ENQERE - Siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş di Doza Kobanê de parastina xwe domand û wiha got: “Mijara nîqaş û rexneyên siyasî ye bê ka kes ji hêla gel ve weke rêber tê qebûlkirin an na. Lê mijara darazê nîne. Ne ez, bi milyonan kesan Ocalan weke rêberê gel ragihandin.”
Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên protestoyî yên di navbera 6-8’ê Cotmeha 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê yên ser Kobanê hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav de û 18 jê girtî bi giştî 108 kes jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê û li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir.
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û parêzerên komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesan doz şopandin.
Girtiyên siyasî Sebahat Tuncel, Gunay Kubîlay, Alî Urkut, Nazmî Gur û Bulent Parmaksiz jî d danişînê de amade bûn. Siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.
Danişîn, bi parastina Hevserokê Giştî yê berê Selahattîn Demîrtaş berdewam kir.
GOTINA ‘RÊBERÊ GELÊ KURD ÇAWA DIBE PESINDAYÎNA SÛCDAR?’
Demîrtaş bal kişand ser fezleke û yekkirina îdianameyan û wiha got: “Fezlekeya hejmar 19 ji ber axaftina min a têkildarî Abdullah Ocalan hatiye amadekirin. Me daxuyaniyeke çapemeniyê ya dirêj daye. Dema li Amedê amadekariyên Newrozê dihatin kirin, bîlbordên bi kurdî û tirkî hatibûn amadekirin û walîtiyê ya bi kurdî qedexe kiribû. Di heman demê de walîtiyê biryar dabû û Newroz qedexe kiribû. Me jî daxuyanî da û hem Newroz hem jî kurdî parastiye. Me ji ber Ocalan bertek nîşan daye. Bi sala ye di parastinê xwe yên 19’emîn Dadgeha Cezayên Giran de me parastina xwe kir û fikrên me yên siyasî, rexneyên me yên siyasî û nêrînên me tên rexnekirin. Gelo me çawa pesna sûcdar daye? Me çawa propagandaya tundiyê kiriye? Di yek fezlekeyê de têkildarî vê mijarê nêzikatiyeke şênber tune ye. Gelo ji bo Abdullah Ocalan gotina ‘Birêz Rêberê Gelê Kurd’ çawa dibe dayîna pesnê sûcdar; em vê nîqaş bikin. Kesek çawa ji hêla gelekî ve weke rêber tê qebûlkirin, ev mijar mijara rexne û nîqaşên siyasî ye. Mijara darazê nîne. Ne ez, bi milyonan kes Ocalan weke rêberê xwe ragihandin.”
DOZGER NIKARE VÊ BIKE MIJARA SÛC
Demîrtaş, got ku pesnê serokê Kuluba Sporê ya Ankaragucuyê ku kulm li hakem xistibû, rêveberên çeteyan ên MHP’î û kesê kulm li Kemal Kiliçdaroglû dayî hatiye dayîn û wiha pê de çû: “Dayîna pesnê Abdullah Alpdogan ku Komkujiya Dêrsimê birêxistin kiriye, pesindayîna sûc û sûcdar e. Dayîna pesna Topal Osman, pesindayîna sûc û sûcdarê tetîkkêş e. Dema em di van axaftinên xwe de dibêjin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelo em çi dibêjin; em xwedî li hewldanên ji bo aştiyê derdikevin. Ji salên 93’yî heta niha Ocalan ji bo aştiyê hewl dide. Li derve dewletê weke muxatab qebûl dikir û dema bi rayedarên dewletê re hevdîtin dikir jî jê re weke ‘Birêz Ocalan’ xîtab dikirin. Em qala kesekî wiha dikin. Li Tirkiyeyê çandekî lînçkirinê ya pir xerîb pêş ketiye. Heke tu bi ingliîzî ji kesekî re weke ‘birêz’ xîtab nekî şerm e. Dibêjin Mr. Dema li derveyî welat min di axaftinên xwe de qala Ocalan dikir, wergêr weke ‘Birêz Ocalan’ werdigerand. Vê yekê têkiliya xwe bi karektera ziman heye. Sedema vê ku veguhere krîzekê, sedema kurd e. Dibe ku ev weke rexneyekî siyasî be û em ê ji bo vê rêz bigirin. Her ku em dibêjin birêz Ocalan, em li her kesî ferz nakin ku vê qebûl bike û dozger jî nikare vê mijarê bike mijara sûc.
BIHÊLIN EM BIRYARÊ BIDIN BÊ KA DÊ JI KÊ RE BIBÊJIN BIRÊZ
Bihêlin em biryarê bidin bê ka em ê ji kê re bibêjin ‘birêz.’ Ma sûc e ku hûn ji bo Kenan Evren dibêjin ‘birêz’? Navê Esat Oktay Yildirina li dibistanekê kirin. Herî zêde dikare rexne li me jî were kirin ku em jî dikarin bersivê bidin. Heke dozger di vê fezlekeyê de bikeve pey wê bê ka Ocalan Rêberê Gelê Kurd e yan na, wê demê divê rapora kesê pispor bîne. Di vê mijarê de bi milyonan kesan daxwazname nivîsandin û di arşîvên Meclisê de hene. Yê ku Abdullah Ocalan weke Rêberê Gelê Kurd ragihandî ne ez im. Ne min, bi milyonan kesan Abdullah Ocalan weke Rêberê Gel ragihandin. Bi milyonan kesan bi dehan caran kampanyaya ‘bi wî re hevdîtinê bikin û pirsgirêka me çareser bikin’ dan destpêkirin. Bûyerekî travmayî ye ku dozger û dadgeh vê mijarê dikin mijara sûc. Gelo ma dewleteke ji xwe bawer dikare bi van tiştan ve mijûl bibe. ‘Te çima got birêz? Te çima got Rêberê Gelê Kurd?’ Li holê pirsgirêkeke pir mezin a sedsalî heye û li şûna nîqaşkirina vê, dibêjin ‘te çima gotiye birêz?’ Ev îfadeye tevek dikevin çarçoveya mafê azadiya xweîfadekirinê.
JI BER GOTINA XWE YA KURDISTANÊ TÊM DARIZANDIN
Niha hinek kes dibêjin ya ‘Demîrtaş dibêje kurd û Kurdistan.’ Ez axaftinên xwe yên bi sala ye dikim diparêzim. Dibe ku hinek kes cara ewil bin bibihîzin lê cara ewil nîne ku ez dibêjim kurd û Kurdistan. Ji ber ku min gotiye Kurdistan lewma îro li vir têm darizandin. Ji ber 46-50 axaftinên xwe têm darizandin. Tevahiya van jî têkildarî pirsgirêka kurd in. Ji 12 salên parlamenteriya xwe ez 7 sal in li vir im. Ma ez tenê 50 caran axivî me. Nexêr, herî kêm hezar caran axivî me. Tenê axaftinên min ên peyvên kurd û Kurdistanê tê de derbas dibin weke sûc hatine nîşandan. Têkildarî Komkujiya Somayê jî ez pir tund axivîm lê çima derheqê min de doz nehate vekirin? Ji ber ku peyva kurd tê de tune ye. Em ji ber gotina xwe ya kurd û Kurdistanê tên darizandin.”
OCALAN JI BO AŞTIYÊ HEWL DIDE
Ez naxwazim yek bi yek vebêjim bê ka rayedarên îktîdarê di pêvajoya çareseriyê de derheqê Ocalan de çi digotin. Ji ber ku rewabûna min ji wan û ji wê derê nîne. Lê mînaka herî sosret a durûtiyê ye... Ma çiqas pesnê Ocalan dan. Ez bawer dikim lewma van dibêjim. Dema min pê re (Ocalan) li Îmraliyê hevdîtin dikir, min jê re digot Serok. Heke hûn sûcdar bikin; wê demê ji wir derxînin û bidarizînin. Ocalan ji bo aştiyê hewl dide, ez şahidê vê me. Ji gelek neteweperest û nîjadperestên vî welatî bêhtir pêşeroja welêt difikire.
MAZLUM DOGAN KESEKÎ EFSANEWÎ YE KU LI DIJÎ ÎŞKENCEYÊ LI BER XWE DA
Gelo nîşaneya serkeftinê çawa dibe propaganda yan jî em çawa bikin dê nekeve çarçoveya propagandaya rêxistinê? Li gorî dozger ji bo hinek rêxistinan nabe propagandaya rêxistinê. Dozger, li vê derê peywira komîseriya hikûmetê li min bar kiriye û li bendê ye ku ez girseyê belav bikim. Gelo ma di min de rewşekî weke komîsertiya hikûmetê derketiye holê? Îdiayeke vik û vala ye. Qaşo bi gotina xwe ya ‘ciwanîno, ez dizanim azweriya we ya ji bo bilindahiyan heye’ min ciwan ji bo derkevin çiyê min teşwîq kirine. Ji bo fezlekeyê mirov ewqas xwe nade zorê. Ez têkildarî Mazlum Dogan de axivî me. Newroz bi Mazlum Dogan tê bibîranîn ji ber ku ji ber îşkenceyên Esat Oktay di Newrozê de protesto kiriye. Mazlum Dogan bûye efsaneyek û weke Kawayê hemdem tê binavkirin. Navekî efsanewî ye ku li dijî îşkenceyê li ber xwe da. Heke ji ber berxwedana xwe ya li dijî zilmê ez Mazlum Dogan weke kesekî rêzdar binirxînim û ev yek sûc be, parastina berevajiya vê tê wateya parastina îşkenceyê. Tê wateya parastina Esat Oktay. Dozger çima ji gotina min a derheqê Mazlum Dogan de aciz bûye? Dozger li vir tam çi diparêze? Gelo dixwaze bibêje Komara Tirkiyeyê dikare îşkenceyê jî bike? Biborin lê di wê demê de îşkence li hezaran kesan hatin kirin. Ya ku PKK’ê ber bi çekê ve birî jî ew îşkence bûn. Yên ku berê mirovan daye çiyê ne em, ew îşkence bûn.
DIVÊ KESÊN ESAT OKTAY YILDIRAN DIPARÊZIN BÊN DARIZANDIN
Di vir de durûtiyek heye; Komara Tirkiyeyê bi vê rastiyê re jidil hevrû nabe. Girtîgeha Amedê kirin muze û îktîdar bi vê yekê pesnê xwe dide. Ahmet Turk li wir hate îşkencekirin, bavê Altan Tan li wir hate îşkencekirin, Gultan Kişanak li wir rastî îşkenceyên herî giran hat. Mazlum Dogan yek ji berxwedêrên wê derê bû. Dema qala berxwedana Mazlum Dogan tê kirin dibe sûc lê dema dibêjî berxwedana Gultan Kişanakê nabe sûc. Gelo dozger vê yekê li gorî çi ji hev cuda dike? Gelo sedema vê ew e ku Mazlum Dogan kurdekî ji Depê bû û di îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da lewma sûc e? Heke kesek bê darizandin, divê ew kesên pesnê Esat Oktay Yildiran didin bên darizandin. Ya ku dixwazin li vir bikin mijara darizandinê, zanebûniya kurdbûnê ye. Ne Newroz, heke me Nevruz pîroz bikira dê nebûya mijara sûc. Wê demê dê bibîranîna Mazlum Dogan jî nebûya sûc. Ya ku dozger aciz dike jî ruhê berxwedanê yê Newrozê ye. Yê ku ciwanan dişîne çiyê ne ez im, dozger û dadgeh bi xwe ne.”
‘EM DERKEVIN SER TELEVÎZYONAN Û LI SER HEQÎQETÊ BIAXIVIN’
Di berdewamê de Demîrtaş got ku kesên di Doza KCK’ê de hatin darizandin jî ji ber gotina xwe ya “Rêberê Gelê Kurd” hatine darizandin û wiha domand: “Min jî ev yek di axaftineke xwe de rexne kir. Piştî bi salan, ez jî bi heman sedemê têm darizandin.” Demîrtaş, axaftina xwe ya di sala 2012’an de ku bûye mijara fezlekeyê xwend. Demîrtaş, wiha pê de çû: “Min di wir de gotiye; ‘Li wê derê welatekî bi navê Kurdistanê yê birayê te heye, gelo dê qebûl bikî? Dibêjin em ê navên her derê dîsa lê vegerînin; dê qaşo Tuncelî bibe Dêrsim. Baş e lê Kurdistan, em dipirsin gelo dê navê Kurdistanê jê vegerînin?’ Piştî bi dehan salan em îro li vir heman tiştan diaxivin. Bêyî heqaret û girtinan em li gel wê ne ku van tiştan nîqaş bikin. Ji bo kesên xîlafetê dixwazin wezîr dibêje tiştekî asayî ye. Erê rast e tiştekî asayî ye û me jî wisa kiriye. Federasyon, xweserî û hwd. modêlên îdarî ne. Heke em li ser van nîqaş nekin wê demê em ê çi bikin?
DIVÊ HINEK KES HEQÎQETÊ VEBÊJIN
Bi rastî jî dixwazim em biçin çiyê. Em ji bernameya partiya xwe û ji xwe bawerin. Ez bang dikim; bila Recep Tayyîp Erdogan, Meral Akşener, Devlet Bahçelî, Umît Ozdag û çiqas pêşengên eniya neteweperest hebin bila bên em li ser ekranên televîzyonê di weşana zindî de biaxivin. Bila şert û merc wekhev bin û fikrên xwe biparêzin. Çi dixwazin bila bibêjin. Ez îdia dikim ku dê di dawiya bernameyê de baştir were fêmkirin bê ka xweseriya demokratîk çi ye. Di vê mijarê de bi me nikarin. Ew tenê dikarin mamîpulasyonê bikin. Zexta darazê ha li ser me ferz dikin jî nemerdiya wan e. Aliyek hemû derfetan bi kar tîne û aliyê din jî ji her tiştekî mehrûm e. Ser re jî zexta darazê, girtin. Gelo dê heqîqet çawa bê fêmkirin? Kesek venabêje, kurd bi xwe derdê xwe dibêjin. Em vedibêjin, sosyalîstên li gel me tevdigerin vedibêjin. Heta sosyalîst û komunistên li derveyî me jî venabêjin. Ma heta ku heqîqet neyê zanîn dê pirsgirêka çek û tundiyê çawa çareser bibe? Cihê van nîqaşan ne eywanên dadgehê ne. Me pir bisînor vegot û hinek hat fêmkirin bê ka kurd çi dijîn. Di nava van de akademîsyen û kesên xwenda jî hene. Ji ber ku lêkolîn nakin, her tim gotinên yekalî guhdarî kirine nizanin. Lewma divê hinek kes heqîqetê vebêjin.
HEKE WE KURDISTAN QEDEXE NEKIRA EM ÎRO LI SER NEDIAXIVÎN
Em gelek in, gelekî cuda ne. Heke li me, ziman û çanda me zext neyên kirin ma em ê çima hewcehî bi vegotina van tiştan bibînin? Heta me qet qal jî nedikir. Me em jî meczûp nînin ku her tim li kolanan bigerin û bibêjin ‘Em kurd in, kurd in.’ Me gotinên weke ‘heke kurd bû bi xwe ser bilind be heke nebî îtaet bike.’ Em wiha dibêjin; ji ber ku zimanê kurdan hatiye qedexekirin. Heke hûn qedexe nekin em ê li ser neaxivin. Van ne ji me, ji dewleta xwe bipirse. Jê re bibêje; ‘ey dewlet te çima zimanê wan qedexe kiriye, te çima gotina kurd û Kurdistanê qedexe kiriye?’ Banga min ji bo dozgeran e; hinek jî derheqê axaftinên me yên têkildarî ekolojî û masîvanî û hwd. de doza vekin. Hûn ji bo wan doza venakin û xelk jî dibêje qey em tenê derheqê kurd û kurdî de diaxivin. Lê kurdî hêj jî qedexe ye. Perwerdeya wê jixwe qedexe ye. Ji bilî Almanya, Fransa û Ingilistanê, em ji tevahiya dewletên din ên Ewropayê qelebalixtir in. Lê navê me di mewzûatê de tune ye. Tenê di fezleke û îdianameyan de derbas dibe. Dema em van dibêjin çima dibe sûc? Çima dema kesekî kiloxperest tê bibîranîn nabe sûc û nîjadperestî? Vî zilamî kiloxê 84 hezar kesan pîva ye. Ew bi xwe dibêje ‘ez nîjadperestim.’
JI BO WE DEMA MIJAR BÛ DOLAR YA DIN TEVEK TEFERUAT E
Çendek berê rojnamegerekî nîjadperest nivîsandiye û dibêje; ‘Demîrtaş êdî tam firiya, qala sirûda kurd dike.’ û hwd. Hevalan anîn û min jî xwend. Yawa ma muzîka vê sirûdê min li girtîgehê çêkiriye? Ma min sînorên Kurdistanê xêz kirine? Ev 80 sal in ew sirûd heye, ji Komara Mahabadê heta niha heye. Lê ev nezan in. Naxwînin, nizanin. Ka herin Herêma Kurdistanê bê ka li wir kîjan ala li ba ye, kîjan sirûd tê xwendin? Dema hûn diçin herin odeya bazirganiyê ya li Hewlêrê û ji wir lîsteya şîrketên bazirganiyê bi wan re dikin bixwazin. Wê demê dê bibînin ku ji sedî 80’ê wan MHP’î ne û di belgeyên wan de jî Serokatiya Herêma Kurdistanê tê nivîsandin. Dema pereyan dibin Kurdistan heye lê dema li vir tê axaftin dibe sûc. Dema bi milyonan dolaran dibin nabe sûc lê dema vedigere Enqereyê dibe sûc û yên dibêjin Kurdistan lînç dikin. Gelo ma 10 milyon dolar ji neteweperestiya we gelek binirxtir e? Ka we digot dema mijara behsa xeberê bû welat, ya di tevek teferrûat e. Ji bo we dema mijar bû dolar, ya din tevek teferûat e.
SIRÛDA NETEWEYÎ YA KURD NE DEMÎRTAŞ, DILDAR NIVÎSANDIYE
Sirûda Neteweyî ya Kurd Ey Reqîb min nenivîsandiye. Dildar di sala 1946’an de li Mahabadê di girtîgehê de nivîsandiye. Bawerim serê wan tevlihev bû, gotin qey dema behsa girtîgehê tê kirin Demîrtaş nivîsandiye. Gelê kurd bi hezaran salan heye. Gelê kurd ji 20’ê hezîrana 2015’an ve nehatin Tirkiyeyê. Em hewl didin vebêjin ku înkarkirina vê yekê sûc e. Zimanê kurdan heye. Dayika min, bapîrên min bi rast û dirûst nedikariyan bi tirkî biaxivin. Heke hûn zimanê wan qedexe bikin, hûn heqaretê lê bikin dê çawa hîs bikin? Bi rêya pişaftina li ser nifşê nû re zimanê kurdî tune dibe. Kurd weke mijarekî rûmetê xwedî li zimanê xwe derdikevin. Divê ji bo hemû wezaretan kotayek were danîn. Divê memûrên bi kurdî dizanin wergirin kar. Berevajî vê, yên bi kurdî diaxivin krîmînalîze dikin. Ka li xebatên ji bo tirkî hatine kirin binêrin. Bi dehan sazî lêkolîn û xebatan dikin. Baş e lê çima hûn ji bo kurdî tu xebatan nakin? Kurd jî bacê didin û xizmetê ji dewletê re dikin. Ez pereyê wê didim. Çima xizmet ji kurd û elewiyan re nayê kirin. Ev yek cihêkarî ye. Sedema hemû serhildanên kurdan jî ev cihêkarî ye. Em vê dibêjin. Em pirsgirêkê weke pirsgirêkeke tundiyê dibînin û hewl didin pêşî lê bigirin. Dema em wisa dibêjîn jî me sûcdar dikin û dibêjin hûn berê ciwanan didin çiyê. Ya ku PKK derxistî çiyê jî ev polîtîkayên dewletê ne. Ez nînim. Divê dewlet dev ji van polîtîkayên xwe berde.
BI SEROK APO RE MIN RÛ BI RÛ HEVDÎTIN DIKIR Û SILAV YEKSER RADIGIHANDIN
Gotina min a ‘Silav ji Serok Apo re’ weke sûc hatiye nîşandan. Dibe ku dozger nezane lê min bi Serok Apo re rû bi rû hevdîtin kilr û silav raste rast jê re radigihandin. Her wiha gotinên min ên têkildarî PYD’ê de jî weke sûc hatine nîşandan. Davutoglû bi xwe bi PYD’ê re hevdîtin dikir. Ya ku divê bihata kirin ew bû ku bi destê kurdan bihata girtin. Yê ku li vir ji bo şer qerawêr dikir Davutoglû bû. Yê ku bi destê aştiyê digirt jî Demîrtaş bû. Lê Demîrtaş tê sûcdarkirin. PYD, derbasî rojavayê Firatê bû, ma nebaş bû? Niha jî ji gotina ‘kujer Esed’ dîsa vegeriyan gotina ‘Esad.’ Helwesta rast, helwesta me bû û ya xelet jî polîtîkaya wan a wê demê bû. Min wê demê gotiye ; ‘Herin binêrin bê ka PYD derbasî rojavayê Firatê bû yan na, binêrin bê ka Davutoglû bi çavvekirî derbasbûna wan temaşe kiriye yan na.’ Min tespîtek kiriye. Tu li wir gefan dixwî, em jî dibêjin wisa neke.
GELO REXNEKIRINA ÎKTÎDARÊ ÇIMA DOZGER ACIZ DIKE?
Gelo rexnekirina îktîdarê çima dozger aciz dike? Mesela dema dibêjin ‘operasyonên li derveyî sînor bike’, dema şaredar li ser bombeyan navên xwe dinivîsin nabe propagandaya tundî û şer. Lê dema Demîrtaş dibêje ‘bi destê aştiyê bigirin’ dibe propaganda. Ev yek tam zilm û durûtî ye. Dema kurd li wir li dijî DAIŞ’ê xaka xwe diparêzin çi bi te dibe? Çiye, ‘dewleta terorê ava dikin.’ Ka herin karê xwe. Komara Tirkiyeyê çawa hate avakirin? Qaşo teror e! Em vê qebûl nakin. Siyaseta me ev e û em wisa lê dinêrin. Em dibêjin divê têkiliyên bi PYD’ê re bên xurtkirin. Ji ber têkiliyên kurdan ên bi DYA’yê yên li wir gelek keyfxweş nînim lê xelkê wir tercîha xwe wisa dike. Am em dikarin çi bikin, bi bibêjin? Heke em jê re bibêjin dê li me vegerin û bibêjin; ‘hûn dibêjin em ê di şevekê de jinişka ve bên, em ê serê sibehê bên.’ Ma dikarim çi bibêjim? Em dibêjin ku bi PYD’ê re hevdîtinan bikin. Ma dê qiyamet rabe? Heke em bibêjin bi Esad re hevdîtinê bikin pirsgirêk nîne lê bi dema ji bo kurdan tê gotin qiyametê radikin. Çima?
TEZA MILETÊ TIRK LI SER ÎNKARKIRINA KURDAN HATIYE AVAKIRIN
Gelo fobî û dijminatiya li kurdan çawa wiha di mejiyan de cih girt? Dema em dibêjin ‘bi kurdan re hevdîtinê bikin’, ‘bi PYD’ê re hevdîtinê bikin’ qiyametê radikin. Yaw tu bi dehan deqeyan li ber deriyê kesên bi dehan leşkerên te kuştin li ser pêya may. Dema bi destê Blinken digirî pirsgirêk nîne lê dema ez dibêjim bi PYD’ê re hevdîtinê bikin nîjadperestiya wan derdikeve lûtkeyê. Ji ber ku teza miletê tirk li ser înkarkirina kurdan hatiye avakirin.
Bi dehhezaran caran heqaretê li Tirkiyeyê bikin dê dîsa biçin pê re hevdîtinan bikin lê dema mijar bû kurd, hûmê dewletê diheje. Di kêliya ku em dibêjin kurd hene de her kes bi yek dengî dibêje ‘dê çi bi teza tirk e bibe.’ Dema doa hate kurdan hemû cîhanê didin aliyekî û nîqaşa bekaya dewleta tirk dikin. Pirsgirêk ne hebûna gelê kurd e, ev xeletiya tezê ye. Pirsgirêk ew nîne ku kurd ji xwe re dibêje ‘ez kurd im’, pirsgirêk qanûnên heyî ne. Ev înkar e. Divê ev jê were derxistin. Hûn dibêjin em û kurd birayên hev in û li heman qibleyê dinêrin û nimêjê dikin. Yaw tu bi her kesî re hevdîtinan dikî lê çima bi kurdan re nakî? Yên ku hûn herî bi hêsanî bikarin pê re hevdîtinê bikin kurd in.
EM HEWL DIDIN VÎ WELATÎ SERERAST BIKIN
Em hewl didin vî welatî sererast bikin. Yên ku herî bi hêsanî pê re hevdîtinan bikin em in lê di serê lîsteya ku divê pê re hevdîtin neyên kirin em hene. Em van ji bo çi dibêjin; ne ku em mirovên bêhêz in lewma wisa dibêjin, ji ber aştîxwaziya xwe wisa dibêjin. Heke em îro zimanê rewşenbîr, rojnameger û siyasetmedarên we bi kar bînin dê di nava 15 rojan de li welêt şerê navxweyî derkeve. Hûn nikarin ji kurdan nîjadperestiyê bibihîsin. Hûn tenê ji yek kurdekî nikarin gotina ‘Heke kurd bî bi xwe serfiraz be heke nebî îtaet bike.’ Gelekî mazlum e û hêj nasnameya xwe dide qebûlkirin. Em mecbûr in ku derdê xwe em bi xwe vebêjin. Tiştekî hêsan nîne mirov van tiştan bi nav serê nîjadperest ê di nava 50 salan de teşe girtiye bide fêmkirin. Tu veqetî çênabe, li Stenbolê 4 milyon kurd dijîn. Mîna Bexda û Hewlêrê nîne. Em li Edîrneyê 10 hezar dengan distînin, li Tekîrdagê hema hema êdî dê parlamenterekî derxînin. Em ê çi bi van kurdan bikin. HDP ev e. Pêkvejiyan tenê bi vê yekê dikare bibe. Erdnîgariya Kurdistanê heye û wê derê qebûl bike. Hewcehî bi xêzkirina sînoran jî nîne. Di tevahiya dîrokê de tu caran sînorên wê nehatiye xêzkirin û heye. Em dixwazin ev rastî neyê înkarkirin. Gelemperiya kurdan li derveyî Kurdistanê dijîn. Em mecbûr in ku bi hev re bijîn. Lewma em dixwazin vê mecbûriyetê veguherînin pêkvejiyaneke bi dilxwazî. Rêya vê ew nîne ku em dev ji nasname û zimanê xwe berdin. Divê dewlet dev ji polîtîkayên xwe berde.