AMED - Girtiyê siyasî Mehmet Kirik ku di Girtîgeha Tîpa S ya Ewlehiya Bilind a Antalyayê de tê ragirtin, bi rêya malbata xwe peyamek şand û got: “Heya serokê me azad nebe em dest ji vê greva birçîbûnê bernadin. Heke ew azad bibe em ê jî azad bibin, gelê me û gelê tirk jî dê azad bibe.”
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 44’an de berdewam dike. Yek ji van girtiyan Mehmet Kirik e ku di tebaxa 2019’an de li Amedê hatibû girtin û cezayê muebbeda giran lê hatibû birîn. Kirik nêzî 5 salan di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê de ma û di nîsana 2023’an de sewqî Girtîgeha Tîpa S ya Ewlehiya Bilind a Antalyayê hat kirin. Kirik ku di 27’ê mijdarê de bi koma yekemîn re dest bi greva birçîbûnê kiribû,bi rêya malbata xwe re ragihand ku heya Abdulllah Ocalan azad nebe dê dest ji çalakiya xwe bernedin.
‘DEWLETEKE BI SERÊ XWE HEYE’
Bavê girtiyê siyasî Mehmet Kirik Abdulhalîk Kirik têkildarî rewşa kurê xwe û peyama wî ya şandî de, ji ajansa me re axivî.
Kirik destnîşan kir ku kurê wî Mehmed Kirik nêzî 5 salan di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê de maye. Kirik anî ziman ku kurê wî sewqî Girtîgeha Tîpa S ya Ewlehiya Bilind a Antalyayê hatiye kirin. Kirik diyar kir ku ji ber ku girtî bi şev hatine sewqkirin jê nebûye ku kurê wî birine Antalyayê û dû re pê hesiyane ku hatiye sirgûnkirin. Kirik da zanîn ku kurê wî niha jî di hucreya yekkesî de dimîne û wiha got: “Nêzî 70-80 girtiyên siyasî hene li Girtîgeha Antalyayê. Li wir dewleteke bi serê xwe heye. Rêveberiya wir ji bo xwarina wan pirsgirêk derdixîne, gava em cil hwd. dişînin mehekê zêdetir nadin wan. Mafê wan ê derketina bêhn hilgirtinê 2-3 saet in, lê ew saetekê didin girtiyan. Niha jî girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Antalyayê di greva birçîbûnê de ne. 10 roj 15 roj bi dorveger greva xwe didomînin. Geleki zihmetiyan dikişînin li wir. Dema ketine di greva birçîbûnê de av, şerbet hwd. nadine girtiyan.”
‘HIQÛQ NEMAYE’
Kirik anî ziman ku lijneyeke ku ji midûr, dozger û kesên din ên Girtîgeha Antalyayê pêkhatî heye. Kirik da zanîn ku ev lijne guh Wezareta Dadê jî nake û wiha pê de çû: “Lewma hiqûqeke bi serê xwe çêkirine. Hiqûq nemaye. Em nameyan dişînin bi mehan nagihijin zarokên me. Ji bo azadiya girtiyan divê rêyek bê vekirin. Em naxwazin zarokên me nexweş an jî mirî bi ser me de bên. Em ji hemû raya giştî ya kurdan û cîhanê re daxwaza çareseriyekê ji bo girtîgehan dikin. Di gelek girtîgehan de girtî di greva birçîbûnê de ne. Em jî dixwazin daxwaziyên van girtiyan bînin cih.”
‘EM VÊ YEKÊ QEBÛL NAKIN’
Kirik diyar kir ku divê girtî ji hucreyan bên derxistin û da zanîn ku du kes nikarin bi hev re biaxivin. Kirik bertek nîşanî vê yekê da û ev tişt gotin: “Zehmetiyeke gelekî mezin dijîn, lewma em dixwazin hemû gelê me, mirovên demokratîk herkes xwedî li girtîgehan derbikevin û deng derxin. Em naxwazin zarokên me di zîndanan de nexweş bikevin û ji nexweşiyên giran herin. Em vê yekê qebûl nakin. Em ji rayedaran û wezaretê dadê re dibêjin ku bila hiqûqê pêk bînin.”
‘DAXWAZÊN GIRTIYAN BÎNIN CIH DA KU DEST JI VAN GREVAN BERDIN’
Kirik da zanîn ku 10 roj berê hevjîna wî çûye Antalyayê û kurê wî ditiye û pê re axiviye. Kirik diyar kir ku wî bixwe ev pirsgirêk ji dayika xwe re gotiye û wiha ev tişt anî ziman: “Heta em diçin Antalyayê jî em gelek pirsgirêk dijîn. Hinek girtiyan didin Edîrneyê, hinekan didin Gîresûnê, hem malbatan perişan dikin, hem jî girtiyan bixwe perîşan dikin. Em van sirgunkirinan û kirina tek hucreyan de qebûl nakin. Em ê heta mirinê jî li pey zarokên xwe bin, li wan xwedî derbikevin. Daxwaza me ew e ku ji tek hucreyan bên derxistin û bi hevalên xwe re bimînin. Bila daxwaziyên girtiyan jî bînin cih ku ew jî dest ji vê grevê berdin.”
PEYAMA KURÊ XWE VEGOT
Kirik bal kişand ser sedema greva birçîbûnê û peyama kurê xwe Mehmet Kirik parve kir. Kirik wiha berdewamî da axaftina xwe: “Kurê min di hevdîtinê de ev peyam şand; ‘Heya serokê me azad nebe em jî dest ji vê birçîbûnê bernadin. Heke ew azad bibe em jî dê azad bibin, gelê me û gelê tirk jî dê azad bibe. Her wiha em dixwazin bila ev girtiyên nexweş bên berdan, an jî tedaviyeke baş bibînin.’”
MA / Şîlan Çîl - Bazîd Evren