MELETÎ - Hevseroka Şaxa SES’ê ya Meletiyê ya SES'ê Cansû Kaplan bi lêv kir ku ji ber di rakirina kavil û hilweşandina avahiyên xesareke mezin gihiştinê de kêm av tê rijandin, metirsiya nexweşiyan heye û anî ziman ku dê di pêşerojê de nexweşiyên weke pençeşêrê li Meletiyê zêde bibin.
Li Meletiyê ku di erdheja 6'ê Sibatê ya ku navenda wê Mereşê pêk hat de xesareke mezin gihiştiyê , tevî ku 11 meh bi ser erdhejê re derbas bûn jî pirsgirêk nehatin çareserkirin û berovajî vê yekê her ku diçe zêdetir dibin. Li Meletiyê di erdhejan de hezar û 386 kesan jiyana xwe ji dest dan û piştî erdhejê ji bo 35 hezar û 680 avahiyan biryara hilweşandina bilez hat dayin. Li 74 noxteyên cuda 28 hezar û 643 konteynir hatin bicihkirin. Mexdûrên erdhejê ku pirsgirêka wan a xaniyan nehatiyê çareser kirin vê zivistanê jî di konteyniran de derbas dikin. Li aliyê din jî tevî ku 11 meh derbas bûne jî xebatên rakirina kavilan û hilweşandina avahiyên xesareke mezin gihiştinê hê bi dawî nebûne.
Li Meletiyê ji ber ku di xebatên rakirina kavil û hilweşandina avahiyan de av lê nayê kirin, bajar di nava toz û dumanê de dimîne û ev yek jî rê li ber asbestê vêdike. Asbest jî dibe sedema nexweşiyên weke penceşêrê. Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Meletiyê Cansû Kaplan, bal kişand ser xetereyên nexweşiyê yên di salên pêş de li benda Meletî ye ne û bal kişand ku nexweşiya penceşêrê dê di salên pêş de li Meletiyê zêde bibe.
JI BO MELETIYÊ HIŞYARIYA NEXWEŞIYÊ
Kaplan, da zanîn ku ew weke xebatkarên tenduristiyê ji roja ewil a erdhejê heta niha li qadê bi awayekî aktîf dixebitin û da zanîn ku 11 meh in pirsgirêkên li Meletiyê nehatine çareserkirin. Kaplan, anî ziman ku di xebatên rakirina kavilan û hilweşandina avahiyên xesareke mezin gihiştinê de av têr nayê rijandin û wiha got: “Tevî ku 11 meh derbas bûne jî hêj hilweşandin bi dawî nebûne. Ji bo tenduristiyê heke zûtir bi dawî bibe dê çêtir be, ji ber ku ev hilweşandin ji bo tenduristiya gel jî pirsgirêkan derdixîne. Dema ku em li tenduristî û ewlehiya kar dinêrin, karkerên ku di hilweşandinê de dixebitin divê her 2 saetan carekê karan biguherînin û maskeyan bidin ber devê xwe. Ji ber ku li gel asbestê toza bi navê sîlîka jî derdikeve holê. Ev dibe sedema nexweşiyên weke penceşêrê.”
Kaplan diyar kir ku piştî erdheja li Meletiyê nexweşiyên weke KOAH, xurî û astimê zêde bûne û ev tişt gotin: “Ji ber ku mirov li bajarên konteyniran bi hev re dijîn û tuwalet û serşokên hevpar bi kar tînin, nexweşiyên mîna xuriyê hîn zêdetir bûne. Beriya erdhejê min di rojekê de li 5 nexweşan dinêrî, niha li 15-20 nexweşan dinêrim. Ji ber toz û dûmana bajêr ji bilî nexweşiyên KOAH û astimê nexweşiyên pençeşêra rûvî û mîdeyê jî dê zêde bibin. Ji ber vê yekê divê ji bo tenduristiya gel bi lezgîn xebatên rakirina kavîlan bi dawî bibin û di rakirina kavîlan de av bê bikar anîn. Em dikarin bibêjin ku di salên pêş de metirsiya penceşêrê li benda Meletiyê ye. Ji ber ku hilweşandin bi awayekî bê kontrol tên kirin. Ji bo pêşî li vê rewşê bê girtin divê karmend her du saetan carekê bên guherandin û maskeyan li xwe bikin. Divê mirov jî li cihên ku xebatên rakirina kavîlan lê hene dûr bisekinin. 11 meh in xebatek ji bo sererastkirina vê yekê tune ye. Ev rewş 11 meh in didome. Penceşêr yek ji pirsgirêkên herî mezin e ku li benda Meletiyê ye. Zarokê 10 salî dema ku bibe 20 salî dê bi penceşêrê re rû bi rû bimîne.”
KONTEYNIR NE PAQIJ IN'
Kaplan diyar kir ku li bajarên konteyniran herî zêde jin, zarok û extiyar bandor dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybetî di jinan de nexweşiyên weke enfeksiyon, nexweşiyên îdrarê û metirsiya jidayikbûna pêşwext zêde bûne. Bi taybetî di polîklînîkên welidînê de hejmara nexweşan zêde bûne. Ji ber ku konteynir ji bo tenduristiyê ne paqij in. Di hawîrdoreke nepaqij de çiqas paqîjiya takekesî bê kirin jî têr nake."
'NEXWEŞ ZÊDE NE LÊ DERFET KÊM IN'
Her wiha Kaplan destnîşan kir ku di nexweşxaneyan de pirsgirêka bijîşkan jî heye û wiha pê dê çû: “Di erdhejê de Midûriyeta Tenduristiyê ya Meletiyê hilweşiya. 8 navendên tenduristiyê yên malbatan jî hilweşiyan. Gelek xebatkarên tenduristiyê neçar man ji Meletiyê bar bikin. Ev jî dibe sedem ku li nexweşxaneyan nexweş nikaribin bijîşkek bibînin. Her wiha pirsgirêka peydanekirina dermanan didome. Nexweş zêde ne û derfet kêm in. Di vê mijarê de gelek pirsgirêkên gel hene. Ji bo vê yekê divê ewilî pirsgirêka xaniyan bê çareserkirin. Heke pirsgirêka xaniyan bê çareserkirin nexweşiyên ji ber paqîjiyê jî wê kêm bibin."
'KONTEYNIR TÊR NAKIN'
Kaplan, diyar kir ku li şûna kedkarên tenduristiyê yên ji Meletiyê derketine pir kêm bijîşk hatine peywirdar kirin û bi lêv kir ku ji ber vê yekê wan gelek zehmetî kişandine. Kaplan, anî ziman ku pirsgirêka xanî ya kedkarên tenduristiyê nehatiye çareserkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em weke xebatkarên tenduristiyê di vê pêvajoyê de ji aliyê psîkolojîk ve westiyabûn. Ez hemşîreya klînîkê me. Ji ber zêdebûna hejmara nexweşan karê me jî zêde bûye. Ji ber vê sedemê em gihiştine asteke wisa ku êdî em nikarin ji aliyê psîkolojîk ve bi rê ve bibin. Konteynirên ku ji bo xebatkarên tenduristiyê hatine peydakirin jî têr nakin.”
MA / Mahmût Altintaş