerînên xwe tînin ziman û dibêjin paradîgmaya Abdullah Ocalan tekane rêya çareseriyê ye.