STENBOL - Xwişka rojnameger Metîn Goktepe, Meryem Goktepe anî ziman ku mîrateya birayê wê li pey xwe hiştî hêj niha jî rê nîşanî gelek kesan dide ku bibin rojnameger û wiha got: “Metîn vê pêşniyar dike; heke nûçe li pişt berîqetan jî be xwe bigihînin wê û bi girseyan re parve bikin.”
Nûçegihanê rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe 28 sal berê îro di 8’ê çileya 1996’an de ji hêla polîsan ve hate qetilkirin. Girtiyên siyasî Orhan Ozen û Riza Boybaş li Girtîgeha Umraniye ya Stenbolê hatibûn qetilkirin. Rojnameger Metîn Goktepe jî di 8’ê çileya 1996’an de ji bo şopandina merasîma cenazeyê girtiyên siyasî çû Alîbeykoyê û bi hinceta ku “qerta zer a çapemeniyê nîne” ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Piştre jî birin Eywana Sporê ya Girtî Eyûpê û bi îşkenceyê hate qetilkirin. Dema hatî qetilkirin, 27 salî bû.
Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Teoman Unusan têkildarî cînayetê di bernameyeke televîzyonê de gotibû; “Agahî li ber destê min in ku dibêjin ji dîwar ketiye xwarê û miriye.” Her çende ku wê demê îdiaya ku ji dîwar ketiye xwarê hatibe kirin jî, bi saya şahidan rastî derket holê û doz li 11 polîsan hate vekirin.
Ji bo ku doz li cihekî dûr bê lidarxistin, ji ewil birin Aydinê û ji wir jî veguhestin Afyonê. Pêvajoya darazê 4 salan dom kir. Di 28’ê îlona 2000’ê di doza Goktepe de derheqê 6 polîsan de bi sedemên “Kuştina bi kiryara ku qesda xwe derbas kiriye” û “Kuştina bi awayê ku faîlê wê nediyar” ji bo her yek ji wan 7 sal û 6 meh cezayê hefsê hate dayîn û doz hate girtin. Dadgehê cezayê 5 polîsan erê kir û cezayê li amirê emniyetê ku yek ji bersûcan bû jî hate xerakirin. Polîsên ku piştî vê biryarê ketin girtîgehê, bi “Efûya Rahşanê” hatin berdan. Tenê salek û 8 mehan di girtîgehê de man.
Xwişka Goktepe, Meryem Goktepe bi boneya 28’emîn salvegera qetilkirina birayê xwe ji ajansa me re axivî.
‘JI BO ŞOPA LI PEY RASTIYÊ ROJNAMEGERÎ HILBIJART’
Meryem Goktepe, diyar kir ku birayê wê hêj di temenê zarokatiyê de her tim di nava lêhûrbûnekê de bû û li dijî neheqiyê disekinî. Goktepe, got ku eleqeya birayê wê ya ji bo rojnamegeriyê jî ji ber van aliyên wî bû. Goktepe, wiha domand: “Metîn, kesekî xwîngerm, xêrxwaz, ji parvekirinê hez dikir û pir kûr dinihêrt. Dema mezin bûy jî tevî vê mereqa xwe ji bo li gel ked û rastiyê be, ji bo bide ser şopa rastiyê rojnamegerî hilbijart.”
'EZ DI KORTEJÊ DE EW JÎ LI PEY NÛÇEYÊ BÛ’
Goktepe, da zanîn ku birayê wê ji ewilî di sala 1992’yan di kovara “Haberde ve Yorumda Gerçek” de dest bi rojnamegeriyê kiriye û di sala 1995’an de jî derbasî rojnameya Evrenselê bûye. Goktepe, daxuyand ku birayê wê di tevahiya rojnamegertiya xwe de her tim pirsgirêkên civakî girt dest lewma her gav dibû hedef. Goktepe, wiha domand: “Weke mînak; nûçeya Ozlem Tunç çêkiribû ku li Taxa Gaziyê di dema komkujiyê de dabûn ber pêhnan û bi fikra ku ‘miriye’ avêtibûn ber konteynira sergoyê. Di 6’ê çileya 1996’an de ji bo girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Umraniyê hatin kuştin nûçe çêkiribû. Di wê nûçeyê de sernavê ‘Yên veguhestin emir dan, polîsan kuştin’ avêtibû. Li gel van, her wiha rêxistinên kedê, çalakiyên kolanan dişopand û her wiha ez û ew bi hev re mil bi mil dimeşiyan. Ji ber ku di salên destpêkê yên 90’î de ez di nava korteja çalakiya xebatkarên cemaweriyê de bûm û Metîn jî li pey nûçeyan bû. Heke gotin di cih de be me hev diparast û mil bi mil dimeşiyan. Di wan çalakiyan de jî dibû hedefa polîsan.”
Di berdewamê de Meryem Goktepe got ku di navbera temenê wê û birayê wê de gelek nebû lewma têkiliya di navbera wan de pir germ bû. Goktepe, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji bîranîna me ya ku tu caran ji bîra min naçe jî ev e; em bi hev re çûbûn Zonguldakê û tev li Greva Mezin a Madenê û Meşê bûbûn. Bi hezaran kes li wir bûn. Em di navbera xwe de diaxiviyan û me digot; ‘dê çiqas xweş be mirov li jor li vê qelebalixê temaşe bike.’ Navberekê Metîn winda bû û piştre hat û got; ‘hadê em derdikevin jorê.’ Lê em çawa şaşwaz in, min bawer nedikir. Rêyek dîtibû û me ew qelebalixa ewqas mezin li şaneşîna sendîkayê temaşe kiribû. Mîna vê hêj gelek bîranînên me yên din hene.”
FAÎL HATIN XELATKIRIN
Goktepe, diyar kir ku dema birayê wê dixwest merasîma definkirina du girtiyên siyasî yên ji hêla polîsan ve hatin qetilkirin bişopîne ji hêla polîsan ve bi îşkenceyê hate qetilkirin. Goktepe, wiha domand: “Van her du bûyeran eleqeya xwe bi hev ve heye. Jixwe pêvajoya hiqûqî ya piştre jî vê yekê piştrast dike. Li gorî min nûçeyên ku min li jorê destnîşan kiribûn, hinek derdor aciz kiribûn. Li gorî min ên wiha kirin jî ew in. Diviya bû faîlên cînayetê ji sûcê ‘biqesdî kuştiye’ bihatina darizandin lê bi sûcê ‘qesda xwe derbas kirine’ hatin cezakirin. Piştî têkoşîna bi salan, bi 7 sal cezayê hefsê hatin xelatkirin. Xelata duyemîn jî efûya Rahşan Ecevît bû.”
'EZ DILÊN KU HIŞ NABIN SILAV DIKIM’
Goktepe, axaftina xwe wiha qedand: “Ji salên 90’î heta niha nêzikatiya li dijî rojnamegeran qet neguheriye. Polîtîkayên zextê hêj jî didomin. Tenê tişta ku neguherî, polîtîkaya necezakirinê ye. Ez hemû rojnamegerên ku tevî ewqas zilmê jî ji bo mafê me yê agahîgirtinê têdikoşin û hiş nabin silav dikim. Mîrateya birayê min li pey xwe hiştî hêj niha jî dibe çavkaniya gelek kesan ku berê xwe bidin rojnamegeriyê. Metîn hêj jî dibêje ku heke nûçe li pişt berîqatan jî bin ji bo gihandina wê ya girseyan divê hûn hewl bidin. Tam jî wiha bang dike; ‘Em bi tiliyan nayên hejmartin û bi qirkirinê tune nabin.’”
MA / Îbrahîm Irmak